Sêşem, 19 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li dijî Şaredariya Beşîktaşê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mercan Gul: Dewlet dixwaze dîroka Elewiyan li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Ûysal: Mafê Hêviyê nabe ku bê taloqkirin, divê Meclîs wêrek be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Êdî dema avakirina meclîsên ziman li her derê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vasfî Hoştaş û Îlhan Keklîk ku berdana wan dihat astengkirin, hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê dîmenê mikurhatinê yê sîxurekî Îranê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîl a serberz xemla biharê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê hêrsa gel mezin dibe: Çalakvanan tesîsên kanên zêr şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê civîna meclisa giştî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin herî zêde li mala xwe têne kuştin: Mekanîzmayeke pêşîgirtinê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya TAJÊ bi hilbijartina koordînasyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemmedî ji nexweşxaneyê hat derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kongreya TAJÊ peyama hevpar: Divê yekîtiya jinan bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dê 3’yemîn kongreya xwe ya asayî lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Werîşe Muradî: Êriş li dijî tevahiya civakê ye, lê berxwedan wê bi ser bikeve
Jin

Werîşe Muradî: Êriş li dijî tevahiya civakê ye, lê berxwedan wê bi ser bikeve

Siyasetmedara Kurd Werîşe Muradî ku cezayê darvekirinê li Îranê lê hatiye birîn, got "Hewl didin civakê bi temamî mehkûmî zext û darvekirinê bikin. Lê belê berxwedan wê bi ser bikeve."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Çile 2025 Dema xwendinê: 18 dq.
Parvekirin

Werîşe Muradî bi mebesta salvegera kampanyaya ‘Sêşemên Ji Darvekirinê Re Na’ ji Girtîgeha Evînê nameyek şand. Werîşe Muradî bi bîr xist ku li Kobanê di çeperên li hemberî DAIŞ’ê de cîh girtiye. Werîşe Muradî got: “Ez rêhevala wan kesan im ku heta dawiya emrê xwe têkoşiyane û gotine piştî ku ez şehîd ketim li ser kêliya gora min ‘hê jî deyndarê gelê xwe me lê ji vê dinyayê diçim’ binivîsin. Me ji wan hîn kir ku têkoşîna ji bo rastiyê û mirovahiyê hatiye fedakirin, deyneke ku divê mirov berdêla wê hêvî neke bê dayîn.

Werîşe Muradî bang li jinan kir û got: “Cezayê darvekirinê ji bo me hat dayîn, ji bo me! Em, yanê perçeyek jinên dîl ên liberxwe didin! Min û rêhevalên xwe, wek nûneriya civakek ceza xwar. Bi rastî ev, xewnek ji bo tevahiya civakê hatiye dîtin e. Hewl didin ku zextê yanê darvekirinê li hemû civakê ferz bikin. Lê helbet ewê rastî berxwedanê bên.” Werîşe balê kişand ser girîngiya piştgiriyê û wiha berdewam kir: “Destekên ku hem ji hundir hem jî devre tên dayîn, ji bo rakirina biryarên darvekirinê mezin dibin û ev ji bo me destekek e. Me li hundir li hember sûcdarkirin û ferzkirinên hêzên ewlehiyê serî danenî û me liberxwe da. Civak jî piştgiriyê dide me û ev piştevanî nîşaneya herî girîng a berdewamkirina têkoşîna li hember pergala dewleta zordar a li Îranê ye.”

Werîşe Muradî bi bîr xist ku gel li hember vê yekê grevek li dar xistiye û wiha got: “Greva ku vê paşê gelê Kurdistanê pêk aniye jî, şewqeke vê yekê bû û divê bê pîrozkirin. Di girtîgehê de têkoşîn germ e, rasterast li çeperan tê jiyîn. Ji ber ku ev têkoşîn herkesî eleqedar dike û mijara esasî, rojeva bingehîn û rastîn ev e. Lewma jî aydiyetên netewî û siyasî dikevin plana duyemîn (û bi rastî dikevin cihê ku pêwîst e lê bin). Ev, berxwedanek li hember pişguhkirina meseleyên bingehîn ên girtiyan e. Li hember desteserkirina mafan û pêkanînên dermirovane yên di girtîgehên Îranê de, têkoşînek bêhempa hatiye meşandin û hê jî berdewam dike.”

