Milîsên Evîn Goyî yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da û ev agahî dan: “Milîsên me li taxa Kaptanpaşa ya Beyogluya Stebolê di saetên şevê de agir berdan 2 wesayîtên ku hat tespîtkirin aîdê kesên xizmetê ji rejîma faşîst a AKP-MHP’ê re dikin in. Di encama çalakiyê de wesayît hatin îmhakirin.
Milîsên me li taxa Mollaguranî ya navçeya Gebze ya Kocaeliyê jî agir berdan kargeheke ku li weke depoya têkberên spî dihat bikaranîn û depo bêker bû.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke milîtanên fedaî yên Şoreşa Yekbûyî diyardikin ku di vê pêvajoyê de ku em herî zêde nêzî serkeftinê ne, heta gavên samînî neyên avêtin tu pêbaweriya gotinên dijmin tune ye. Em ê kesên êrîşî nirxên gelê Kurd dikin û çav berdidin axa wan, bi çalakiyên xwe yên li ser axa wan poşman bikin.”