Meclîsa Şaredariya Farqînê ya Amedê ku ji aliyê DEM Partiyê ve tê birêvebirin, biryar da ku ‘Qada Bajêr a Kiliçarslan a 1’emîn weke ‘Rindêxan’ biguherîne. Ev qad sala 2023’an temam bûbû lê ji aliyê qeyûmê desthilatdariyê ve navê ‘Qada Bajêr a Kiliçarslan ê 1’emîn’ lê hatibû kirin.
Qeymeqamê li Farqînê biryara guhertina nav a ji aliyê şaredariyê ve hate wergirtin bi hinceta ku ‘Ne bi Tirkî ye, di ferhenga Saziya Ziman a Tirk de nîne û li gorî pîvanên ziman ê biyanî ye’ red kir.