Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di çalakiyên lîseyê de bikaranîna bombeyên deng bi demkî hate rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Olan: AKP li Bedlîsê hemû derfetên dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Komeleya Çanda Laz Beşlî: Laz û Kurd mexdûrê aqlê heman dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gûrbetellî dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Dersimê çalakiya şermezarkirinê: Em xwedî li şaredariyên xwe derkevin
Kurdistan

Li Dersimê çalakiya şermezarkirinê: Em xwedî li şaredariyên xwe derkevin

Li Dersimê, cezayê ku li Hevşaredar Cevdet Konak hate birîn, hate şermezarkirin û banga xwedîderketina li şaredariyê hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Cezayê girtîgehê yê 6 sal û 3 meh li Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak hate birîn, li pêşiya şaredariyê bi daxuyaniyekê hate protestokirin. Hevşaredarên Dersimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, Hevşaredara Depê Songul Duzgun, endamên MYK’a DBP’ê, rêxistinên DEM Partiyê yên Dersim, Erzîngan, Xarpetê, Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu, pêkhateyên tifaqa Dersimê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan di daxuyaniyê de got ku hiqûq hatiye binpêkirin û daraz komkujiyan dike. Bîrsen Orhan, diyar kir ku ew cezayê hatiye dayin nas nakin. Bîrsen Orhan, wiha domand: “Merasîmên cenazeyan ên tev li bûne, geştên xwezayê û tiştên ji rêzê nikarin bibin hinceta darizandinê. Em li bendê bûn ku biryara neşopandinê were dayin lê em bi encameke wiha re rû bi rû man. Ev yek, derbeya siyasî ye. Hin kes li jorê biryarê didin û daraz jî pêk tîne. Em bi şev û roj li şaredariya xwe nobetê digirin. Gelê Dersimê dê vê bêhiqûqtiyê qebûl neke. Bila rejîma AKP-MHP’ê baş bizane ku gelê Dersimê pir bibiryar e. Çi dibe bila bibe em ê şaredariyên xwe radestî waliyên mêtingeriyê nekin.”

Hevşaredara Depê Songul Duzgun jî got ku îktîdar şaredariyan weke qada rantê dibîne û wiha got: “Em ê tu caran serî li ber vê bêhiqûqtiyê netewînin. Divê tavilê dev ji vê bêhiqûqtiyê berdin. Destên xwe ji şaredariyên me bikişînin.”

Parlamenter Ayten Kordu jî bertek nîşan da û got ku di şexsê kesên hatin hilbijartin de gel tê cezakirin. Ayten Kordu, anî ziman ku cezayên hatine dayin li dijî îradeya welatiyên Dersim û Pulurê hatine dayin û wiha pê de çû: “Bi van kiryarên xwe ji xelkê Dersimê re dibêjin; ‘Em ê serî bi we bidin tewandin, hûn dê li gorî daxwaza me bixebitin û xizmetê bikin.’ Divê her kesên dixwazin mîna însanan bijî, xizmetê, maf û edaletê dixwaze divê xwedî li şaredariyan derkeve. Divê gelê me berteka xwe ya demokratîk nîşan bide. Em ê li vir bin. Şaredariya me wê xizmeta ji bo Dersimê bidomîne.”

Hevşaredarê Bajarokê Periyê Orhan Çelebî ku di sala 2019’an de li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin jî ev tişt anî ziman: “Bêhiqûqtiya qeyûm hêj didome. Tevî ku Dadgeha Bilind doza min betal kir jî dadgeha herêmî careke din 4 sal û 3 meh cezayê hefsê da. Bêyî serokên me Cevdet û Mûstafa parastina xwe bikin, 6 sal û 3 meh ceza lê birîn. Ji bo bidawîkirina vê bêhiqûqtiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin û her tim li cem şaredarên xwe bin. Banga mezinkirina piştevaniyê li gelê me dikim.”

Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DERSÎM

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partiyê serdana YRP’ê kir
Nûçeya Pişt re DCN biryara girtina Netanyahû û Gallant da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bolîvyayê di tesîsa leşkerî de teqîn çêbû: 2 mirî, 59 birîndar

Li bajarê Viacha yê rojavayê Bolîvyayê ji ber teqîneke tund a li tesîseke leşkerî qewimî,…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê xwedî li mîrateya jinên têkoşer derkevin’

Nûçegînana Jin TV’yê Xeznê Celal bi wesîleyê 8’ê Adarê got, “Weke rojnamevanên jin, ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Zêdeyî 75 kesên ku li Enqereyê hatin binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin

Beriya civîna NATO’yê li Enqereyê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin û ji kesên hatinê binçavkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?