Yekîtîya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê(YCWK) derbarê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Rojava de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurdistanê hate kirin û wiha hat gotin:
‘DEWLETA TIRK RÊYÊN KOMKUJIYÊ DIGERE’
“Dewleta Tirk a ku dîroka xwe bi qirkirin, sirgûn, zilm û dagirkeriyê hûnandiye, îro jî dixwaze heman tiştan pêk bîne. Dewleta ku li Rojhilata Navîn bi xeyalên Mîsak-î Mîllî tevdigere, ji bo ev pêk were xwedî li çeteyên weke DAÎŞ, HTŞ û OSO derdikeve û bi destê çeteyan li ser axên Rojava û Sûriyeyê bingeha komkujiyê birêxistin dike. Dewleta Tirk a qirker bi vê yekê li Rojava û Sûriyeyê dixwaze êrîşî destkeftiyên gelê Kurd û gelên herêmê bike.
‘PÊWÎST E GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ TEVLÎ PARASTINA ROJAVA BIBE’
Komkujiya ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şehba-Til Rifat a ku bi sed hezaran Kurd lê dijîn daye destpêkirin, êşkenceyên li hemberî jinan yekeêm pêngava senaryoya qirêj a li dijî gelê Kurd e. Bêguman hêzên azadiyê yên li Rojava û gelê me wê bi zanabûna şerê gelê şoreşgerî bi awayek, çalak tevlî seferberiya ku hatiye destpêkirin, bibin. Rola gel û ciwanên Bakurê Kurdistanê ya di şoreşa Rojava de naye paşguhkirin. Ji ber vê yekê pêwîst e gel û ciwanên welatparêz ên li Bakurê Kurdistanê tevlî Rojava bibin. Pêwîst e li her derê Tirkiyê û Kurdistanê bikin cihê şer û rola xwe ya dîrokî dubare bilîzîn.
JI CIWANÊN WELATPARÊZ RE BANGAWAZÎ
Ji vir em bang li ciwanên YCWK’ê dikin. Dem dema bersivdayînê ye. Dem dema pêşxistina serhildana li her derî û şikandina cureta dewleta Tirk e. Divê ciwanên Kurdistanê bizanibin ku ev xetereyê ku sînorên sebr û tehemilê derbas kiriye, wê bi serhildanan were derbaskirin. Divê ciwanên Kurdistanê yên ku bi gelek serhildanan re pêşengtî kirine, a niha li her derê tevbigerê û herkesî bixe tevgerê.”