Êriş li bajarokê Bannu yê li bakurrojavayê eyaleta Hayber Pahtunhvayê hate kirin ku herêmeke çiyayî ya li ser sînorê Efganistanê ye û bûye hêlîna komên Îslamî.
Êriş piştî daxuyaniya Serokwezîr Şehbaz Şerîf bi çend hefteyan hate kirin ku ji bo van koman gotibû ‘Em ê wan ji kokê rakin’.
ÊRIŞÊ 26 SAETAN DEWAM KIR
Li gorî artêşa Pakistanê destpêkê deh milîtanan hewl dan bikevin leşkergehê ku leşker û malbatên wan lê diman.
Hate ragihandin ku piştî êrişa 26 saetan milîtanan ‘wesayita bombebarkirî li dîwarê derdorê’ xistin û bi vî rengî zerar dan avahiyê. Di encamê de jî 8 leşker û hêzên paramîlîter mirin. Artêşê diyar kir ku di şer de 10 êrişkar jî hatin kuştin.
Li gorî rayedarekî rêveberiya herêmî yê payebilind ku ji AFP’ê re axivî û nexwest navê xwe eşkere bike, pênc şervanên ku êlekên bombekirî li xwe kirin, ketin leşkergehê. Rayedar diyar kir ku 141 kes birîndar bûn.
Koma Ceyş ê Mûhammed berpirsyariya êrişê li xwe girt û diyar kir ku wan ‘xisareke girîng’ dane artêşa Pakistanê.
Artêşa Pakistanê koma Ceyş ê Mûhammed sûcdar dike ku li Efganistanê kar dike û çalakiyên terorê li Pakistanê dike.
Piştî ku Talîban di Tebaxa 2021’ê de li Efganistanê bû desthilatdar, tê gotin li Pakistanê êriş zêde bûne.