Duşem, 2 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meşa piştgiriya Rojava: ‘Em ji bo yekîtiya xwe li qadan in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê ruhê yekîtiyê veguherînin hêzeke rêxistinkirî ya demokratîk!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta Rojava bibe xwedî statû em ê li qadan bin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa Stenbolê: Bijî berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê çalakiya ‘Rojava’: Xwedî derketina li Rojava, xwedî derketina li siberojê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Qeladizê ji bo piştevaniya Rojava daket qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Şehîd Ehmed Hêmin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhed ji bo Rojava li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Selîm Sadak ji ber nêzîkatiya hevxemiyê spasiya gel û dostan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî peyker tê çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Mexmûrê bi meşeke girseyî 1’ê Sibatê Roja Rojava pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa VIM çû serdana Kongra Star

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê ya Ereb: Me Kurd û Ereban timî bi hev re jiyan kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya Jinan a Rojhilat: Bûyerên li Îranê û Kurdistanê diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > SMJÊ: Li dijî tundiya li ser jinan bibin dengê xweparastinê
Jin

SMJÊ: Li dijî tundiya li ser jinan bibin dengê xweparastinê

SMJÊ banga beşdarbûna kampanyaya ku TAJÊ di 10’emîn salvegera qirkirina Şengalê de bi dirûşmeya “Li dijî tundiya li ser jinê bibin dengê xweparastinê” dabû destpêkirin, kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya Şengalê (TAJÊ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dest bi kampanya xwe ya nû ya navneteweyî kiribû. Ev kampanya di 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê û qirkirina jinan de hat ragihandin. Kampanyaya bi şîara ‘Li dijî tundiya li ser jinan bibe dengê xweparastinê’ hat ragihandin wê heta 3’yê Tebaxa 2024’an dewam bike.
Rêxistina sîwanê ya Meclîsên Jinên Êzidî yên Elmanyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bi wêne, dîmen, nivîs, stran, helbest, mîtîng û gelek rêbazên din banga tevlîbûna kampanyayê kir.
Daxuyanî wiha ye:
 Di encama fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di sala 2015’an de li Şengalê hate avakirin. Di destpêkê de ev xebat tenê bi yek meclîsa jinan hate avakirin. Bi însiyatîfeke mezin û bi beşdariya bi sedan xebatkarên jin ev qad di demeke pir kin de veguherî tevgereke mezin a jinan. TAJÊ bi hezaran endamên xwe li dijî tundiya li ser jinan birêxistin dikin û bi vê hêza xwe ya hevpar bûye dengê xweparastina jinan.
Bi vî rengî TAJÊ weke aktorekî girîng û avaker li Şengalê xwe pêşxist.
Li ser vê bingehê niha ji gelek qadên rêxistinî yên girîng ên Rêveberiya Xweser a Şengalê berpirsyar in. Sala 2024’an ji bo me jinên Êzidî ji ber şerên hovane û tundiya li dijî mirovahiyê di vê serdema nû de xwedî taybetmendiyek e.
Îsal em dikevin 10’emîn salvegera jenosîd û kuştina jinan ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê ji aliyê rêxistina terorîst a “Dewleta Îslamî” (DAÎŞ) ve hat kirin.
Di vê jenosîdê de bi deh hezaran mirovên ku nexwestin serî li îdeolojiya îslamî ya radîkal bidin, hatin qetilkirin, revandin an jî kole kirin.

DIVÊ PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ BÊ BIHÊZKIRIN 

Li gel hemû astengiyên dijwar jî bi deh hezaran kes li hemberî vê hêrsa wêranker li ber xwe dan. Jin û mêrên Êzidî tevlî şerê li dijî DAÎŞ’ê bûn û yekîneyên xwe yên parastinê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) ava kirin. Ji ber ku wan cih û warên xwe neterikandin û dest bi avadaniyê kirin, gelek kesên jicîhûwarkirî teşwîq kir ku vegerin û li malên xwe bi cih bibin.
Armanca pêngava TAJÊ komkirina deng, îmze û piştgiriya jinan û rêxistinên jinan ên cîhanê ye. Di vê çarçoveyê de divê hevgirtin û têkoşîna jinan a navneteweyî bê dîtin û xurtkirin.
Weke Rêxistina Sîwan a Meclîsên Jinên Êzidî yên li Elmanyayê, ji destpêkê ve em bi TAJÊ re di nava têkiliyê de ne û di gelek mijarên cuda de hevkariyê dikin. Em jî bi beşdarbûna di vê kampanyaya hêja de piştgirî didin daxwaz û projeyên wan.
 Li ser navê SMJÊ em we vedixwînin ku bi şêweyên afirîner, bi wêne, vîdeo, nivîs, stran, helbest, mîtîng û gelek tiştên din beşdarî vê kampanyayê bibin.
 Em bi kêfxweşî we vedixwînin jinên delal ku hûn bibin yek ji dengên vê kampanyayê û bibin dengê xweparastinê. Em hêvî dikin ku hûn ê li ser vê bingehê bi awayên dewlemend beşdar bibin. Her wiha em ji we daxwaz dikin ku jin û rêxistinên din ên jinan ji bo tevlîbûna aktîf tevlî vê kampanyayê bibin.
Ji bo piştgirî û beşdarbûna kampanyayê; ji kerema xwe xebatên xwe yên li ser “Li dijî Tundiya li Ser Jinan Bibin Dengê Xweparastinê” berdewam bikin; Ji navnîşana e-nameyê [email protected] re bişînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gundên Amêdiyê hatin bombebarankirin
Nûçeya Pişt re Cismekî ronak li asimanên Rojhilatê Kurdistanê hate dîtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berlînê Moskowayê bi ‘êrîşa sîber’ sûcdar kir: Wê encamên wê hebin!

Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê, ji ber êrîşa sîber ku di sala 2023'yan de endamên…

Ji aliyê Stêrk TV

CHP bi rojeva ‘Serdana Îmraliyê’ civiya

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel beriya civîna komîsyona meclîsê ya li ser serdana Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Agirê Newrozê li Zagrosan hate dadan

Gerîlayên li qada Zagrosê bi merasîmekê Newroza 2024'an pîroz kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Divê ruhê yekîtiyê veguherînin hêzeke rêxistinkirî ya demokratîk!’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Rojava şevê bi nobetê derbas dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bîlançoya êrîşên meha Çileyê eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çeteyên HTŞ’ê derdora Siwêdayê bombebaran kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?