Yekşem, 8 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 8’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Helwesta Ocalan êrîşên li ser Rojava da sekinandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Tenê modela Rojava dikare azadiyê dabîn bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Enqereyê tahliyeya girtiyên nexweş hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Akdenîz, Aydinlar, Tekdag û Duman edalet hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê wê li Tirkiye û Kurdistanê were protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Celo: Êrîş û xiyanet nekarî fikrê netewaya demokratîk têk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taş ê ku piştî 31 salan hat berdan: Baweriya ji bo pêvojiyê mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rojava bi Mesûd Barzanî re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJAD: Em nûçevaniya Der Spiegel a ku jinên Kurd hedef digire red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Çileyê de 22 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em li hemberî weşanên dijminê jinan nerazîbûna xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tilîliya Amazonan, îro bi zimanên din olan dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YJA Star: Helwesta Bêrîtan bû nîşaneya berxwedana bi rûmet
Jin

YJA Star: Helwesta Bêrîtan bû nîşaneya berxwedana bi rûmet

YJA Starê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Bêrîtan bi bîr anî û destnîşan kir ku helwesta Bêrîtan a li dijî xeta xiyanetê bû nîşaneya berxwedana bi rûmet a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 32’emîn a şehadeta yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di salvegera 32’emîn a şehadeta fermandara xeta berxwedaniya Apo’yî, rêheval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de; em bejna xwe li ber mezinahiya çalakiya wê a bi wate ditewînin, fedayitî û sekna wê a bi rûmet û bi qehremaniyê barkirî rêzdarî bi bîrtînin, her wiha şopandina xeta wê ji bo xwe rêka serkeftinê dinirxînin. Em Rêber Apo ku bû afrînerê helwestên wiha mezintirîn, bi rêzdarî û hezkirineke mezin silav dikin û sala 33’emîn ya artêşbûna xwe weke nirxê azadiyê yê hevpar diyarî hemû jinên berxwedêr dikin. Her wiha em dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe yên Cotmehê re, careke din nîşan didin, ku meha Cotmehê kirin meha berxwedaniya jinê û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Derketina Rêber Apo ji bo hêzên serdest yên xwe li ser perçiqandina mirovan bi hêz dikirin bû lerizîneke tirsê. Herwiha ji bo mirovên bi cewhera azad bû şewqa hêviyeke nû, bû rêzanê rêka jiyana bi rûmet û azad. Fermandar Bêrîtan jî yek ji wan mirovên xwedî hest û ruhekî resen bû, da pey ramanên Roja azad û di oxira serxistina rêgezên wê de canê xwe kir berdêleke giranbuha.

Bêrîtan jineke azad a çiyayên azad e. Asîbûna xwe ji esaleta lutkeyên welatê xwe yên serhildêr girtibû. Wê îxaneta Kurdê kevneşop di azweriya xwe de şewitand, ji kendalên çiyayên bala yên Xakurkê de, ber bi kurahiyên bê binî ve li ber bayê xist.  Bêrîtan toveke ku bi hêviya jiyaneke azad bişkivî û bejin da, her ku şerkir xweşikbû, her ku şerkir azad bû û hate hezkirin. Bi şerê xwe jî wê jiyan fêrî jinê kir.

Heval Bêrîtan bi tekoşîna xwe îsbat kir ku, bêyî şer wê jin azad nebe, da ku jin bibe xwedî îrade û ji xwe bawer bibe şertekî binyadiye ku ew şer û tekoşîneke bê hempa bide meşandin. Bi kesayeta xwe a tekoşer wê şert û mercên herî giran û dijwar derbas kirin û hêza jin di hilweşandina her astengî de jî da nîşan. 

Di demên ku têde nêzîkatiyên bêbawer li hemberî hêza jin dihatin raber kirin û dihate gotin ku jin nikare bi tena serê xwe, xwe rêxistin bike û qabiliyata wê a şer tuneye, cesaret û behremendiyên wê yên şerkirinê lewazin, heval Bêrîtan bi jiyan û sekna xwe, di her kêliyê de girîngiya hebûna xweseriya jin a di nava artêşê de radixe ber çavan.