Werîşe Muradî li ser kampanyaya ‘Sêşemên Ji Darvekirinê re Na’ yên her hefte tê lidarxistin jî rawestiya û wiha got: “Ger ku me jinan ev berxwedan girtibe ser milên xwe, ev ji aliyek ve encama hêrsa li hember pergala heyî ya mêraneya ku neyarê jinan e, ji aliyê din ve jî bibiryariya me ya zexm a ji bo azadiyê ye. Li girtîgehên cuda yên Îranê her Sêşem, kampanyaya ‘Ji Darvekirinê re Na’ tê berdewamkirin; ev çalakiya yekbûnê ya ku mirovahiya me û nirxên me yên bingehîn derdixe hole ye. Bangeke hevpar e ku balê dikşîne ser mafê jiyanê û daxwaza rakirina cezayê darvekirinê yê li Îranê. ‘Sêşemên Ji Darvekirinê re Na’, dengê yekîtiya mirovahiyê yê li hember kuştinên bi destê dewletê ye ku armanca wan avakirina tirs û xofa di nav civakê de ye.”

Werîşe Muradî destnîşan kir ku ev zilma ku ji sîstemeke bêkontrol keda xwe dîstine, hemû dinyayê ber bi tunebûnê ve dikşîne. Nameya Werîşe Muradî wiha berdewam kir: “Nexwe mirovahî, rastiya hebûna me hemûyan e. Lewma jî têkoşîna me, têkoşîna hemû mirovahiyê ye; têkoşînek ku li ser navê tevahiya civakê û li ser navê tevahiya civakê û ji bo parastina hebûnê hatiye dayîn e. Em ‘Jinên ku liberxwe didin’, hêza xwe ya bilêvkirina daxwazên xwe ji vir digirin; ji ber ku têkoşîna me, daxwazên hemû civakê nîşan didin. Nîşandana sekneke rast, ji hemû kesên ku li rastiya civakî digerin re vê hêz û biryardariyê dide karkirin. Ev, ‘jiyanek azad’ a ku em dikin şûna ‘jiyanek şaş’ û divê em bikine.”

Werîşe Muradî li ser pergala heyî ya li ser bingeha qezenca zêde hatiye avakirin jî rawestiya û wiha got: “Pergala bavsalarî ya ku li dinyayê serdest e, bi hemû awayên xwe berovajiyê rastiya hebûna mirovan û mirovahiyê ye. Avabûnek ku bi jiyanê bi xwe re di nav nakokiyek de ye. Me hewl daye ku em vê pergalê ji nû ve şîrove bikin. Me xwe ji qalibên teng ên zayendparêz, serdestiya zayendparêziyê, çînî û baweriyên teng rizgar kir û em li xwezaya wê ya rastîn dinhêrin. Ev pergal bi hezaran salan ji rêça mirovahiyê dûr ket û li dijî jinê (bi rastî jî rasterast li dijî jiyanê, dema ku em difikirin ku jin û jiyan hevwate ne) ava bû, piştre zilam xist bin destê xwe û piştre xweza kir hedefa êrîşên xwe. Baş e, armanca dawîn a vê pergalê çi ye? Qezenca zêdetirîn!” Xirsa madî ya çavnebar a ferasetek ku xirab bûye! Li hember vê yekê dive çi bê kirin? Helbet divê têkoşîn bê meşandin!”

Werîşe Muradî diyar kir ku ew jî perçeyek vê jiyanê ne û wiha got: “Vaye mesele li vir perçe dibe. Hinek hewl didin ku bibin perçeyek vê sîstemê, jê para xwe bigirin û wê rewa bikin, alîgirên azadiyê jî li hember wê serî radikin û hewl didin rotaya mirovahiyê tekûz bikin. Di dîrokê de ev alîgirên azadiyê, bawer kirine ku dive mirovahî bi xwezayê re û di nav ahengek de bijî. Van baweriyên xwe li gor şertên serdemê bi teşe kirine, bi biryardarî û îradeyê ketine nav têkoşînê. Em jî perçeyek vê pêvajoya dîrokî nin. Têkoşîna me, berdewama heman rê ye û tenê armancek heye: Jiyanek mirovane! Jiyanek xweş, rast, azad!”

