Berxwedana xelkê Xelfetiyê ya li dijî dagirkirina şaredariyan hatiye destpêkirin dewam dike. Girseya ku li pêşiya şaredariyê nobetê digre, bi vekirina pankarta “Ne qeyûm, demokrasî” meşiyan. Hevserok Mehmet Karayolan, Hevberdevkê Komîsyona Kedê yê DEM Partiyê Mehmet Bozgeyik, birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî bûn.
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmey Karayilan di çalakiyê de axivî û got: “Qeyûm darbe ye. Em dibêjin ne qeyûm, lê demokrasî. Em spasiya her kesî ku ji 4’ê Mijdarê ve me bi tenê nahêlin dikin.”
Hevseroka DEM Partî ya Dîlokê Hacer Ayhan jî wiha got: “Li ku derê ve bila be qeyûm darbeya siyasî ye. Bila kes nemîne hêviyê ku em vê darbeyê qebûl bikin. Em ê li dijî desteserkirina îradeyê di 17’ê Mijdarê de li Êlihê bin. Em her kesî vedixwînin Êlihê.”
Hevserokê DEM Partî ya Dîlokê Mehmet Satan jî bi bîr xist ku qeyûman berê şaredariyê di bin deynê de hiştine û wiha got: “Qeyûm darbeya li dijî mafê hilbijartin û hilbijîrinê ye. Em ê vê qebûl nekin. Mînaka ve li tu derê nîne. Divê biryara qeyûmê bê vegerandin. Heta ku were vegerandin têkoşîna me wê bidome. Divê her kes rêz li hemberî îradeya gel bigre.”
Piştî daxuyaniyê gel heya avahiya DEM Partî ya navçeyê meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên Jini jîyani azadî”, “Bijî berxwedana Xelfetî” hatin berzkirin. Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmey Karayilan bang li gel kir ku tevlî mitînga 17’ê Mijdarê ya li Êlihê bibin.