Doza ku bi îdîaya “Rabûna li ber bicihanîna wezîfeyê û heqaretê” li rojnamevan Zeynep Kûray hate vekirin, li 7’emîn Dadgeha Esliyeyê pêk hat.
Zeynep Kûray û parezerê wê Omer Kavîllî tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de ku polîsa bi tundiya li dijî rojnamevanên jin navdar e Melîsa Bodûr gilî kiribû û lê amade bû, parêzer nerazîbûn nîşan da ku muwekîla wê Zeynep Kûray li ser piyan bê sekinandin.
Parêzer Kavîllî xwest, muwekîla wê li kêleka wî rûnê û hukmên qanûnî li bîra dadger xist. Li ser vê yekê dadger mohra xwe danî binê biryareke nehiqûqî û ferman da polîsan ku Kavîllî ji salonê biavêje. Parêzer nerazîbûn nîşanî vê yekê da.
Rojnamevan Zeynep Kûray jî avêtina parêzer ji rûniştinê şermezar kir û xwest dadger bê guhertin.
Rûniştinê dosya ji dadgeheke jorîn re şand û rûniştina dozê ji bo 2’ê Tîrmeha 2024’an taloq kir.