Werîşe Muradî li ser bandorên vê pêvajoyê yên li ser jinan û nifşan jî rawestiya û wiha şîrove kir: “Nifşên me yên berê her yekî li gorî kapasîteya xwe ya fikrî ev pirsgirêk pênase dikirin û ji bo çareserkirinê têdikoşiyan. Hinek bi bawerî û meylekê, hinek bi şîroveyeke felsefî, hinek bi vegotineke edebî û hinek jî bi tehlîleke çînayetî li dijî zilmê rawestiyan. Jinan her tim di nava vê pêvajoyê de cih girtine, bûne parçeyek ji bindestan û her tim herî zêde êş kişandine. Lê ew ti car nebûn mijara sereke ya têkoşînê; Ew tenê wekî hêmanek zordariyê dihatin girtin, lê wek mexdûrên bingehîn nehatin dîtin. Îro me ev astengî derbas kir. Em difikirin ku pirsgirêka herî bingehîn a jiyana heyî, mijareke zayendperest e. Tenê dema ku newekheviya zayendî ji holê rabe dê fersend hebe ku hemû pirsgirêkên din çareser bibin. Hemû pergalên agahdariyê yên serdest hewl didin ku rastiya pirsgirêkê berevajî bikin û ji çareseriya rastîn dûr bixin.”

Werîşe Muradî destnîşan kir ku lê belê ev sedsal sedsala jinê ye û jin bi hêza fikrî û pratîkî ji bo mafên xwe têdikoşe û pêdiviyên vê têkoşînê pêk tîne. Di berdewama nameyê de Werîşe wiha got: “Pêşketinên teknolojî û zanistî jî di vê riyê de alîkariya hemû têkoşeran, bi taybetî jinan dike. Jin bi sûdgirtina ji asta zanistiya zanistî ya ku bi dest xistine, bi îradeyek ji pêdiviya azadî û rizgariya ji koletiyê derketiye, di têkoşîna wekheviyê de gavên mezin avêtine. Ji ramanwer, zanyar, nivîskar û hunermendan bigre, heta jinên di jiyana rojane de têdikoşin, her yek ji wan mafê xwe yê mirovbûnê parast û destnîşan kir ku divê wek obje neyên nirxandin. Ew hemû tecrubeyên jinê yên ku bingehek zexm ji bo bidestxistina azadiyê pêk tînin, tîne.”

Werîşe Muradî diyar kir ku di vê pêvajoyê de jinên Kurd ji têkoşînê paşve gav navêtine û bi zanebûna xwe ya xurt a çandî û civakî hem beşdarî vê “tekoşîna jiyanê” bûne û hem jî zanebûna têkoşînê mezin kirine. Werîşe da zanîn ku jina Kurd îro bûye sembola têkoşîna jinê û wiha pê de çû: “Roja 26’ê Çileyê, salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji destê DAIŞ’ê bû. Herkes vê yekê wek ‘destpêka bidawîbûna DAIŞ’ê’ qebûl dike. Ev destpêka tariyê bû, yekem çiraya ronî û ronahiyê bû. Jinên Kurd bi awayekî çalak beşdarî vî şerê li dijî hemû cîhanê bûn, paradîgmaya baviksalarî pirsîn û gelek pêş de çûn û wek pêşengên şer cîh girtin. Hem mîna ronî û ronahiyê li dijî tarîtî û zilmê têkoşiyan, hem jî ‘pirsgirêka jinan’ wek kêşeya sedsalê, bi hêzeke bêhempa anîn ser dikê.”

Werîşe Muradî da zanîn ku ew bi xwe jî beşdarî şerê Kobanê bûye û wiha got: “Hinek birînên min ên wisa çêbûn ku îro jî carcaran diêşin. Ev êş, wek berdêlek ku min li ser navê mirovahiyê daye, her tim di bîra min de ye. Belkî wîjdana min hinek rihet be ku min deynê xwe yê li hember mirovahiyê bi kêmanî heta radeyekê daye. Min di tevahiya jiyana xwe de têkoşîn da û di kêliya şehadetê de min got, ‘Li ser tirba min binivîsin ku ez bêyî ku deynê xwe bidim gelê xwe ji vê dinyayê derketim çûm’ Ez rêhevala wan kesan im ku dibêjin ‘Em vê çandê ji wan fêr bûn; Têkoşîna ji bo heqîqet û mirovahiyê deynek e ku divê her yek ji me, bê bendewarî û bi fedakarî bide.”