Eger jin nebin xwedî artêşeke xweser ewê nikaribin bibin xwedî îrade û azadî. Bêyî artêşbûna xweser wê nikaribe tekoşîna azadiyê bi hêz bide meşandin û wê nikaribe civakê jî azad bike. Heval Bêrîtan di ferqa van rastiyan de bû, wê baş dizanî û bawer dikir ku bi artêşbûna jin re, îrade û hêz tê qezenc kirin. Ew xwedî zanisteke bilinde di azadiyê de. Lewra heval Berîtan di artêşbûna jin de xwedî roleke diyarker e. Ji xwe destpê dike û jinê di nava qada şer û çalakiyan de çalak dike û bi vî awayî ew li hemberî zihniyeta zilamsalar tekoşîneke mezin dimeşîne, ji vê tekoşîna xwe jî encamên dîrokî digre. Bi xwe re gelek hevalên xwe tevlî şer dike, jin xwedî hêzeke çawaye, dikare çi bike ji her kesî re nîşan dide. 
Dilêrî û baweriya ku di jinê de pêşketiye, helaye ku lêgerên wê yên jiyaneke azad hîn geştir bibin û zincîrên koletiya hezar salan parça bike. Bêrîtana leheng, ev fêrî jinan kir ku “Jina zeyif û bê hêz tuneye, jina ku ji hêzê hatiye xistin heye” Lewma ew jineke ku gihiştiye vê hêzê û ew militana mînake ji bo hemû jinan. 

Heval Bêrîtan di sala 1992’yan de, di asta fermandara taximê de erk digre. Ew yek ji fermandarên destpêkê ya Artêşbûna Jin e.  Xwe ji hêla bîrdozî, siyasî û rêxistinî de perwerde dike û bi hêz dike. Di jiyanê de gelekî bi bandore û xwedî hêza rêxistin kirinê ye. Ew bi jîrî û têgihiştina xwe ya dijwar ferqa xwe bi diyarkerî datîne holê. Di vegotina hizrên xwe de, heya dawî cesûr û radîkal e. Dizane çawa hevsengiyeke xurt di navbera hest û mejiyê xwe de bihunîne û bi wê tewazinê ve gavên bi tendirust di meşa xwe de bavêje. Lewra bûyina Bêrîtan a jineke azad çavkaniya xwe ji avakirina van taybetmendiyan digre. Wê bi temamî xwe ji zeyifatiyên cîhana zilamsalar pak kiriye û xwe bi azadiyê re kilîd kiriye. Kesayeta wê a asî, bi rûmet, tekoşer, wêrek, bi rêxistin, ji xwe û zayenda xwe bawer, bû ew kevirê esas di avakirina keleha artêşa jin de. Helwesta wê a li hemberî xeta îxanetkar, bû remza berxwedaniya rûmetê di Tekoşîna azadiya Kurdistanê de.

Wê lanet li kevneşopiya Kurdê xayin xwend, her wiha bû darbeyek bi hêz ji nûnerên vê xeta noker re. Li hemberî vê xetê ew bû temsîlvana jina Kurd a ku azadî û rûmeta netewa xwe di ser her tiştî re digre. Di raperîn û serhildanên dîroka Kurdan de, jinên ji bo nekevine destên neyar de xwe ji zinaran de avêtin, Bêrîtan ew jinên bi şeref û azwerî carekedin dane jiyan din. Jina azad û zanista Netewa Demokrat bi îradeya xwe re derxiste lutkeyê.  

Bi hezaran jinên esîl dane ser şopa Bêrîtan, bi bilind kirina rûmeta jin re, wan her Bêrîtan zêde kirin û tekoşîna azadiya jin ji artêşbûyinê ber bi partîbûyinê ve birin. Ala azadiyê bi destekî ji agir û tekoşînê dewrî hevdû kirin, ji zihniyeta zilamê serdest re, ji îxanetê re meydan xwendin û heya henaseyên xwe yên dawî bi qêrîna azadiyê şerkirin. Lewma Bêrîtan ji bo her gerîlayeke YJA-STAR pîvana helwesta berxwedaniyê ye, navenda azweriya her lêgereke azadiyê ye. 

