Li gorî rapora ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Osloyê (PRIO) ve hatiye amadekirin di sala 2023’yan de li cîhanê 59 pevçûnan rû dane û ji wan pevçûnan 28 heb li Afrîkayê rû dane. Lê belê hejmara welatên ku lê pevçûn qewimîne ji 39’an daketiye 34’an.
Yek ji amadekarê rapora berbehs Sîrî Aas Rûstad got: ‘’Ji dawiya Şerê Sar heya niha li seranserê cîhanê tu carî tundî û pevçûn ev qas zêde nebûbûn.’’
Li gorî PRIO’yê zêdebûna hejmara pevçûnan ji ber belavbûna çeteyên DAÎŞ’ê û yên weke wê ya li Asya, Afrîka û Rojhilata Navîn e.