Duşem, 27 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Omer Çelîk: Beriya ku meclis têkeve betlaneyê wê qanûna çarçoveyî bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Qanûna çarçoveyê destpêk e, divê Desteya Şopandinê bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar: Binpêkirinên mafan û zext zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Ahbap de operasyona pêla çaremîn: 13 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Gulistan Dokû: 18 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balûken: Nabe ku çareseriya mayinde bi çek danînê were sînordarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hêzên rejîma Îranê li Sine ji heman malbatê 3 kes qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî êrişa Îranê agir bi çiyayê Heybet Sultan ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Pênciwênê hate vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê komxebata derbarê zewaca temenê biçûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êşkence li Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Erkol kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobetên Edaletê: Em nikarin li malên xwe rûnin, em xwedî li îradeya xwe derkevin
Rojane

Nobetên Edaletê: Em nikarin li malên xwe rûnin, em xwedî li îradeya xwe derkevin

Di Nobetên Edaletê de peyama “Heta ku Rêberê me azad dibe jî ji bo me rehetî nîne” hate dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.

STENBOL

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 55’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Başakşehîr, Zeytînburnu, Kadikoy û Uskudarê, Komeleya Çandê ya Dostaniyê (DKDER), Federasyona Komeleyên Panosê, Komeleya Patnosê ya Sancaktepe Stenbolê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyayê (ANYAKAYDER) û MATUHAYDER’ê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê.

Endamê Lijneya Rêveber a DKDER’ê Turker Demîrcî di çalakiyê de axivî û got ku ev sed sal in zilm li gelê kurd tê kirin û ew jî piştgiriyê didin têkoşîna li dijî vê zilmê tê kirin. Demîrcî, wiha got: “Di heman demê de em dostên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ê birûmet in. Di tevahiya dîroka Rojhilata Navîn de yek ji gelên herî zêde rastî zilm, komkujî, êşkence, qedexe û sirgunê hatî gelê kurd e. Dîroka gelê kurd dîroka zilmê û têkoşîna li dijî zilmê ye. Weke sosyalîstan em bêyî şert û merc piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd a li Rojhilata Navîn. Heta ku gelê kurd azad dibe jî em ê her tim bi têkoşîna wan re bin. Li girtîgehan têkoşînek heye. Her kesê ji xwe re dibêje mirov divê deng bide girtîgehan. Têkoşîna li dijî tecrîdê, peywira me ya însanî ye. Divê her kes xwedî li berxwedana dayik û jinan derkeve. Divê tevahiya civakê di mijara Nobeta Edaletê de bihestiyar be.”

Ji çalakvanan Fînce Akman jî di nobetê de wiha got: “Bila her kes xwedî li îradeya xwe derkeve. Em nikarin li malên xwe rûnin, divê em ne rûnin. Heta ku rêberê me azad dibe jî ji bo me rehetî nîne. Divê em Rêberê xwe azad bikin û êdî nav me de be. Azadî nêz e.”  

Ji welatiyên hatiye serdana çalakvanan Ayşe Sarihan jî ev tişt anî ziman: “Em ê rêberê xwe ji wir derxînin. Weke her carê em ê dîsa li ber xwe bidin. Ez, berxwedan û têkoşîna rêbertiyê bi rêzdarî silav dikim. Divê gelê kurd êdî nesekine. Me heta niha li ber xwe da û dê ji vir û şûnde jî li ber xwe bidin û bi ser kevin.”

MÊRDÎN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê li avahiya DBP’ê hatiye destpêkirin berdewam kir. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên ji navçeya Stewrê hatin nobet îro dewr girtin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Mêrdînê û gelek welatî hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. Dîmenên rengîn derketin holê.

Di sihbetan de beşdaran qala girîngiya grevên birçîbûnê, Nobeta Edaletê û Meşa Mezin a Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatine destpêkirin kirin. Çalakvanan ji kesên hatine serdanê xwestin ku tenê bi serdanan bisînor nemînin û li her deriyê dixin qala Meşa Azadiyê û azadiya Abdullah Ocalan bikin.

Dayika Aştiyê û ji xizmên girtiyan Koçer Oncu di çalakiyê de got ku birayê wê 30 sal in girtî ye û ev tişt anî ziman: “Banga me ji bo hemû dayikan û hevalan ew e ku piştgiriyê bidin nobetê.”

Ji Dayikên Aştiyê Atiye Bulgan jî bi lêv kir ku ew dixwazin li dijî tecrîdê encamekî bi dest bixin û wiha domand: “Bila azadî hebe, girtî bên berdan û ev şer bi dawî bibe. Em serkeftin û azadiyê dixwazin. Ez Meşvanên Azadiyê û girtiyan silav dikim.”

WAN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 63’yan de berdewam kir. Rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Elbakê û şêniyên Taxa Suphanê îro hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

EDENE

Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 64’an de berdewam dike. Di çalakiya ku bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê tê domandin de ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyan daxwaza azadiyê hate kirin û beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî berdewam kir. Dayikên Aştiyê û hunermendên tev li çalakiya îro bûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.

Ji çalakvanên nobetê Dayika Aştiyê Maşallah Şakar got ku dê têkoşîna wan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bidome. Nobeta Edaletê bi gotina stranan berdewam kir.

AMED

Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 63’yan de berdewam dike. Çalakvanan pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.

Kedkarên çand û hunerê û dengbêjên girêdayî Navenda Çanda Dîcle Firatê, Ma Mûsîc, Şanoya Bajêr a Amedê, Sînemaya Rojhilata Navîn serdana nobetê kirin. Serdanên ji bo nobetê tevahiya rojê berdewam kirin. Dengbêjan klam gotin û hunermendên Ma Mûsîcê jî bi tembûr û erbaneyan stranên kurdî gotin.

Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

ÊLIH

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê ya di pêşengtiya TUAY-DER’e de hatiye destpêkirin jî di roja 5’an de berdewam kir. Çalakî li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr de tê domandin. Hevserokê MA TUHAY-DER’ê Mehmet Şafî Erol û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê tev li nobetê bûn. Nobet bi gotina stranên kurdî bi awayekî bicoş berdewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bakirhan: Desthilatdariyê di erdhejê de jî cihêkarî kir
Nûçeya Pişt re Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê bi erdhejzedeyan re hevdîtin kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCDK-E: Em ji bo şikandina deriyên Îmraliyê seferber bibin

KCDK-E’yê têkildaîr 1’ê Îlonê daxuyanî da û got: “Em di Roja Aştiyê ya Cîhanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Salek derbas bû: Ne birîn hatin pêçandin ne jî edalet bi cih hat!

Di ser şewata li gundên Şemrex û Xana Axpar re salek derbas bû ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê li dijî Îsraîlê dest bi pêla duyemîn a êrîşa bi fuzeyan kir: 2 mirî, 21 birîndar

Îranê pêla duyemîn a êrîşan li dijî Îsraîlê da destpêkirin. Fuzeyên ku saetên destpêkê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hêzên rejîma Îranê li Sine ji heman malbatê 3 kes qetil kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Spanyayê zêdetirî 172 hezar hektar şewitî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Omer Çelîk: Beriya ku meclis têkeve betlaneyê wê qanûna çarçoveyî bê derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fransayê zêdetirî 116 hezar hektar şewitî 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?