Hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ku ji Cotmeha borî vir ve dewam dikin de ji nîvê zêdetir avahîyên li Xezeyê hilweşiyane yan jî zirar dîtine.
Navenda Dîmenên Peykê ya Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê îro Duşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku hejmara giştî ya avahiyên ku zirar dîtine yan jî hilweşiyane gihîştiye 138 hezarî.
Di nirxandina berê ya ku di meha Adarê de hat kirin de hejmara avahiyên ku zirar dîtine ji sedî 35 hatibû diyarkirin.
Bi giştî zêdetirî 35 hezar avahî hilweşiyane, zêdeyî 16 hezar avahî jî zirareke mezin dîtine.
Hejmara avahiyên ku xisarên wan ên sivik ji 47 hezarî derbas dibe. Ajansa Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku hejmara yên ku zirar dîtine ji 35 hezarî zêdetir e.