Şêniyên kantona Firatê cenazeyê şervanê Dilovan Şêran (Hesen Mihemed Gulî) ku di 30’ê Mijdara 2024’an de di êrîşa li ser Helenê de şehîd bûbû, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê spart axê.
Malbatên şehîdan, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser beşdarî merasîma veşartina cenaze bûn.
Di merasîmê de deqeyek rêz hat girtin. Piştre Berdevka Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Eyşe Efendî diyar kir ku bi saya berxwedaniya şehîdan îro ew gihiştine vê astê û got: “Gelê Kurd bi salane li ber xwe dide, tu carî desthilatdarî qebûl nekir. Ji ber vê yekê têkoşîn û berxwedana gelê Kurd her tim xurt e, bi saya raman û felsefeya Rêber Apo gelê Kurd xwe nas kir û xwe bi rêxistin kirin, tu carî gelê Kurd tu gav bi paş ve navêt. Divê em bi berxwedaniya xwe tola şehîdên xwe ji dijmin hilînin. Em ê tu carî teslîmkariyê qebûl nekin û serî li hember dijmin bilind bikin.”
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Firatê Îsmaîl Îsmaîl destnîşan kir ku şehîdan bi hemû cesareta xwe li hember dijmin şer kirin, têkoşîn kirin û wiha anî ziman: “Şehîd Dilovan bi hêz û vîna xwe li hember dijminê hov têkoşîn kir. Bi saya hêza me, planên dijmin têk diçin. Gelê me di êrîşên li ser Heleb û Şehba de, li ber xwe dan. Em jî her tim piştgiriya gelê xwe bikin û xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin.”
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kabntona Firatê Arif Balî li ser navê malbata şehîdan axivî û got: “Şehîd Dilovan ji bo parastina gelê me yê Kurd li Helebê bi Qehremanî û fedekarî li kêleka hevalên xwe têkoşîn kir û li ber xwe da. Em ê xeta şehîdên xwe heta dawiyê bişopînin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Dilovan Şêran ji aliyê yek ji endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi tilîliyên azadiyê bi dirûşma “Şehîdan Namirin” hate veşartin.