Li Senatoya Emerîkayê, pêşnûmeya rayeya şer ku armanc dike operasyonên rêveberiya Trumpê ya li Îranê sînordar bike, li dijî 47 dengan bi 52 dengan hate redkirin.
Di dengdanê de Senatorê Komarî Rand Paul berovajî partiya xwe piştgirî da pêşnûmeyê, her wiha Senatorê Demokratîk John Fetterman tenê yek demokrat bû ku li dijî pêşnûmeyê deng bi kar anî.
Ev dengdan di meclîsa jor de wekî hewldana çaremin a bêserkeftin a li ser mijarê ket tomaran.

