Yekşem, 14 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 14’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di konferansê de ‘Pêşerojeke çawa?’ hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kurd hêmanê damezrîner in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk ji bo Tirkiyeyê derfetekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tenêtiya Sedsalî: Nijadperestî, Bîr û Dubendiya Civakî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li çar bajaran çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PKK: Ji îro pê ve em agirbestê îlan dikin!
Kurdistan

PKK: Ji îro pê ve em agirbestê îlan dikin!

Komîteya Rêveber a PKK’ê ragihand ku ji bo Banga Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk pêk were, em ji îro pê ve agirbestê îlan dikin; “Pêkhatina mijarên weke çekdanînê jî bes bi pêşengtiya pratîk a Rêber Apo pêkan e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Adar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Naveroka daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê ya têkildarî banga Rêber Apo ya bi sernavê ‘‘Ji Gelê Me Yê Welatparêz û Raya Giştî Re” bi vî rengî ye:

“Daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê ya bi sernavê “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk”’, rêya hemû hêzên azadî û demokrasiyê ronî dike û weke Manîfestoya Serdemê ye. Ji bo ku li gelê me û mirovahiyê manîfestoya civaka demokratîk zêde kiriye, em bi rêzdarî Rêber Apo silav dikin.

PÊKANÎNA NAVEROKA WÊ YA BI AWAYEKÎ SERKEFTÎ JÎ GELEKÎ GIRÎNG E

Li gel Banga berbehs diyar e ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêvajoyeke dîrokî dest pê kiriye. Ev yek dê bandoreke mezin li pêşketina rêveberiya demokratîk û jiyana azad a li seranserê cîhanê bike. Girêdayî vê yekê berpirsiyarî dikeve berê me hemûyan; divê her kes li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derkeve û wan bi cih bîne.

Bêguman kirina bangeke bi vî rengî gelekî girîng bû; a niha pêkanîna naveroka wê ya bi awayekî serkeftî jî gelekî girîng e. Em weke PKK’ê bi awayekî rasterast tevlî naveroka Banga berbehs dibin û diyar dikin ku em ê li gorî pêwîstiyên Bangê tev bigerin û wan bi cih bînin. Lê belê ji bo serkeftinê jî divê şert û mercên siyaseta demokratîk û zemîna hiqûqî jî werin dabînkirin.

HÊZA RÊVEBIRINA TÊKOŞÎNÊ Û DANEHEVA PKK’Ê YA HATIYE AVAKIRIN DIDE GEL

Pir eşkere ye ku PKK, bû tevgera heqîqet û lehengiyên mezin ên nîvsedsala dawîn a Kurdistanê. Her tişt bi têkoşîneke mezin a lehengî, fedekarî, berdêl û keden mezin hatin bidestxistin. Em hemû şehîdên leheng ên vê têkoşîna azadiyê bi rêz, hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. A niha em bi heman ruh û baweriyê destkeftiyên dîrokî yên berbehs derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê dibin. Hişmendiya ku Rêber Apo pêşkêş kiriye û tecrûbeya mezin a PKK’ê afirandî, başî, rastî, bedewî û hêza rêvebirina têkoşîna azadiyê ya bi rêya siyaseta demokratîk dide gelê me.

BI QASÎ KU ÊRÎŞ ÇÊNEBIN DÊ TU HÊZÊN ME ÇALAKIYÊN ÇEKDARÎ LI DAR NEXIN

Di vê çarçoveyê de, ji bo ku Banga Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk pêk were, em ji îro pê ve agirbestê îlan dikin. Bi qasî ku li hemberî me êrîş çênebin, dê ti hêzên me çalakiyên çekdarî li dar nexin. Her wiha pêkhatina mijarên weke çekdanînê jî bes bi pêşengtiya pratîk a Rêber Apo pêkan e.

JI BO SERKEFTINA KONGREYÊ DIVÊ RÊBER APO BI XWE BI RÊ VE BIBE

Her wiha em amade ne ku li gorî daxwaza Rêber Apo kongreya partiyê li dar bixin. Lê belê ji bo pêkhatina vê divê şert û mercên guncav werin dabînkirin û ji bo serkeftina kongreyê jî divê Rêber Apo bi xwe ji kongreyê re pêşengtiyê bike û bi rê ve bibe. Heta niha li gel hemû xeta û kêmasiyan me rêveberiya şerî kir; lê belê bes Rêber Apo dikare rêveberiya Serdema Aşitî û Civaka Demokratîk bike.

