Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Fermandara ku perestgeha wê azadî bû: Sosin Bîrhat
Rojava

Fermandara ku perestgeha wê azadî bû: Sosin Bîrhat

Şoreşger û milîtana pêşeng Sosin Bîrhat, dilê xwe yê weke deryayê bi agirê azadiyê pak kiribû. Mîna kulîlkeke biharê li axa Kurdistanê şîn hat. Ji bo bikaribe paşerojeke bi ewle ji vê xakê re diyarî bike, heta nefesa xwe ye dawiyê têkoşiya û şer kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li vî welatî meşa ji bo azadiyê tê wateya ku mirov cilek ji agir li xwe bike. Di oxira vê rêyê de xwe feda kirin jî tê wateya xwe gihandina lûtkeya rûmet û heqîqetê.

 

Li welatê me Kurdistanê heqîqet ji aliyê neyaran ve hatibû nixumandin, lewra kesên ku li ser vê axê çavên xwe li jiyanê vedikirin ji heqîqeta hebûn û nasnameya xwe bêpar û bêagahî diman. Lê hilatina roja azad Rêber Apo re heqîqeta ku bi sedsalan hatibû veşartin, dubare derkete ser dika dîrokê. Bêguman ên ku dilê wan ji bo heqîqet û azadiyê lêdida jî ketin ser şopa wê.

Dîroka Kurdistanê êdî bûye dîroka lehengan. Her nifşek ku radibe li pey wan serpêhatiyên lehengan dimeşe. Sosin Bîrhat jî ji wan lehengan e ku bû dildara doza azadiya welat û ji bo ku di rêya heqîqetê de bimeşe bêdudilî gavên mezin avêt û bi kok ve xwe gihand lûtkeyê.

Sosin Mihemed bi nasnav Sosin Bîrhat, ji bo ku bibe şopdara lehengên welatê xwe, xwe bi agirê azadiyê re kire yek, ji bo ku ji zarokên welatê xwe re bibe findek ku rêya wan ronî bike. Sosin di 10’ê Cotmeha sala 1976’an li bajarê qedîm Efrînê ya bedew di nava malbateke ji 6 xwişkan pêk dihat, çavên xwe li jiyanê vekir û bi nirxên pîroz ên welatparêzî mezin bû. Efrîn ew bajarê ku bi çand û xwezaya xwe tê nasîn, kesên di dergûşa xwe de hewand jî kire evîndara/ê bedewiya welat. Lewra hîna ji zaroketiyê ve ji axa xwe re bû evîndar. Di heman demê de malbata Sosin xwedî çendîn şehîdan bû. Sosin ji zaroketî ve Tevgera Azadiyê nasî. Di sala 1996’an bi awayeke domdar di karê rêxistinî de cihê xwe girt. Ji bo pêşxistina xeta azadiyê ya jinê her di nava lêgerînê de bû. Bi armanca rêxistinkirina civakeke exlaqî û polîtîk, fermandar Sosin bû xwedî kedeke bêhempa û bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, wê jî aktif cihê xwe di nav refên şerê giran de girt. Di pêvajoya rêxistinkirina gel de bû xwedî kedeke mezin. Di hemû pêngavên azadiyê de pêşengtî kir û li beramberî hêzên tarî yên çeteyan şerekî bê eman meşand. Di şerê azadiyê yê bajarê dîrokî Helebê (Taxa Şêxmeqsûdê) ku wek mînaka yekem a ‘şerê gelê şoreşgerî’ tê pênasekirin, fermandar Sosin wek pêşengeke jîr û biryardar rol leyîst û heya dawî parastina axa berxwedêr kir. Dema behsa berxwedana Şêxmeqsud tê kirin, beriya her kesê/î fermandar Sosin tê bîra mirov. Heya roja îro jî keda Sosin bi awayekî ku nayê jibîrkirin, di kolanên Helebê de şop hiştiye.

