Cîgirê Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Agahdariyê yê Unesco, Tawfîk Jelassî, got: “Cihêkariya cîhana rast tenê di qada dîjîtal de xuya nake, lê li wir tê xurtkirin.”
Li gorî lêkolîna ku di navbera Tebaxa 2023 û Adara 2024’an de hatiye kirin, ev qalibên zimanî navên jinan zêdetir bi peyvên wekî “mal”, “malbat” an “zarok” ve girê didin, lê navên nêr zêdetir bi peyvên wekî “kar”, meaş” an “kariyer” tê girêdan.
Lekolîneran her wiha ji wan xwest ku çîrokan li ser mirovên ji esil û zayendên cihêreng biafirînin.
Dema ku mêrek Îngilîz bêtir wekî mamoste, ajokar an xebatkarê bankê were pêşkêşkirin, jinek Îngilîz herî kêm di %30 ji nivîsarên hatine afirandin de wekî xebatkarek seksê, modelek an garson tê pêşkêşkirin.
Audrey Azoulay, Rêvebirê Giştî yê ajansa Neteweyên Yekbûyî, destnîşan dike ku ji ber ku van sepanên mejiyê çêkirî her ku diçe ji hêla gel û karsazan ve zêde têne bikaranîn, hêza wan heye ku têgihîştina bi mîlyonan mirovan biafirînin.”
Azoulay di daxuyaniyeke çapemeniyê de dibêje; “Di naverokên wan de nerastiya zayendî ya herî piçûk jî dikare newekheviyên cîhana rastîn bi girîngî zêde bike.”
Li gorî hejmarên Forûma Aborî ya Cîhanê, tenê %22 ji endamên tîmê ku li seranserê cîhanê di qada mejiyê çêkirî de dixebitin jin in.
Dezgeha Neteweyên Yekbûyî her wiha bang li hikûmetan dike ku bêtir rêziknameyê bidin da ku “mejiyê çêkirî yê etîk” misoger bikin.