Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand, ku biryar bû doh rûniştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî bihata lidarxistin, lê dîsan ji ber ne amadebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê Dadwer Amûzade, cara duyemîn ji bo demek nediyar hate taloqkirin.
Ev cara duyem e ku rûniştina doza çalakvana siyasî ya Kurd tê taloqkirin.
Hêjayî gotinêye ku Werîşe Muradî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hate girtin, ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê ya li dijî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî di 4’ê Tebaxê de beşdarbûna rûniştina dozê redkiribû.