Sêşem, 3 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Malbata ku piştî hevgirtina DNA’yê 8 sal şûnde çû goristanê, rastî 3 cenazeyan hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku Rêberê me azad nebe, pêvajo nagihêje armanca xwe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulazer Akin piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê daxwaza dîtina Rêber Apo ji Wezaretê re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê wateya siyasî ya cihê nû yê li Îmraliyê bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê bi rayedarên Yenî Partiyê re hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Me dît ku di ezmûn û rêya PKK’ê de tiştekî gerdûnî heye’
Kurdistan

‘Me dît ku di ezmûn û rêya PKK’ê de tiştekî gerdûnî heye’

Şoreşgerê Enternasyonalîst şehîd Bager Nûjiyan: Ji bo xwe perwerde bikim hatim çiya. Wateya ‘çiya’ çi ye? - Berî her tiştî, xaka rizgarkirî! Cihê ku em pêşî dikarin xwe baştir lê nas bikin. Perwerde bi rastî tê wê wateyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Şoreşgerê enternasyonalîst Bager Nûjiyan (Mîkaîl Panser) ê ku di 14’ê Kanûna 2018’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser çiyayên Kurdistanê de şehîd bû, bi dîmenekî ku ku wî li çiyayan tomar kiribû, bang li ciwanên hemû welatan dike:

Şehîdê enternasyonalîst di dîmen de ev tişt gotibû:

 

“Navê min ê rastî Mîkaîl Panser e, navê min di nava tevgerê de Bager Nûjiyan e, beriya niha navê min Xelîl Viyan bû. Ez di 1’ê Îlona 1988’an de li Almanyaya Rojhilat hatime dinyayê. Rewşa malbata min a aborî normal e, ji welatê xwe hez dikin, berî sosyalîst bûn. Xwişk û birayekî min hene, ez di ortê de me. Ez 13 sal li dibistanê û 1 û 1/2 sal li zanîngehê mam.

Min hevalên tevgerê li Elmanyayê nas kir. Rewşa Ewropa û rewşa cihanê ya di dema me de, di serdema kapîtalîzmê de diyar bû û diviyabû çareserî bihata dîtin. Ev ji bo me her tim zelal bû û bi vî awayî em bûn hevalên tevgerê. Me hevalên xwe yên li Ewropayê nas kirin û bi vî rengî em hatin çiyê. Di lêgerîna xwe de me Rêbertî û partiyê rasterast nas kir. Me dît ku her çend me her tim hewl da jî, hewldanên me her tim têrê nekir. Ji ber ku li vê derê li Almanyayê rewş gelekî tevlihev e û ciwan di nava zehmetiyeke mezin de ne. Ciwan di dîtina rêyekê de ji xwe re zehmetiyên mezin dikişînin. Dema ku min partî nas kir, min tiştek fêm kir: tevgerek ji Rojhilata Navîn e, lê karakterek gerdûnî heye. Nirxên exlaqî û polîtîk, nirxê hevaltiyê û di heman demê de nêrîna tevgerê ya li ser pirsa şaristaniyê ku pir berfireh têdigihîje. Me destnîşan kir ku ev rêya ku Rêbertî û partiyê diyar kiriye rast e û ji bo me jî bingehîn e. Bi vî awayî min partî nas kir, bi awayekî îdeolojîk. Min pirtûkên Abdullah Ocalan xwendiye. Di dawiyê de min biryar da ku ez beşdarî partiyê bibim. Armanc her tim dîtina çareseriyê bû.

Me dît ku di ezmûn û rêya PKK’ê de tiştekî gerdûnî heye. Ev ê bikaribe gelek tiştên ku ji bo çareseriyê li Ewropayê pêwîst in, derbas bike. Di heman demê de, pirsgirêk rasterast girêdayî ne. Ger şoreşa Kurdistan û Rojhilata Navîn bi ser bikeve, wê ev yek rasterast bandorê li modernîteya kapîtalîst a li Ewropayê jî bike. Ji ber vê yekê armanca me ew bû ku konfederalîzma demokratîk weke modela çareseriyê bê naskirin, baştir nas bikin û belav bikin. Bi rastî jî me xwest ku pireyan çêbikin.

