Çarşem, 6 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji DEM Partî û DBP’ê peyamên bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ÎSÎG’ê: Meha Nîsanê herî kêm 189 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademîsyen Davide Grasso nêrînên Rêber Apo nirxand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîtina pêvajoyê ya weke ‘aqilê dewletê’ û ‘meseleya manûnemanê’ civak ji nîqaşê dûr xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Em dixwazin êdî têkoşînê bi rêya siyaseta demokratîk bimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 198’an nobeta Mexmûrê dewr girt: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê piştgirî da banga dayikên aştiyê ya li dijî darvekirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Apoyî: Divê statuya Rêber Apo diyar bibe û gavên hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rewşa Nêrgiz Mihemedî krîtîk e: Di navbera mirin û jiyanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Divê rol û mîsyona YPJ’ê were naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’ê: Di meha Nîsanê de 26 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şaxê mirina gumanbar a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jineke Êzidî piştî 12 salan gihîşte Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJ’ê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Mizgîn Çolaq: Bi berxwedana jinê ya çand û hunerê re wê dijmin têk biçe
Rojava

Mizgîn Çolaq: Bi berxwedana jinê ya çand û hunerê re wê dijmin têk biçe

"Dewleta Tirk a dagirker rojane zarok û jinan qetil dike û dixwaze bi van erîşan çavkaniya jiyana me dagir bike. Em ê bi berxwedana jinê ya çand û hunerê dijmin têk bibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Bendava Tişrînê ku îro wek bendava berxwedanê tê binavkirin, ev 59 roj in ji aliyê gel û şervanên QSD û YPJ’ê ve berxwedanek bêhempa tê meşandin. Li gel vê komên çand û hunerê yên jinan jî beşdarî berxwedana li Bendava Tişrînê dibin.

Di têkildarî vê berxwedanê û girîngiya çand û hunerê de endama Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Çolaq ji ANF’ê re axivî.

‘BENDAVA TIŞRÎN JI BO GELÊ SÛRIYEYÊ JIYAN E’

Mizgîn Çolaq da zanîn ku ev zêdetirî 50 roj in li Bendava Tişrînê gel berxwedanek dîrokî raber dike û wiha axivî: “Ji sala 2016‘an ve me di hunerê de şoreşek çêkir. Ji bo ku em vê şoreşê tevî destketiyên wê biparêzin, me kefenê mirinê qetand û jiyan bi berxwedanê ava kir. Mînaka vê ya herî ber bi çav jî berxwedana dîrokî ya Bendava Tişrîne ye. Dewleta Tirk a dagirker ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike berê xwe daye Bendava Tişrînê. Rojane bi çekên giran û balafiran dixwaze berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê bişikîne. Di heman demê de ev Bendav ji bo gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û temamiya Sûriyeyê çavkaniya jiyanê ye. Bi rêya vê bendavê elektrîk, ava vexwarinê, ava çandiniyê û avhewaya paqij derbasî herêmê dibe. Ji ber wê gel ev yek qebûl nekir û ji bo parastina xak û aboriya xwe berê xwe da Bendava Tişrînê.” 

‘ARMANCA DEWLETA TIRK GUHERTINA DEMOGRAFÎK E’

Mizgîn Çolaq berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê silav kir û got, ew çavkaniya hêzê ne û wiha pê de çû: “Em berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê ji dil silav dikin û ev berxwedan ji bo me cihê serbilindiyê ye. Wekî tê zanîn em îro di nava şerê cîhanê yê sêyemîn de ne. Şerekî normal nîne û yekser li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tê meşandin. Di vî şerî de herî zêde dijmin felsefeya, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kiriye hedef. Ji ber vê jî bi rojane pêşengên jinên azad dike armanc. Dewleta Tirk a dagirker ji gelek aliyan ve êrîşî me dike. Di armanca vî şerî de guhertina demografîk û çandî heye. Dewleta Tirk a dagirker naxwaze gelê Kurd xwe bi xwe rêvebibe. Destkeftiyên gelê Kurd ji bo xwe wek metirsiyek dibîne. Em ê nehêlin ku dewleta Tirk bigihîje armanca xwe.”

