Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinê ya Rosa Fîlîz Kaygû bûyerên kuştina jinê ku zêde bûne ji ANF’ê re nirxand û got, “Şêweyê tifaqa paşverû ya AKP’ê û şirîkên wan ên biçûk, li ser polîtîkaya dijberiya li jinê ye, lewma bûyerên tundiyê û kuştina jinê zêde dibin. Weke jin me ti carî ev feraset qebûl nekirine.”
SÎSTEMA PAŞVERÛ JINÊN WELÊ DIXWAZE KU XIZMETÊ JI MÊR RE BIKIN
Fîlîz Kaygû anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê naxwaze jin li qadên jiyana civakî hebin û got, “Mejiyê paşverû naxwaze jin li qadên aborî, siyasî û civakî hebin. Dixwaze ku jin tenê xizmetê ji mê re bike. Ev rewş jî jiedîtî hatina jinê ye, tinehesibandina jinê ye. Em vê sîstema paşverû qebûl nakin. Heta ku ji me tê em têdikoşin. Em jin nîşan didin ku bi têkoşîna xwe hene. Jin êdî naxwazin xizmetê ji mêr re bikin, dixwazin azad bibin. Jin hewl didin mejiyê serweriya mêr bişikînin.”
Fîlîz Kaygû ragihand ku ji ber polîtîkaya bêcezahiştina kiryaran bûyerên kuştina jinê zêde dibin û got, “Desthilatdarî têkildarî sûcên destdirêjî, destavêtin û kuştina jinê ti carî cezayên bi bandor ferz nake. Bi gotina ‘rewşa baş’ kiryar têne berdan. Hûn jî zanin, di pêvajoya şewbê de piraniya tecawizkar û mêrên ku jin kuştin, hatin berdan. Ev rewş nîşan dide ku dewlet ji vê polîtîkayê aciz nîne, berevajî vê yekê piştgiriyê dide polîtîkaya bêcezahiştinê. Beriya bi demeke kurt li Şirnexê çawişekî pispor bi navê Z.Ç. hewl da destdirêjiyê bike. Ji ber polîtîkayên kêm ên dewletê, xelkê Şirnexê bi xwe û bi hêza xwe ya xweparastinê bersiv da bûyera destdirêjiyê. Kiryar hate binçavkirin, ji wezîfeyê hate dûrxistin, lê belê divê mirov qîma xwe tenê bi vê nîne. Divê cezayên giran li kiryaran bêne ferzkirin ku careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin. Bi taybetî li cografya Kuridstanê bûyerên bi vî rengî zêde ne, ku ev yek polîtîkaya şerê taybet e. Em jin êdî naxwazin ev yek bê serê me.”
QADÊN JINÊ BI ZANEBÛN TÊNE ASTENGKIRIN
Fîlîz Kaygû destnîşan kir ku qadên jin karibin bi rengekî azad lê tevbigerin bi zanebûn têne astengkirin û got, “Jinên ku tundî li wan têne kirin, ji ber cihên ku karibin xwe lê bistirîne kêm in, deverekê peyda nakin. Saziyên dewletê, şaredarî, rêxistinên civakî yên sivîl divê ji bo jinan qadan biafirînin. Eger ev qad zêde bibin wê jin xwe ewle bibînin. Bi taybetî divê piştgiriya derûnî ji hevalên jin re bê dayin ên ku tundî li wan hatiye kirin. Jin a zanebûyî tê wateya civaka zanebûyî.”