Pêşhilbijartinên navçeya Yenîşehîr ku ji ber sedemên teknîkî di pêşhilbijartinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatibûn betalkirin, serê sibê destpê kir. Di pêşhilbijartina ku parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu û parlementerê Rihayê Omer Ocalan wekî çavdêr beşdar bûn de delegeyan dengê xwe dan 14 namzetan ku 4 ji wan jin bûn. Ji ber ku pêvajoya dengdanê bi dawî dibe, wê piştî pêşhilbijartinê namzet bên diyarkirin. Eger ji sedî 50+1 deng neyên girtin, di tûra duyemîn de dengên her du namzetên yekem tên dayîn.
PIRSÛS
DEM Partiyê ji bo diyarkirina namzetên hevşaredarên navçeya Pirsûsê pêşhilbijartina pêşwext pêk anî. Di pêşhilbijartinan de ku 619 delegeyan dengên xwe dan, ji ber ku namzet ji sedî 50’ê dengan nekarîn bidest bixin, hilbijartin derbasî tûra duyemîn bû.
Sibe ji bo bernamzet Ayten Kaya û Cemîle Şahîn, Mûslûm Baran û Abdulkadîr Ercan dîsa sindoq tên danîn.
HEWAG
Li navçeya Hewag (Bozova) ya Rihayê ji bo diyarkirina namzedên hevşaredarên şaredariyê yên Partiya DEM’ê pêşhilbijartin pêk anî. Di dengdayina ku li avahiya partiyê ya navçeyê hat kirin de 2 jê jin 8 namzet ketin reqabetê. Di hilbijartinê de ku 333 delegeyan di 3 sindoqan de dengê xwe dan, ji namzetên jin Aygul Kapikayali herî zêde bi 195 dengan deng girt. Di beşa mêran de Îsmaîl Yildiz 134 deng stand û Yaşar Korkmaz jî bi 97 dengan derket tûra duyemîn.
Pêşilbijartina duyemîn wê sibê di navbera Îsmaîl Yildiz û Yaşar Korkmaz de bên kirin.