Ezmûnî Kar u Jiyan le Çîn (4)
Qazî: le buwarî lêkolînewe da, kesêkî ke wekû lêkolerewe lewê kar deka mehdûdîyetî nîye le rûy destirageyiştin be zanyarî. Be zanyarî derewe, ke be şêwey resmî bilaw dekrêtewe.
Sîvan Se’îd: Belê ye û nexêre cuwabeke. Mehdûdîyetêk heye, ewane ke hesasin beranber siyasetî wilatî Çîn, rexnegirtin bê le Çîn û le wilateke û pênc şitî hesas heye lewê ke dewletî Çîn hez naka kes destî lê bidat. Min wek kesêkî xerîb ke lewê mamostayetî dekem amojgarî kirawim ke dest lew pênc şite nedem eger emewê îşekem be îsrahet birwat. Û beder lewane hemû şitêk azade.
Qazî: Yanî wextêk eto lewê dest bekar dekey be aşkira ewet pê delên? Le katî damezrandin da.
Sîvan Se’îd: Ta radeyek nexêr, meselen qise kirdin le ser babetî Taywan û Çaynay mezin da, Çayna mainland. Meselen Taywanîyekan pêyan waye ke Çayna beşêke le Taywan û ta rabirdûyekî ne çendan dûrîş Taywan nwênerî Çayna bû le Umemî Mutehîde belam duway ewey Çîn be resmî nasra le salî 1972 hate Umemî Mutehîde. Çayna pêy waye nexêr ewan beşêkin ebê bigerênewe ewe hîkayetêke. Meseley Tîbet bo azadî û serbexoyî Tîbet û Dalay Lama ewe hêndêk sûre, meseley Şîncan province, ewe cêgeyeke ke Turkî lêye û musulmanî lêye û dawa deken ke xoyan wilatêkî tir bin. Meseley Hong Kong û qise kirdin le ser ewey ke Hong Kong çîye. Û muqate’eyekî piçûk heye le naw Bêjîn daye, le naw Bêjînî paytext daye ke ewanîş hest be ewe deken ke hendêk. Ew pênc şite dest lê nedey ewîtirî muşkîle nîye meseley esasîş le her pêncyan da meseley wehdey wilatekeye. Yekangîrbûnî ew wilate û qise le ser pert nebûn zor girînge le layan.
Qazî: Zor başe. Ême lew wênaney da ke berêzit lewê helit girtûn debînîn le kobûneweyek da xwêndkaran danîştûn û lewê wêneyekî berêz ‘Ebdulla Ocalan debînîn yan le cêgayekî dîke wêneyekî berêz Nesrîn ‘Ebdula debînîn. Yanî zanyarî dan le ser Kurdistan le kadrî lêkolînewe û ders danit da ewet kirdûwe yan be çi şêweyek ewet kirdûwe. Kardanewe û şêwey pêşwazîkirdinî xwêndkarekan lewe çon bûwe?
Sîvan Se’îd: Belê. Em cilubergeye û ewey lewê heye ke layekewe emin rêm heye lew wilate da beder lewey ke min aydêntîtîyekî Englîzîm heye ke bilêyn wekû Birîtanî wekû wetendaşêk lewê, wek hawnîştimanîyek belam lew layşewe min hem wek hevdîtnî xom legel zankoş da ke nizîkey bîst kesêk muqabeley minyan kirdûwe înca îşekeyan pê dawim wekû mamosta lewê, min gutûme lewê ke min xelkî Kurdistanim, lew şare le dayik bûm û eme le mêşkim da heye belam beder leweş min be şêweyekî ‘îlmî û akadêmî qise dekem başekan û xirapekan le ser Kurd yan ‘Ereb, yan Turk yan Fars yan her kes debêjim. Lew bareyewe ewe hebû û ew wênane hendêk balkêşn ke êsta êwe bilawî dekenewe.
Qazî: Le pêwendî legel ew meseleye da birêk rabiwestîn. Zanyarî xwêndkarekan. Wa heye ke xwêndkarekan pêştir hîç agadarîyekyan hebûbê, hîç şitêkyan bîstibê bo numûne le ser wez’ û barudoxî Turkya? Yan le ser barudoxî Kurd be giştî?
