Li gorî agahiyên nûçegihanên me ragihandin çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Kilutî û Birc Qas ên navçeya Şerawayê kirin. Gel bi şervanan re li dijî êrîşên çeteyan li ber xwe dan û êrîşên çeteyan hatin şikandin.
Di encama pevçûnan de cenazeyê çeteyekî ket destê şervanan. Her wiha çeteyekî Tumena Hemza bi navê Fehed Mistefe Mihemed ji Seraqibê ye dîl kete destê şervanan.