Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistinên sivîl li ber avahiya DEM Partiyê yê Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de pankartên bi wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li ser bûn ên bi nivîsa “Nazim û Cîhan rûmeta me ne” û “Ne “qeyûm demokrasî” hatin hilgirtin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM’û Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Dayikên Aştiyê, nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî, qetilkirina rojnamevanan û desteserkirina Şaredariya Akdenîzê şermezar kir. Karakeçîlî got, “Hikûmet demokrasiyê hedef digire. Îro dîsa em bi darbeyeke qeyûman re rû bi rû ne. Hêviyê ji polîtîkayên qeyûman dikin. Akdenîz mozaîka gelan e. Hewl didin vê mozaîka ji holê rakin. Divê vîna Akdenîzê radestî gel bikin.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku dewleta Tirk hiqûqa dijminatiyê ya li dijî Kurdan pêk tîne û got, “Ev hiqûqa dijminan gihîştiye wê asta ku êşkenceyê li cenazeyan dikin. Îro ev êşkence di şexsê Nazim û Cîhanê tê kirin. Li Rojava berxwedaneke bi heybet heye. Li ser Kurdan qirkirinek tê meşandin. Hevalên me Nazim û Cîhan ên ku ev qirkirin eşkere kirin û rastî ji raya giştî re radigihandin, hatin qetilkirin.”
Ferît Şenyaşar wiha berdewam kir: “Em soz didin wan; em ê têkoşîna wan bi pêş bixin, em ê rastiyan binivîsin, pênûs û kamerayên wan li erdê nehêlin. Em ê biqîrin û rastiyan binivîsin, em dibêjin çapemeniya azad, civaka azad e.”
Daxuyaniya çapemeniyê bi çepik û peyamên piştgiriyê yên beşdaran bi dawî bû.