Çalakiyên nobetê yên li dijî girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û desteserkirina şaredariyê li gelek bajaran hatine destpêkirin bi dirûşmeyên “Şaredarî yên me ne, hûn nikarin desteser bikin” dewam kirin.
ÎZMÎR
Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkerên Tirk (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Platforma Meclîsên Sosyalîst (SMF) li ber Sumerbanka Kevin çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm darbe ye. Şaredarî yên me ne, hûn nikarin desteser bikin. Em li dijî qeyûman di nobetê de ne” hat hilgirtin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk di çalakiyê de axivî û diyar kir ku desteserkirina vînê ne tenê pirsgirêka Kurdan e û got, “Bi rojan e li Colemêrgê berxwedan tê meşandin. Li hemû bajarên Kurdistanê berxwedan heye. Li kolanan dengê gel tê ku bi hevşaredarên hilbijartî re rêveberiya Colemêrgê bikin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê wê nikaribin vî dengî ji holê rakin.”
Rahşan Anter anî ziman ku li gel zextan jî dê her tim li qadan bin û got, “Em ê bi we re bin. Em ê li dijî neheqiya li gelê Kurd tê kirin rawestin. Ev neheqî dê me zêdetir bike yek.”
Çalakî bi tilîlî û çepikan bi dawî bû. h-Hat ragihandin ku wê roja 12’ê Hezîranê saet 08:00’an de ji bo piştgiriyê wê ji ber avahiya DEM Partiyê bi wesayîtan biçin Colemêrgê.
EDENE
Bi pêşengiya DEM Partiyê yaEdeneyê, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr li dijî desteserkirina vînê di çalakiya nobetê de ne. Di roja sêyemîn a çalakiyê de girse li Parka Peykeran hat cem hev. Girseyê bi dowîzên bi nivîsa “Şaredarî ya me ye, em ê destûrê nedin desteserkirinê” dowîzên “Her der Colemêrg e, her der berxwedan e” hildan.
Tevî ku polîsan bi mertalan êrîşî çalakvanan kirin jî çalakvanan nobeta xwe domandin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr helwesta polîsan şermezar kir û diyar kir ku ew ê li dijî desteserkirina vîna gel dakevin qadan û got, “Em desteserkirina vînê qebûl nakin. Li dijî Birêz Abdullah Ocalan neheqiyeke mezin heye. Ev bêhiqûqî 25 sal in berdewam dike. Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye, ev sûcê estûra Bingehîn e.”
AMED
Çalakiya nobetê ya ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir, ji aliyê CHP’ê ya Amedê û parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû ve hat ziyaretkirin. Heyeta CHP’ê ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevserokên DEM Partî yên Amedê, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Ceylan Akça û Adalet Kaya ve hat pêşwazîkirin. Heyeta CHP’ê demekê li ber şaredariyê nobet girt û piştre derket.
Çalakiya li ber Şaredariya Bajarê Mezin bi konsera muzîkê dewam kir.
Çalakiyên nobetê li ber şaredariyên naçeyên Peyasê, Farqîn, Xana Axpar, Hênê, Bismil, Erxenî, Pîran, Pasûr, Bajarê Nû, Rezan, Karaz, Hezro û Licê yên Amedê didomin.
SÊRT
Nobeta li Sêrtê di roja 5’an de berdewam dike. Beriya nobetê, Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş, Parlamentera Bajêr Sabahat Erdogan Saritaş, TJA, DBP û rêxistinên bajar û navçeyên Sêrtê yên DEM Partîû gelek kes li taxên Conkbayir û Tînastepe meşiyan. Çalakiya ku niştecihên taxan piştgirî danê bi çepik û dirûşmên “Gelê Colemêrgê ne bi tenê ye” li nava taxan meşiyan.
Çalakiya nobetê bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan didome.
Çalakiya nobetê li şaredariyên Misirc û Hawêl ên Sêrtê di roja 5’an de berdewam dike.
ÊLIH
Çalakî û nobeta ku li ber Şaredariya Êlihê dest pê kiribû di roja 5’emîn de didome. Rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan û Parlamenterê DEM’- Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan, TJA û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Zext nikarin me bêzar bike” û “Qeyûm wê biçin, gel wê werin” hatin berzkirin.
Piştî daxuyaniyê girse heta Şaredariya Êlihê meşiya. Girseyê li ber şaredariyê pankartên “Rabe rabe”, “Rê nadin qeyûman”, “Şaredarî yên gel in”, “Hûn nikarin vîna me desteser bikin”, “Qeyûm darbe ne” û “Em ê destûrê nadin darbeya qeyûm” vekirin.
Çalakiya rûniştinê ya li ber şaredariyê didome.
MANÎSA
Rêxistina DEM Partiyê ya Manîsayê têkildarî destserkirina Şaredariya Colemêrgê li Meydana Manîsayê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” hatin vekirin û timî dirûşmên “Em ê li dijî qeyûman li ber xwe bidin” û “Em ê destûrê nedin qeyûman tayin bikin” hatin berzkirin. Gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 30 deqeyan bi dawî bû.