Yekşem, 21 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Amedê ‘Jin û Îslam’ hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Jiyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Elman Demirovic piştgirî da pêvajoyê: ‘Pêwîstiyeke lezgîn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka ÎHD’ê Oya Ersoy: Ji bo rêveçûna pêvajoyê divê statuya hiqûqî ya Ocalan bê pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Xelfetiyê daxuyanî: Em tevlî ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê Ereb: Banga Rêber Apo rêya min a azadiyê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêvajoyê ji gel re vedibêjin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê yê li Ayşe Gokkan hatî birîn, hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Wezîfeya me ya nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Her yek ji me dikare bibe îradeya çareseriyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rojnamevanên jin ên Mexmûrê girtina Kompanyaya Gizîngî Berbeyan şermezar kirin
Jin

Rojnamevanên jin ên Mexmûrê girtina Kompanyaya Gizîngî Berbeyan şermezar kirin

Rojnamevanên jin ên li Mexmûrê girtina Kompanyaya Gizîngî Berbeyan şermezar kirin û ev peyam dan, “Heta ku biryar were betal kirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di pêşengiya rojnemevanên jin de, endamên saziyan yên xweser ên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî girtina saziyên xweser yên li bajarê Başûrê Kurdistanê yê Silêmaniyê daxuyaniyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê hate dayîn.

Di daxuyaniya ji aliyê Rojnamevan Mizgîn Kara ve hatî xwendin de, ev tişt hatin gotin;

“Têkoşîn û berxwedana jinên Kurd ya li tevahiya cîhanê bûye nimûneya jiyan û jina azad, li Başûrê Kurdistanê rastî serdegirtin, astengî û qedexekirinan tên. Di dawiya sala 2024’an de ku hêviya tevahî gelê Kurdistanê û bi taybetî ya jinên Kurd, azadî û bi dawîkirina tundiya li ser jinan bû, li bajarê Silêmaniyê saziyên jin bi serdegirtinên ne qanûnî re rû bi rû man.

Di 31’ê Kanûna 2024’an roja dawî ya salê de, Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Asayîşa Silêmaniyê bêyî nîşandana nivîseke fermî, biryara girtina şîrketa Gizîngî Berbeyan dan. Şîrketa Gizîngî Berbeyan ji bo Jin TV bername çêdikir. Deng û rengê jinên Başûrê Kurdistanê ji raya giştî re radigand.

Di heman rojê de bi ser Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK), Rêxistina Niwêger ya pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye ya eşkerekirina tewanên li dijî jinan de jî girtin. Tevahî serdegirtinên ku çêbûn bi awayekî ne qanûnî û bi darê zorê bûn. Ev serdegirtinên ku pêk hatin li dijî maf, hebûn û rêxistinbûna jinane.

Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo mafên jinan heya niha ti tişt nekirine. Bi qanûnên xwe asta êrîşkarî û tûndiya li dijî jinan zêdetir kirine. Rê li ber tûndî, qetilkirin û bê mafiyê vekirine. Li hemberî polîtîkayên qirêj yên bi aqilê mêrê desthilat tên ferzkirin, têkoşîna jinan jî her bilind bûye. Yên ku herî zêde rastiyên veşartî û rûyên tarî eşker dikin jî rojnamevan in. Ji ber vê yekê êrîşa li dijî Şîrketa Gizîngî Berbeyan, êrîşa li dijî heqîqetê ye.

Em weke jinên rojnamevan yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) û rêxistinên jinan yên li qadê, biryara girtina Şîrketa Gizîngî Berbeyan bi tûndî şermezar dikin. Şîrketa Gizîngî Berbeyan zêdetirî 7 salin bi keda jinan û bi hişmendiya jina azad li Başûrê Kurdistanê ji qenala yekemîn a jinan Jin tv re bernameyan çêdike. Bi dosya û nûçeyên xwe parêzvaniya mafên jinan dike. Nêrîn û dengên jinên nayên dîtin û bihîstin, parve dike. Li peyî tevahî rastiyên veşartî, di şopa heqîqetê de xebat dike.

Li ser biryara girtina Şîrketa Gizîngî Berbeyan û saziyên jinan yên li Silêmaniyê 5 roj derbas bûn. Li dijî serdegirtinan bertek zêde dibin, lê heya niha ev hêz bêdengin. Em bang li van hêzan dikin ku demildest ji biryara xwe ya şaş gav paşve bavêjin. Ji ber ku bi êrişên xwe wê nikarîbin vîna jinan bişikînin û rastiyê bêdeng bikin. Wê şopandina heqîqetê bidome û yên rûreş wê hertim ji aliyê rojanamevanên jin ve werin eşker kirin.

Weke jinên rojnamevan yên Mexmûrê jî em ê li gel hevriyên xwe bin. Heya betalkirina vê biryarê emê têkoşîna xwe bidomînin. Li ser şopa hevalên xwe yên şehîd Gurbetellî, Denîz, Nûjiyan, Gulîstan, Hêro û Cîhan emê şopdarên heqîqetê bin.

Di dawî de em carek din êrişên li ser ragihandin û saziyên jinan şermezar dikin û dibêjin: ‘emê bêdeng nebin û neyên bê deng kirin. Şopdariya heqîqetê wê berdewam bike.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MEXMÛR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çav li rêye şandeya YNK û PDK’ê vê hefteyê bên ba hev
Nûçeya Pişt re Jinên siyasetmedar Sevê, Fatma û Pakîze li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Yekrêziya Kurdî li Qamişlo komxebat hat lidar xistin: Rola me dîrokî ye

Di Komxebata bi navê “Yekrêzîya Kurdî: Awayên Xurtkirina Wê û Asoyên Paşerojê” ku li bajarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi girseyî serdana şîna rojnamevan Gulistan Tara hat kirin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek kesan di roja duyemîn a şîna ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

13'emîn Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler wê roja Şemiyê li herêma Schlieren a Kantona…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Cezayê hepsê yê li Ayşe Gokkan hatî birîn, hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?