Werîşe Muradî balkişand ser girîngiya serkeftina Kobanê û wiha got: “Her ku serkeftina Kobanê tê pîrozkirin, heyecan û serbilindiya ku ji vê nêzîkatiyê derdikeve, biryardariya min du qat dike. Yek ji sûcên min ên herî mezin niha ew e ku ez li dijî tariyê serî radikim. Ez bûm rêhevala kesên ku mirovahiyê rizgar kirin. Ji vê dijwariyê diyar dibe ku yên ku min dadbar dikin li kîjan alî ne. Ev pergala baviksalarî bi ti awayî berxwedana jinan qebûl nake, bi taybetî jî naxwaze qêrîna şahî û serkeftina wan a li hemberî hêzeke tarî û dijmirovahî bibhîze. Me ewil metirsiya ku li ser mirovahiyê gefek e, nas kir û bê dudilî li hemberî wê serî rakir û serkeftinek mezin bidest xist. Îro jî hewl didin vê şikestinê derman bikin, lê ev dem jî sedsalek ji planên herêmê bidawî bû bijart.”

Werîşe Muradî bal kişand ser peymana Sykes-Picotê û wiha got: “Em neviyên wan kesan in ku bi peymana “Sykes-Picot” birîndar bûne. Gelê me ew gel e ku zilma Lozanê heta hestiyê xwe hîs kiriye, bi têlan hatiye daliqandin, bi her cure çekan hatiye qetilkirin, rastî êrîşên kîmyewî hatiye, bi polîtîkayên Enfalê hewl dane tine bikin û li her quncikek qirkirin dîtiye. Niha, em di vê sedsalê de, di serdema teknolojî û îstîxbarata çêkirî de ku bi pirsgirêkên siyasî û civakî barkirî ne de, dikevin vê sedsalê. Lê niha em bi biryar in; Em ê di vê sedsalê de ne tenê pêşî li qirkirina fizîkî bigirin, ‘qirkirina çandî’ jî emê pênase bikin û bi hemû hêza xwe têbikoşin. ‘Jîn, Jiyan, Azadî’ dirûşma me ye û nîşaneya sembolîk a paradîgmaya me ya rewşenbîrî ye; Ev paradîgma bi zelalî li ser pirsgirêkên bingehîn ên dinyayê û gelên îroyîn radiweste.”

Werîşe Muradî da zanîn ku niha ji ber vê yekê xwe bi sînorên neteweyî, zayendî û çînayetî ve girê nadin, hewl didin ku pirsgirêkan bi perspektîfek berfirehtir û firehtir çareser bikin. Nameya Werîşe Muradî wiha berdewam kir: “Ji ber ku niha piraniya pirsgirêkên gerdûnî hemû mirovahiyê eleqedar dikin, nêzîkatiya herî mantiqî ye ku têkoşîna me di asta gerdûnî de be. Pirsgirêkên gelan ên hevpar hene, lewma têkoşîna me li ser rastiyên hevpar pêk tê. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxwazên hevpar ên piraniya gelên cîhanê îfade dike: jiyana azad û demokratîk. Ev sira piştgiriya ji bo girtiyên jin ên li seranserê dinyayê ye. Dinya li têkoşîna me ya nirxên gerdûnî temaşe dike û destek dide. Em di vê rê de pêşve diçin.”

Werîşe Muradî destnîşan kir ku niha herêm di pêvajoyeke nû ya teşekirinê de ye û wiha pê de çû: “Gelek hêz ji bo xêzkirina nexşeya siyasî û civakî ya herêmê dixebitin. Di vê pêkhatina nû de tunebûna îradeya gel bi zelalî tê dîtin. Niha ku gel bi hêztir bûye û xwedî şiyana gotinê ye, pêwîst e ev enî bê xurtkirin: eniya civak û gel. Herêm di nava gelek pêşbazî û pevçûnan de ye û nêzîkatiyên stratejîk ên girîng jî di rojevê de ne. Divê di vê têkoşînê de nêzîkatiya çareseriya pirsgirêkên civakê jî hebe. Pirsgirêka me ne meseleyeke ferdî ye; Rastiya ku em di têkoşîna xwe ya siyasî-civakî de rastî cezayê girtîgehê û darvekirinê tên, parçeyek ji vê têkoşînê ye. Ji ber vê yekê divê fikir û tevgera me di heman çarçoveyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û civakî be. Bi vî awayî em wateyekê didin jiyana xwe. Bi derketina ji qalibên takekesî û helandina nav civak û civakê, em armancek hevpar dişopînin.”

