Çalakiya destpêkê ya HDP’ê li navenda Qersê pêk hat. Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Cîgira Hevserokên DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Mehmet Emîn Adiyaman, Alîkara Hevserokên HDP’ê Fatma Kûrtûlan û endamên Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîsa Partiyê ya HDP’ê beşdarî vê kombûna gel bûn.
Çalakî li ber avahiya HDP’ê ya Bajarê Qersê pêk hat û Cîgira Hevserokên DBP’ê Gulcîhan Şîmşek axivî.
Şîmşek bal kişand ser girîngiya pêvajoyê ji bo azadî û demokrasiyê û got, “Îro li zîndanan berxwedan heye. Di encama operasyonên siyasî de bi dehan hevalên me hatin girtin. Em, êrîşa li vîna gel tê kirin, şermezar dikin. Her roj mirovên me li pêş çavan tên kuştin. Di Newroza Amedê de hevalê me Kemal Kûrkût hat qetilkirin. Em ji ber vê yekê dibêjin NA:”
Şîmşek bang li hikumetê kir û got, “Eger hûn dixwazin azadî û demokrasiyê li Tirkiyeyê xurt bikin, pirsgirêka Kurd çareser bikin. Çareseriya vê jî li Îmraliyê ye.”
Piştî axaftina Şîmşek, peyama Parlamenterê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bîlgen hat xwendin û dûre Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim peyivî.
Yildirim Qendîla Regaîp li gel pîroz kir û gt, “Serokkomarê ku got, ‘ez ê welêt bi tena serê xwe bi rê ve bibin’ hemû hevalên xwe ji xwe xeyindan, dema bibe ‘serok’ xwedê zane bê çi bîne serê welêt.”
Yildirim bal kişand ser operasyona ‘Mertala Firatê’ ku di civîna MGK’ê de hat ragihandin qediya ye û got, “Baş e, gelo ev ciwan ji bo çi mirin? Tu bi rêya zarokên xelkê, şerê kê li dijî kê dike?”
Di dawiya axaftina xwe de Yildirim got, “Ev ax êdî ji xwînê têr bûye. Derfetên aştiyeke mayînde hene. Bila rêya we, rêya me vekirî be.”