Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Parlamentera Swîsreyî Laurence Fehlmann Rielle bal kişand ser rola sereke ya Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de û got, “Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê kampanya azadiyê ya navneteweyî hîn bêhtir bê mezinkirin.”
Gerîlayê HPG’ê Bawer Rûbar û gerîlaya YJA Starê Amargî Îsyan Reqa anî ziman ku ew li ser xeta Bêrîtan têdikoşin û gotin, berxwedana Bêrîtan di vê serdemê de jî li gel zor û zehmetiyan dewam dike.
Penaberên ku ji Lubnanê berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku Rêveberiya Xweser bi her awayî alîkarî bi wan re kiriye, lê belê divê saziyên navneteweyî jî bi erk û berpirsyariya xwe rabin.
Ernest Hemingway dibêje, “Di şer de hûn çiqasî nêzî eniya şer bin, hûn ê ewqasî jî mirovên bedew û leheng nas bikin.” Min lehengê Kobanê Apê Nemir li eniya şer nas kir: Di dest de çek, di çav de şewq û di dil de bawerî… Nivîsa Ersîn Çaksû.