DIVÊ ŞERT Û MERCÊN AZADIYA FÎZÎKÎ, JIYAN Û XEBITÎNA AZAD WERIN DABÎNKIRIN

Rastiyên şênber pir eşkere nîşan didin ku ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî serketî pêk were, ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn a li ser esasê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo pêşxistina tevgera demokrasiya kurevî, divê şertên Rêber Abdullah Ocalan ên ku karibe bi awayeke fizîkî azad bijî û bixebite bên mîsogerkirin, hevalên wî jî di nav de karibe bê astengî bi kesên ku dixwaze re têkiliyê çêbike. Em hêvî dikin ku pêwîstiyên vê yekê ji aliyê saziyên pêwendîdar ên dewletê ve bên bicihanîn.

BANG NE YA DAWÎ YE DESTPÊKEK NÛ YE

Gel û dostên me yên hêja!

Banga Rêber Apo teqez ne ya dawî ye, berevajî vê destpêkek nû ye. Weke ku di daxuyaniyê de pir balkêş tê gotin û bi awayekî eşkere radixe berçavan ku tiştên ku divê di 35 salên dawî de û bi taybetî di van 20 salên dawî de bihatana kirin, lê bi qasî tê xwestin di dema xwe de nehatin kirin, niha divê teqez bên kirin. Di vî warî de pêwîst e Banga Rêbertiyê, sedemên wê, taybetmendî û erkên pêvajoya nû ya ku daye destpêkirin rast û têr bê fêmkirin û divê pêwîstiyên wê serketî pêk bînin. Divê bi berpirsyarî û cidiyeteke mezin nêzî naveroka bangê bibin û gelekî girînge ku li her qadê bi awayekî serketî were bicihanîn.

DIVÊ EM HEMÛ JI BO SERKETINA BANGA RÊBERTIYÊ XWE BERPIRSYAR BIBÎNIN

Em ji bîr nekin ku barê herî mezin Rêber Apo her tim hilgirtiye ser milê xwe, rêya me ronî dike û pêşengiya me dike. Niha bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ gaveke nû davêje û ji bo hemû bindestan bi taybetî jin û ciwanan pêvajoyeke nû ya têkoşînê dide destpêkirin. Ji ber vê yekê em taybetmendiyên vê pêvajoya nû rast fêm bikin û li ser esasê ku her tim li hemberî her cure sextekarî û êrîşan amade bin, erkên wê bi serketî bi cih bînin. Em rêxistinbûna xwe ya demokratîk û têkoşîna xwe ya azadiyê li her qadê bi cesaret û fedakariyeke mezin li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li çar aliyê cîhanê geş bikin. Divê em hemû ji bo serketina Banga Rêbertiyê xwe berpirsyar bibînin.

BANGA XURTIR XWEDÎ LI 8’Ê ADARÊ Û NEWROZÊ DERKEVIN

Va ye, em ketin meha Adareke nû û kelecana 8’ê Adarê û Newrozê dijîn. Em Şoreşa Azadiya Jinê li ser bingeha Jineolojiyê pêş dixin û li ser xeta Şaristaniya Demokratîk jiyana civaka exlaqî û polîtîk bi rêxistin dikin. Em hewl didin heqîqeta Apoyî bi awayekî rast û têr fêm bikin û şoreşa heqîqetê ku şoreşa zihniyet û şêwazê jiyanê ye pêş bixin. Banga Rêber Apo ya dawî di eslê xwe de banga xurtir xwedî li 8’ê Adarê û Newrozê derkevin û bi kelecaneke mezin pîroz bikine. Ji her kesî zêdetir divê jin û ciwan vê Bangê rast fêm bikin, bi xurtî xwedî lê derkevin û pêdiviyên wê bi cih bînin.

Li ser van esasan em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar û Newrozê li hemû jin û ciwanan, gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê xwedî li banga Rêbertiyê derkevin û li her qadê têkoşîna azadiyê geş bikin!

Bijî Pêşengê Qehreman ê Gelê me PKK!

“Bijî Rêber APO !”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Dewlet divê êdî bersivê bide banga aştiyê ya Ocalan’
Nûçeya Pişt re Ji Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo daxuyanî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çete bombeyan li derdora Bendava Tişrînê dibarînin

Çeteyên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ku piştgiriyê ji dewleta Tirk a dagirker dibînin bi droneyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyên du şehîdan hatin veşartin: Ji bo azadiyê berxwedan!

Cenazeyên şehîd Dilgeş Çiya û Rojhat Serêkaniyê hatin veşartin. Di merasîmê de peyama “ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayên jin 8’ê Adarê pîroz kirin

8'ê Adarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayên azadiyê yên jin ve bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?