Li Sûdanê şerê navbera artêşê û hêzên paramîlîter giran dibe. Li bajarê Rabakê yê li başûrê welêt di êrişa ÎHA de ku li hemberî komeke çekdar a hevkarê artêşê hate kirin, herî kêm 11 kes mirin.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, êriş li hemberî hêza koalîsyona çekdar a piştevanê artêşa Sûdanê hate kirin. Şahidan gotin, li wesayitên çek û cebilxaneyan hateiye kirin û agir bi hin wesayitan ketiye.
Li aliyê din piştî bi mehan yekemcar derdora Hartûmê bû hedefa êrişa ÎHA’yan. Li herêma Cebel Evliya ku bi 40 kîlometreyî li başûrê paytextê ye, nexweşxaneyek û stasyoneke sotemeniyê hatin bombekirin.
Li Sûdanê ji Nîsana 2023’an û vir ve artêş û Hêzên Piştevaniya Lezgîn li hemberî hev şer dikin. Herdu alî êrişên xwe yên bi ÎHA’yan zêde kirine û ji ber vê jî hem windahiyên leşkerî hem jî yên sivîl zêde dibe.
Di şer de heta niha bi deh hezaran kes mirin. Tê texmînkirin ku zêdeyî 200 hezar kes hatin kuştin. Neteweyên Yekbûyî şerê li Sûdanê weke yek ji krîzên herî giran ên mirovî pênase dike.

