Li Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Piştî cezayê li Konak hate birîn, li partiyên tifaqê û welatiyan li şaredariyê nobet da destpêkirin.
Nobet, di roja duyemîn de didome.
Nobet, di tevahiya şevê de domiya.
Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu, hevşaredarên Dersimê, nûnerên partiyên tifaqê û gelek welatî tev li nobetê bûn.
Nobet, heta serê sibehê dom kir û çalakvanan stran gotin.