FERMANDARA KU BI FELSEFEYA RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH COALAN RUHÊ XWE PAK KIR

Şerê ku tê meşandin, şerê ronahiyê li dijî tarîtiyê, şerê başiyê li dijî xirabiyê, şerê rûmetê li dijî xiyanet û qirêjiya serdemê ye. Yek ji fermandara vî şerî jî Sosin Bîrhat bû. Wê ruh û mêjiyê xwe bi têkoşîna azadiyê re kiribû yek û her kêliyên xwe zivirandibû tekoşînê. Lewre navê fermandartiya serdemê heq kiriye. Tevgera Azadiyê tevgereke ku bi keda xwe, bi têkoşîn û azweriya xwe li ser lingan dimîne. Kesên ku di nava vê tevgerê de cihê xwe digirin jî bi kedê roj bi roj mezin dibin. Yek ji wan hezkiriyên kedê jî Sosin Bîrhat bû. Wê bi keda xwe ya mezin navê xwe di rûpelên dîroka vê têkoşînê de nivîsand. Pênaseyeke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye ku dibêje ‘Ya ku şer dike azad dibe, ya azad dibe bedew dibe, ya bedew dibe tê hezkirin’. Ev pênase ji bo Sosin, bû zagona ku rojane jiyana xwe ya şoreşgerî bi wê bineqişîne. Her kêliya ku tê de dijiya bi nirx û bi wate dadigirt. Dema ku mirov li rûyê Sosin mêze dikir hêz, hêvî û bawerî tê de didît. Nexasim navê wê hemnavê ked, fedakarî û nirxê ye. Sosin Bîrhat ji jînê pir hez dikir. Ji ber dizanî şoreşger ji bo jiyana watedar dijîn. Jiyana xwe jî kêlî bi kêlî bedew dikin. Jiyana ku bi armanc be, jiyana ku tê de vîn û azwerî hebe, divê were hezkirin jî. Wê jî di oxira vê jînê de têkoşîn dikir û bi vê hezkirina xwe re dibû çavkaniya jînê ji bo hemû şervan û rêhevalên xwe. 

ÊRIŞA LI DIJÎ FERMANDAR SOSIN TOLHILDANA BINKETINA DAÎŞ’Ê BÛ

Çeteyên hov yên dij-mirov dema ku bi destûr û erêkirina dewleta qirker û faşîst Tirkiyê êrîşê Rojavayê Kurdistanê kirin, dihate plankirin ku çeperên berxwedanê yên Rojava jî wek yên deverên din yek li pey ya din bikevin û wiha jî serweriya çeteyên tarîperest li herêmê çêbibe. Lê bi fermandariya lehengên wek Sosin û bi hezaran şervanên azadiyê, ne tenê ev hovîtî negihîşt armanca xwe, her wiha senger bi senger, bihust bi bihust axa dagirkirî hate rizgarkirin. Bi ser de jî şervan heya navenda DAÎŞ’ê pêşve çûn û her der rizgar kirin. Dewleta qirker ya faşîst ku ev serketin hezim nekir, dîsa kete nav planên qirêj yên nû û ji bo ku tola binketina çeteyên DAÎŞ’ê hilîne, fermandar, şoreşger, welatparêz û pêşengên civakê dike hedef. Di 19’ê tebaxa sala 2021’an de feramndar Sosin bi 4’ hevrêyên xwe re Rênas Amed, Egîd Girkêlegê, Rûbar Hesekê û Sefulah Ehmed re bi awayeke bêbext hatin hedefgirtin. Sosin bi serpêhatiyeke tijî berxwedan, têkoşîn û evîndariya azadiyê di dilê hemû hevrê û gelê xwe de ciheke mayînde girtiye û her roj şervanên azadiyê li ser şopa wê soza bilindkirina doza azadiyê û tolhildanê bilind dikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em in xwediyê vê axê û em ê ji bo vê axê jî li ber xwe bidin’
Nûçeya Pişt re Siyasetmedarên Misrî: Abdullah Ocalan modeleke alternatîf pêşkêş dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 8’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li gelek bajaran ji bo Rojava meşiyan: Em ê bêdeng nemînin

Bi hezaran kes li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî êrîşên çeteyên ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Em ê li dijî darbeya qeyûm li ber xwe bidin

DEM Partî nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredadriya Akdenîzê da û got, “Hûn çiqas êrîşê îradeya gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Mêrdînê sivîl, li Reqayê ‘dîlgirtiyê QSD’î!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Trump parvekirina têkildarî Venezuelayê: Eyaleta 51’emîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rûken Ehmed: Li gel tevlîbûna jinan wê Sûriye bi pêş bikeve

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?