Şaxa Qersê ya “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, Umît Acar ê ku di 27’ê Îlona 2018’an de bedena xwe da ber agir li ber gora wî bi bîr anîn.
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat di merasîma bîranînê de ku bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir, axivî û got, “Serdema ku hevalê me bedena xwe da ber agir, serdemeke dijwar û tarî bû. Dîsa ji Birêz Ocalan nûçe nehat û zext zêde bûn. Li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê hebûn. Li vê derdorê hevalê me Umît bi şewitandina bedena xwe çalakiyek pêk anî.”
BILA ABDULLAH OCALAN BIAXIVE, ARAMÎ DÎSA VEGERE
Canpolat diyar kir ku Kurd li dijî zilmê li ber xwe didin û got, “Dema Birêz Ocalan axivî, aştî pêk hat, kesî jiyana xwe ji dest neda. Ji bo ku Birêz Ocalan careke din biaxive û aştî vegere em dimeşin. Em vê li her derê dibêjin. Em şerê taybet, şerê qirêj derdixin holê. Em piştgiriyê didin têkoşîna hemû hevalên xwe yên ji bo azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane. Meşa me ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e û heta ev daxwaz pêk were em ê meşa xwe bidomînin. Divê êdî dayik negirîn. Divê êdî kes jiyana xwe ji dest nede. Heke aştî were van xakan, divê Birêz Ocalan azad bibe.”
BABA ACAR: EM DEST BIDIN DESTÊ HEV Û DÎROKÊ BINIVÎSIN
Bavê Umît Acar ê li Ewropayê ye Hayrettîn Acar jî bi rêya telefonê beşdarî çalakiyê bû û got, “Heta Rêbertiya me azad bibe pêwîst e em li her derê li ber xwe bidin. Bêyî ku Rêbertiya me azad bibe, her roj ji bo me tarî ye. Divê her kes alîkariya hev bike. Divê em hevalên xwe zêde bikin. Banga me ji bo hemû hevalan ev e; Îro roja nivîsîna dîrokê ye. Bîranîn bi kulîlkên li ser gorê hatin danîn û bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.