‘DIXWAZE HÊZ Û ÎRADEYA GEL BIŞIKÎNE’

Mizgîn Çolaq got, gel tenê ji bo ava xwe biparêze naçe Bendava Tişrînê û wiha berdewam kir: “Li gel vê dixwazin bi şervanên xwe re bi hev re li ber xwe bidin. Gel dema ber bi Tişrînê ve bi rê dikeve, bi çand û hunera xwe re diçe û li ser bendavê çanda xwe bi dîlan, stran û tilîliyan tînê ziman. Dewleta Tirk dema vê dibîne yekser bi balafiran êrîşî gel dike û komkujiyan pêk tîne. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk têk çûye û bi hedefgirtina gel re dixwaze vîna wan bişkêne û teslîm bigire. Em dikarin bi çand û hunerê li dijî dijmin serî hildin. Mirov dikare bi destekî çek, destekî jî tembûr rake. Ev me xurtir dike. Em êdî bi govenda azadiyê re berxwe didin û têdikoşîn. Em bi coşek mezin berê xwe didin Bendava Tişrînê. Lewre em ji mirinê natirsin, wek dayîk ji dibêjin, ’em ji mirinê mezintirin.’ Em ê heta dawiyê li Bendava Tişrînê nobeta azadiyê bigirin. Ji ber ku ax û welatê me, rûmet û hebûna me ne.” 

‘EW NIKARIN BERXWEDANA JINÊ TÊK BIBIN’

Mizgîn Çolaq bi bîr xist ku dema rejîma Baasê desthilat bû, tenê yek al, yek ziman, yek çand ferz dikir û ev yek anî ziman: “Bi hatina Rêveberiya Xweser a Demokratîk re ev yek ji holê rabû û bi felsefeya xwişk û biratiya gelan û pergala hevserokatiyê jiyanek azad hate avakirin. Lê belê bi hatina Colanî re dixwazin careke din rejîma Baasê li gelan ferz bikin. Bi taybet jî ev yek li ser jinê tê ferzkirin, da ku jin jiyanê qut bibe. Dixwazin carekê din jin bixin bin desthilatdariya mêran. Lê ew nikarin berxwedana jin têk bibin.”

‘DEWLETA TIRK ROJANE JIN Û SIVÎLAN QETIL DIKE’

Mizgîn Çolaq wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek jinên Tevgera Hîlala Zêrîn û jinên ji herêma Efrîn-Şehba hatine li vê herêmê xwe bi cih dikin. Me ji Kantona Cizîr heta Bendava Tişrînê bi hev re nobet girt. Nobeta me ya jinan heta dijmin bi temamî têk biçe wê li bendava Tişrînê her bidome. Em wek jinên Hîlala Zêrîn bang li tevahî rêxistinên mafê mirovan dikin û bila peywîra xwe ya mirovî pêk bînin. Dewleta Tirk a dagirker rojane zarok û jinan qetil dike û dixwaze bi van erîşan çavkaniya jiyana me dagir bike. Em ê bi berxwedana jinê ya çand û hunerê dijmin têk bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Corcêt Barsom: Hikûmeta nû ya Sûriyeyê bêyî beşdariya jinan nayê avakirin
Nûçeya Pişt re QSD: 2 çete hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîlayê PJAK’ê banga xwedîderketinê li pêngava azadiya Abdullah Ocalan kir

Gerîlayê PJAK’ê Ferhad Pawe rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelên azadîxwaz pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Zîwer Şêxo: Armanca me afirandina civakek ekolojîk e

Endamê Rêveberiya Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo anî ziman ku xebatên Keziyên Kesk xwe dispêre…

Ji aliyê Stêrk TV

Bîlançoya wêraniya li Xezeyê

Di şerê Xezeyê de ku nêzîkî salekê beriya niha dest pê kir, di gel windayên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

SOHR: Li herêmên Ereb binpêkirinên li dijî Kurdan zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên ji Amûdê: Zarokên me berdin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê HSD û rêveberiya Şamê hatin cem hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzgarê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?