Sîvan Se’îd: Belê min yekêk lew mamostayane ke Çînî ye. Wênekeyim legel gîrawe lewê profêsor Lî ew boxoy dû kitêbî heye le ser Kurd kitêbikyan le transformationî êstaye, ew alugorey ke êsta rû deda le turkya le lhazî kurdanewe, beşêkî trîşyan be ‘am le ser mêjûy kurd îşî kirduwe. Ewe yekêke lew kesaney ke min be hoy ewewe lewê îş dekem çunke dostme û pêştir pêwendî pêwe kirdûm çend sal lemew pêş bo ewey yarmetî bidem bo behsekey. Eme lem wêneye da pirofêsor Lî debînîn [amaje deka be background] ewe way kirdûwe ke xwêndkarekan lanî kem le beşî mêjû û civilization da bizanin û beder leweş sêntirêk ke lewê le ser rojhelatî nawerast heye ke leser ewê qise deka û bo ewan rojhellatî nawerastîş rojawaye. Çunke kewtûwete rojaway ewan. Sêntirêkî tir lewê heye ke sêntirî Turkya û gele Turkekane yanî Turkic ereas, meselen Turkistane, Turkemenistane, ne tenya ew Turkiyay êsta. Beşêkîş xoyan heyane. Ewe sêntirin û çendîn research u lêkolînewey ciyawaz ciyawazî lê kirawe, lew bareyewe bilêm belê meseley Kurdîş nasrawe deşzanin ke Kurd heye belam lanî kem bo ew kesaney ke xwêndkarî master yan PhDîn întirêstyan heye lewey ke bizanin, hezyan leweye ewe bizanin.
Qazî: Emin le bîrme carêk berêz Celal Talebanî basî ewey dekrid degel karbedestêkî Çînî ke qisey kirdûwe û pêy kutûwe min xelkî Kurdistanim, kabra sê çuwar carî lê dûpate kirdûwetewe kutûyetî Pakistan, Efxanistan her neyzanîwe Kurdistan le kwêye. Belam êsta renge ew meseleye gorabê. Wa bizanim corêk pêwendî bazirganî heye le nêwan Kurdistan û Çîn da. Tenanet le salanî rabridû da basî ewe dekra jimareyek le Kurdekan be rêgay Pakistan ra xoyan geyandûwete ewê tenanet le Çînîş penaberî Kurd heye. Şitî wat bîstuwe cenabit?
Sîvan Se’îd:Belê le Yaban penaberî Kurd heye. comminuty Kurdî mezintire leber ewey Yaban heqî penaberî deda be xelik belam le Çayna meseley penaberî heta erroş tazeye û nîye û konsêptêk nîye bo ewey emin bibim be penaber lewê çend hezar kesêk le Koryay Bakûrewe rayan kirdûwete ewê belam nawî penaberyan lê nanrê û mafî penaberêtîşyan nîye. Ewe bo meseley penaber. Meseley Kurd ke çûnete ewê û heye ewendey ke min agadarim û le şarêke le Şanghay yewe sê se’at dûre be nawî ” Iw”, ew şare çêştxaney Kurdî lêye, nizîkî çend hezar Kurdêkî lêye.
Qazî: hezar?!
Sîvan Se’îd: Çend hezar Kurdêk, çêştxaneyekyan heye, mizgewtyan heye, melayan heye belam be zorî Kurdî Rojhelatî Kurdistan û Başûrî kurdistanin û le halêkî weha dan ke hêşta nebûn be fermî, meselen tucarin, kasbin, bazirganin carî waye lorî gewre gewre pir eken le kelupelî Çînî deyhênin le Kurdistan le Silêmanî, le Hewlêr, le Bane, le Seqiz, le Sine deyifroşn.
Qazî: tenanet basî ewe dekrê ke hêndêk le cilubergî Kurdî lewê dedirwê û dehênrêtewe bo Kurdistan. Çunke le seryan nûsrawe: Made in China.
Sîvan Se’îd: Her xerîteyek to bibey, her çî to bitewê durustî bikey deybet û delêy min lewe dehezarim dewê, penca hezarim dewê. Be fewqî hefteyek bot durust eken û eyxene lorî bot û bo kwêt ewê bot enêrin, belam mebestî min eweye eme le fermîyetî dewletî Çîna şitêkî wa nîye. Eme komelêk tucarin, emaney tucarî destî dûn legel ewan da îş deken. Ew vîzayey ke emane pêy hatûnete naw Çayna vîzay turîstî ye, vîzay holiday û be hîsab hatûn bo tefrîh û ewe. Belam be her halêk bê hereketêkî tîcarî lew bare heye belam dîsanewe despêkeke despêkêkî nebaşe çunke be fermîyet nehatûne naw karewe û kasbîyek nîye ke fermîyetêkî way hebê.
dirêjey heye….