Li paytexta Îngilistan Londonê, Meclîsa Jinê ya Jiyan di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd panelek bi navê “Ji tundiya li ser jinê re na” li dar xist.
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konûkçû û Parlamentera berê ya HDP’ê Serpîl Kemalbay weke axaftvan beşdarî panelê bûn.
Di panela ku moderatoriya Tevgera Jinên Kurd Songul Elbistan kir de, girîngiya têkoşîna ji bo mafên jinan, pêvajoyên siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û tevgerên berxwedanê yên jinan hatin nirxandin.
Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konûkçû bi sernavê ‘Têkoşîna li dijî zîhniyeta ku Jin, Jiyan, Azadî qedexe dike’ pêşkêşî kir.
Kezban Konûkçû ku bi şermezarkirina qedexeya Walîtiya Amedê ya li ser dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku têkoşîna jinên Kurd perspektîfekê ji cîhanê re diafirîne û têkoşîna jinên Kurdistanî jî weke mînak tê dîtin û wiha got: “Ji berxwedana Dersimê heta Esenyurtê peyama desthilatê re zelal e: Jiholêrakirina zemînên demokratîk. Lê belê em dikarin vê pêvajoyê bi hevgirtin û tevkariyê paşve bixin. Zextên li ser jinan roj bi roj zêde dibin û jin li ber xwe didin. Em ê bi têkoşînê pêşeroja xwe bi dest bixin.
SERPÎL KEMALBAY: TUNDIYA LI DIJÊ JINÊ PIRSGIRÊKA DESTHILATÊ YE
Parlamentera berê ya HDP’ê Serpîl Kemalbay bi gotina “Jin, Jiyan, Azadî” dest bi axaftina xwe kir. Serpîl Kemalbay a ku bertek nîşanî desteserkirina vîna gelê Kurd da û berxwedana jinan silav kir.
Serpîl Kemalbay, anî ziman ku tundiya li ser jinê ne weke amûreke ku dewlet ji bo tirsê bi kar tîne û wiha domand: “Di dîrokê de ked û bedena jinê hatiye îstîsmarkirin. Tundiya li ser jinan pirsgirêka desthilatp ye. Divê jin parastina xwe ya cewherî bi pêş bixin.”
Di nîqaşên beşa dawî de hat destnîşankirin ku divê jin bingeha hevgirtinê xurt bikin. Di axaftinên ku bal kişandin ser serdestiya li ser keda jinê û hat destnîşankirin ku dewlet bi pîrozkirina malbatê desthilatdariya xwe rewa dike.
Panel bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.