Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 29’ê Mijdarê li Şehba û Til Rifetê hatin destpêkirin, metirsî li ser jiyana zêdeyî 200 hezar mirovî çêbû. Meclîsa Kantona Efrîn-Şehbayê ji bo ewlekariya gel biryara veguhestinê da û li ser vê yekê 121 hezar kes li qadên di bin kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne hatin bicihkirin. Hevserokê Daîreya Karên Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed li ser mijarê ji ajansa me re axivî û got, “Neteweyên Yekbûyî û saziyên din divê piştgiriyê bidin herêmê. Lê belê ev piştgirî divê ne tenê alîkariya madî be; li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê divê helwest were nîşandan û dagirkerên ji vê zilmê berpirsyar in bêne darizandin.”
LI TEBQA Û REQAYÊ DU NAVENDÊN ESASÎ HATIN AVAKIRIN
Şêxmûs Ehmed anî ziman ku xelkê Efrînê cara duyemîn neçar ma koç bike û got, “Ji bo pêşî li komkujiyên hîn mezin bê girtin gel derbasî qadên ewle hatin kirin ku di bin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne. Saziyên Rêveberiya Xweser hemûyan seferberî ragihandin. Her wiha ji bo alîkariya bi koçberan re maseyeke krîzê hate avakirin. Sazî û gelên herêmê bi rengê seferberiyê tevgeriyan.”
Şêxmûs Ehmed ragihand ku ji bo pêşwazîkirina koçberan li Tebqa û Reqayê du navendên esasî hatin avakirin û bi dewamî got, “Di rojên destpêkê de gelekî zor û zehmetî hebû. Ji bo koçber bi rengekî baş bêne pêşwazîkirin gelekî hewl hate dayin. Rojên dawî asta ku dihate xwestin nehatibe bidestxistin jî gihîştiye astekê. Tebqa û Reqa ku weke navendên destpêkê hatin diyarkirin, bûn derfet ku xelkê me yê Efrînî derbasî kantonên Firat û Cizîrê bêne kirin. Bi vî rengî kêm jî be me hinekî zor û zehmetî derbas kir.”
Şêxmûs Ehmed bal kişand ser pêwîstiya koçberan: “Yek ji mijarên herî zehmet bicihkirinan gelê me yê koçerbûyî ye. Me bi giranî kon vedan, li dibistanan bi cih kir; stadyûm û mizgeft bi kar anî; lê belê ev rewş wê timî dewam neke. Şert e ku şert û mercên mayinde yên jiyanê bêne afirandin. Gelekî girîng e ku xizmeteke baş a tenduristiyê ji jin û zarokan re bê dayin. Karê me yê sereke divê avakirina qadên têrker û dayina xizmetên tenduristiyê be.
121 HEZAR KES NEÇAR MAN KOÇ BIKIN
Ji bo pêşwazîkirina koçberan pêwîstî bi rêxistiniyeke bi bandor heye. Koçber li her bajar, gund, dibistan û hwd. deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûne. Şert e ku komîteyên têkildarî vê koçberiyê amadekariyeke baş bikin. Divê ev komîte karibin xwe bigihînin her koçberan, yan jî koçber karibin xwe bigihînin van komîteyan. Di vê çarçoveyê de divê avaniyeke xurt a rêxistiniyê bê avakirin. Lê belê ev rêxistinî divê tenê ji sazî û komunên Rêveberiya Xweser re neyên hiştin; gelê me çi ji dest bê divê bike.
Koçberekî bi tenê jî divê li naverastê nemîne. Ji bo bersivdayina li pêwîstiyên her koçberan û avakirina qadên jiyanê yên nû divê piştgirî bê dayin. Bêguman ev mijar dibe ku li demeke dirêj belav bibe û di demeke kurt de hal nebe. Yek, yan jî du kes nîne, em qala xizmeta ji bo sed hezaran kesî dikin. Di wê baweriyê de me ku bi rêxistiniyeke baş em ê vê rewşa zehmet ji holê rakin.”
Şêxmûs Ehmed bi bîr xist ku 25 hezar malbat, yanî bi giştî 121 hezar kes li Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bicihkirin û got, “Hejmareke mezin niha li Tebqayê kom bûye. Piştre jî bi dorê têne Reqa, Kantona Cizîrê û Kobanê. Piraniya mirovên me mala xwe pêşkêşî koçberan kirin; bi rojan kirin mêvan û piştgiriya madî û manewî dan. Ji ber vê piştgiriya ku di dema krîz û kaosê de tê kirin em spasiya gelê xwe yê herêmê dikin.”
DI NAVA KOÇBERAN DE EREB Û TIRKMEN JÎ HENE
Şêxmûs Ehmed diyar kir ku piraniya mirovên koç kirine Kurd in, lê belê Ereb û Tirkmen jî di nav de hene û got, “Hejmara gelê me yê gihîştiye herêmê gelekî zêde ye û ev rewş jî ji hêza madî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezintir e. Heyva Sor a Kurdistanê piştgiriyeke mezin da. Lewma piştgiriya saziyên navneteweyî ya ji bo herêmê şert e. Pêwîstiya me bi rengekî lezgîn bi malzemeyên tenduristiyê heye. Nexweşxaneyên me yên heyî ne xwedî wê kapasîteyê ne ku karibe hejmareke ewqasî mezin a koçberan pêşwazî bikin. Divê Neteweyên Yekbûyî û saziyên din piştgiriyê bidin herêmê. Lê belê ev piştgirî divê ne tenê alîkariya madî be; li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê divê helwesteke polîtîk bê nîşandan û dagirkerên ji vê zilmê berpirsyar in bêne darizandin.”