Werîşe Muradî balkişand ser ‘netewa demokratîk’ û wiha got: “Neteweya Demokratîk doktrîn û tezek e; Ev hemû armancan dihewîne. Ev çareserî armancên ku jiyana hemû gel û çînan misoger dike dihewîne. Çareseriyeke ku her kes jê sûd werdigre û zirar nade tu kesî. Ev nexşeyek rê ye ku em dikarin têgihîştina jiyanê birêve bibin. Ez di wê baweriyê de me ku yan divê em jiyanê nejîn, an jî bi wate û bilind bijîn. Gelek planên ku dixwestin wate bidin jiyanê, rastî êrîşên dijminan hatin û hin pêşengên wan ji bo armancên xwe canê xwe feda kirin. Lê belê li şûna tirsê, vê yekê hêviya domandina têkoşîn û jiyanê afirand. Min jî heman gav avêt û bi rewşa xwe ya heyî re rû bi rû mam.”

Werîşe Muradî balkişand ser Ferzad Kemangerê ku ji aliyê rejîma Îranê ve li ber çavên zarokê wî hat darvekirin jî û wiha got: “Di dema lêpirsînê de heman lêpirsîner got ku Ferzad Kamanger li hemberî min rûniştibû û beriya 15 salan Ferzad jî li vir rûniştibû, lê nekarî tiştekî bike, mirina xwe ji bo xwe afirandiye. Min got, ‘ger ku ez îro li vir rûnim, ev encama têkoşîna Ferzad e. Ferzad bi mirina xwe re rêya jiyaneke bi wate nîşanî me da, dîsa jiyan da me. Ger we Ferzadekî bişanda darvekirinê, bi sedan gel li pey rêya wî bû, ji ber ku Ferzad, Şîrîn, Ferhad, Soran û em di wê baweriyê de ne ku her gav dikare bibe azmûnek li ser rêya azadiyê û em ê vê azmûnê bi fedakirina azadiyê bi ser bixin.”

Werîşe Muradî ragihand ku ew niha di şûna ku li ser biryara xwe bifikire, giranî dide têkoşîna xwe, gelê xwe û rojên li pêşiya herêma wan. Nameya Werîşe Muradî bi van gotinan bidawî bû: “Têkoşîn meseleya me ya sereke ye û dîwana me jî parçeyek ji wê ye. Piştgiriya me û li dijî desthilatdariya me parçeyek ji têkoşîna hêja ya mirovahiyê ya ji bo jiyanek azad, bedew, rast û azad a mirovan e. Di vê riyê de prensîba têkoşînê ev e: ‘Ez dixwazim wê çarenûsa ku di lîstikên trajîk ên jiyanê de her tim dubare dibe, ji bo azadiyê hilweşînim. Ji vê lîstikê re dibêjin ‘rastîn’ û tenê bi têkoşînekê bi dawî dibe, wê demê çarenûs têk biçe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nameya Jinan: Rêveberiya Xweser nas bikin
Nûçeya Pişt re YJK-E’yê nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî Gokay Akbulut da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tacîza çawişê pispor hate protestokirin

TJA’yê tacîza çawişê pispor ê Şirnexê protesto kir û peyama parastina cewherî da.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Hedefê destpêkê ya çeteyên Îslamî û cîhadî dîsa jin bûn’

Çalakvana Însîyatîfa Pêwîstiya Min bi Aşitiyê Heye Roza Kahya, got ku êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê navbera Pakistan-Efganistan didome: Bi sedan mirî û birîndar hene

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 26’ê Sibatê û vir ve, di şerê navbera Pakistan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Ebola bi lez belav dibe: Li Kongoyê heta niha 131 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK’ê dîmenê mikurhatinê yê sîxurekî Îranê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kubayê peyameke tund da DYE’yê: ‘Mafê me yê xweparastinê heye’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li DYE’yê êrişa li ser mizgeftê: 3 mirî, êrişkaran xwe kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?