Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên meclisê droneke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker xistiye xwarê.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin.
“Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê vê sibehê saet 06.30’an droneke artêşa Tirk a dagirker li gundê Ceradê yê li bakurê kantona Minbicê xist.
Piştî xistina dronê, balafireke xwekuj heman gund bombebebaran kir. Di encama bombebaranê de sivîlê bi navê Mehmûd Hisên El Xelef ê 40 salî birîndar bû. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextî bombebaranê jî bi moşekekê gund topbaran kir.
3 LEŞKERÊN HIKUMETA ŞAMÊ HATIN KUŞTIN
Saet derdora 04.30’an çeteyên artêşa Tirk a dagirker ketin nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Dendeniyê yê bakurê rojavayê Minbicê. Di encamê de 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û yekî din jî birîndar bû.
Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker gundê Ceradê bi 17 guleyên hawan û obîsan topbaran kir.”