Ji ber ku perspektîfa li Ewropayê gelekî ji cîhanê qut bû, bi taybetî jî koka xwe ya li Rojhilata Navîn ji bîr kiribûn û me xwest em vê peywendiyê ji nû ve ava bikin. Ji ber ku ciwan li çareseriyê digerin. Armanca me ev bû. Ji bo xwe perwerde bikim hatim çiya. Wateya ‘çiya’ çi ye? – Berî her tiştî, xaka rizgarkirî! Cihê ku em pêşî dikarin xwe baştir nas bikin.

Perwerde bi rastî tê wê wateyê – Şoreş çi ye? Em dixwazin civakê azad bikin, em dixwazin çarenûsa diyarkirî ya mirovahiyê biguherînin. Ji bo vê jî divê berî her tiştî em pirsgirêkên di kesayeta xwe de baştir fam bikin. Divê em bi xwe pirsgirêkên civakî yên ku di kesayeta xwe de dijîn derbas bikin. Di prensîbê de hinekî mîna psîkanalîzê ye, divê em xwe nas bikin. Em çi travmayan dijîn? Ji ber ku ev bi rastî ne tiştekî ferdî ye, belkî tiştekî civakî û dîrokî ye. Tişta ku em dikarin di nav xwe de çareser bikin, em dikarin çareseriyên civakî jî bibînin. Wateya perwerdehiyê tam ev e. Ev perwerde ye. Çiya cihê me ne. Em li vir bi hev re dijîn û pirsgirêkên xwe bi hev re derbas dikin. Em xwe bi hêz dikin û li ser wê bingehê em wê demê di civakê de li gorî nêrîna xwe ya ji bo pêşerojê kar dikin: Em çawa dixwazin dîrokê biguherînin?

Ji ber vê yekê em nehatin vir ji ber ku lêgerîna me tiştek pir taybetî û awarte ye, di rê de min her dem di civakê de gelek kesên ku li heman tiştî digerin dîtin û nas kir. Ji ber vê yekê ez difikirim ku rêya şoreşa Kurdistanê, rêya PKK bûyînê, rêya naskirin û têgihîştina Rêbertî rêyeke rast e ku hatiye dîtin. Ne tenê ji bo şoreşa Rojhilata Navîn, ji bo şoreşa cîhanî.

Bi taybetî wekî ciwan – ez dixwazim. ku bi taybetî ciwan vê yekê rast fêm bikin, rewşa me pir dişibe rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Divê em rola xwe ya di vê yekê de baş fêm bikin, berpirsiyariya xwe qebûl bikin û vê rewşê biguherînin. Divê em çareseriyekê bibînin. Ger em vî şerî rast fêm bikin, dibe ku şerê dawî yê mirovahiyê be. Bi modela rêxistina civakî ya konfederalîzma demokratîk, mirovahî dikare ji dogmaya dewletê qut bibe û pergala baviksalarî bi ser bixîne – ger em vê qonaxa xwerêxistinkirina civakî rast fêm bikin. Bi dîtina min rêya rast a rêxistinbûna me ew e ku em bibin partî, divê em tevlî gerîla bibin û tevlî rêxistina ciwanên şoreşger bibin. Ciwanî çi ye? Ew pêşeng in. Divê ciwan di pratîkê de bi berpirsyarî vê rolê bigirin ser xwe.

Bi vê bîr û baweriyê, ez ji we re serkeftinê dixwazim!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bozarslan: Ne çareserî ye, ji bo Kurd bikevin bin serweriya Tirkên Sûnî ferzkirin heye
Nûçeya Pişt re Ji hewayî û bejahî li dagirkeran hate xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Akengîn: Dewleta Tirk ji bo pêvajo bi rengekî serketî pêş bikeve, divê gavên pêwîst bavêje

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mustafa Akengîn destnîşan kir ku dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevanên Mexmûrî cezakirina Silêman Ehmed şermezar kirin

Rojnamevan û xelkê Mexmûrê cezayê girtîgehê yê 3 salan ê li edîtorê servîsa Erebî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroz Uysal Aslan: Zimanê aştiyê ne bi sozan bi avakirina qanûnê tê nîşandan

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku samîmiyeta pêvajoyê tenê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Divê wateya siyasî ya cihê nû yê li Îmraliyê bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gazî: ‘Em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?