Roja îro li ser her bihusta axa Kurdistanê jinên ku bi azweriya, xwe gihandina kesayeta Bêrîtan bi dilwêrekî li hemberî êrîşên îxanetê û kiryarên wê şer dikin, tekoşîn dikin û li berxwedidin. Bi zanista Bêrîtanî ew bi ezim û îradeyeke nehej, bi yekîtiyeke xurt li hemberî her cûreyê êrîşan radiwestin û dişkînîn. Herî dawî rêhevala me û navhilgira Bêrîtana wêrek, fermandar Bêrîtan Nurhaq Çiya bi fedaîtî û dijwariya biryardariya xwe, şopdariya ji xeta Bêrîtanî û çanda wê a berxwedêr re, ji dost û dijminan re nîşan da. Mîna Bêrîtan Hêvî da ku nekeve destên kirêt, wê pîmê bombeya xwe bi dilekî qewîm kişand û pakrewaniyeke bi rûmet ji bo xwe hilbijart.  Bêrîtan bi şer û jiyana xwe, ji keda Rêber Apo re bû bersiv û hêviyên wê yên bi hêza jin li valahiyê nexist. Li ser heman şopê bi heman bîr û baweriyê bi derbasbûna dehê salan re, Berwar Dêrsîm, Bêrîtan Nurhaq Çiya, Edessa Cejna, Axîn Gabar, Benda Amed, Leyla Sorxwîn, Hejar Zozan, Axîn Mûş ji bo me mamostetiya heman seknê dikin. Ji Serhedê, heya Botan û Amedê, ji Xerzayê heya Dêrsîmê û li tevahiya qadên Parastina Medyayê, hevrêyên Bêrîtan şerê ziwa kirina kokên îxanetkar û dagirkeriyê dimeşînin.

Damarê  îxanetê di şexsê mala Berzanî û PDK’ê de bi heman xedariyê xwe dide jiyan kirin, bi taybetî li Herêmên Parastina Medya’yê ji dewleta Tirk re dibine nefeseke da ku wan ji hilweşandinê xelas bikin, herwiha ji destên wan yên dagirker re dibine hêz, dibine piştevanê şehîd xistina bi dehan ciwanên Kurd û xaka Kurdan pêşkêşî dagirkeriyê dikin. Li beramberî van kiryaran, helwesta Bêrîtanî xwe di pirtûka dil û mejiyê me de zindî digre, her ku diçe bi tecrûbe û berdêlên ku têne dayin re xurt û geştir dibe. Lewra eger di vê xeta îxanetkar de îsrara piştgiriya dijminê Kurda û dagirkeriya Kurdistanê hebe, wê di soza me de jî, heya serkeftina li hember vê ketîbûnê, mezinkirina tekoşînê û dijwar kirina şerê rûmetê hebe. Hîmê ku heval Berîtan ji bo Artêşbûna Jin avêt wê ji nûbûn û pêşketinê ti caran mehrûm nemîne û tekoşîna jina azad a li çiyayê Kurdistanê, weke ku îro bûye îlhama lêgera jinên cîhanê, wê bibe ew şemala ku di roniya wê de şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bigihije serkeftina ebedî. 

Lewra em di dûmahiyê de carekedin salvegera şehadeta fermandara xwe a mezin Bêrîtan Hêvî bi mînetdarî bi bîr tînin û soza şopandina helwesta wê a pîroz didin. Emê şer û tekoşîna wê her bedew û geş bihêlin, dengê tilîiya wê a berxwedêr ji olana zinarên çiyayên Kurdistanê xalî nekin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TJK-E: Em ê rê nedin êrîşan
Nûçeya Pişt re Dagirkeran êrîş birin ser Qamişlo û Kobanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘PKK ne nav e, fikir û hebûn e’

Jinên ji Efrîn û Qamişloyê biryarên kongreya 12'emîn a PKK'ê silav kirin û destnîşan kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Die Linke: PKK’ê gaveke dîrokî avêt, divê Ocalan serbest bê berdan

Parlamenter Cansû Ozdemîr li ser hesabê fermî X’ê yê Koma Parlamentoyê ya Die Linke, derbarê…

Ji aliyê Stêrk TV

TJA: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê bişikê, azadiya wî ya fîzîkî wê pêk were!

TJA'yê diyar kir ku ji bo çareseriyê divê Rêber Apo azad bibe û got, "Li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

YJK-E: Nivîsa Der Spiegel parastina îdeolojîk a tundiya serdest a mêran e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Rojava tevî baranê jî di nobetê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJAD: Em nûçevaniya Der Spiegel a ku jinên Kurd hedef digire red dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê êrîşa li ser cotkaran: 5 kes hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?