Duşem, 18 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şehîdên meha Gulanê li Mîçurinskê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Totonac ê Meksîkayê bang li Konseya Ewropayê kir: Azadiya Ocalan misoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo meseleya Kurd statu û garantiya qanûnî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Yilmaz: Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li zanîngehan bi rêya êrişên faşîst, têkoşîna sosyalîst hedef tê girtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hakî Karer: Navê hevrêtiya destpêkê û têkoşîna azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Divê yekrêziya Kurdan bê avakirin’
Rojava

‘Divê yekrêziya Kurdan bê avakirin’

Endamên partî û tevgerên ku beşdarî civîna PYNK'ê bûne diyar kirin ku di vê pêvajoyê de ji bo avakirina Sûriyeke nû û bicihkirina mafên Kurdan yekrêziya Kurdan gelekî girîng e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîteya Diyaloga Kurdî ya PYNK’ê duh li hola Parka Azadî ji bo niqaşkirina yekrêziya Kurdan, geşedan û bûyerên dawîn ên ku li Sûriyeyê rû dane civînek li dar xist. Siyasetmedar û beşdarvanên civînê nêrînên xwe yên derbarê yekrêziya Kurdan de ji ANF’ê re parve kirin.

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd-Sûriye Nesir El Dîn Îbrahîm li ser amadekarî û armanca lidarxistina vê civînê axivî û wiha got: ”Piştî hilweşîna Rejîma Sûriyeyê, weke partiyên niştîmanî yên Kurd û li ser esasê vexwendina komîteya danûstandinê ya PYNK’ê me civînek li dar xist. Li ser wê esasê jî  partiyên siyasî, çalakvanên sivîl, rewşenbîr û siyasetmedar hatin vexwendin. Niqaşên di vê civînê de cih digirin li ser yekrêziya gelê Kurd e, da ku bi hikûmeta nû re bi yekdengî û yekrengî diyalog pêk werin. Ev diyalog jî li ser rewşa nû a Sûriyeyê, avakirina Sûriyeya di pêşerojê de û mafên Kurdan e.’’

Nesir El-Dîn di dewama axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Hemû kesên heyî û hemû partiyên Kurd divê balê bikşînin ser yekrêziya gelê Kurd. Bi taybet jî divê ENKS û PYNK yekrêziya xwe ava bikin ku bikaribin bi hev re nûnerê rasteqîn yê ku gelê Kurd li Şama nû îfade bike, hilbijêrin. Her wiha divê em bi hev re bi hemû neteweyan re ber bi kongreyeke niştîmanî ya Sûriyeyê ve biçin. Divê hemû rengên Sûriyeyê di vê kongreyê de cih bigirin ku kirîza heyî çareser bibe, welatê me bibe welatekî demokratîk, azadî pêk were û bi aramî berdewam bike.”

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Emîne Omer jî nêrîna xwe ya derbarê yekrêziya Kurdan de anî ziman û wiha got: ‘’8’ê Kanûnê li Sûriyeyê guhertinên mezin qewimîn. Ji ber wê yekê jî gelê Kurd bi rewşeke xeter re rû bi rû ye. Divê ew jî di nava vê hikumeta nû de xwe bi cih bikin. Ji bo wê jî îro pêwîstiyeke mezin bi yekrêziya Kurdan heye, da ku ew daxwazên xwe bikin û di destûra Sûriyeyê ya nû de bi cih bikin. Lê belê îro du aliyên cuda hene. Li ser wê esasê PYNK’ê ji bo nîqaşkirina yekrêziya Kurdan ji partiyên ENKS’ê daxwaza beşdarbûna vê civînê kir,  lê belê heta niha ev yek qebûl nekirine. Her wiha hemû beşdarvanên civînê careke din bang li wan kirin û dibêjin ku divê yekrêziya Kurdan ava bibe, yek helwesta Kurdan hebe û ji bo wê jî divê em berjewendiyên takekesî bidin aliyekî û em li gorî berjewendiyên gelê Kurd tev bigerin û yekîtiyekê  ava bikin.”

Di dawiyê de Endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Talet Yunus li ser girîngiya yekrêziya Kurdan ya di vê pêvajoyê de axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Di vê pêvajoyê  de pêwîstî bi diyalog û nîqaşênli ser yekrêziya Kurdan heye. Divê gelê Kurd li Sûriyeyê yekîtiya xwe ava bike û xwedî heman helwestê be. Siyasetên li ser hebûn û îradeya gelê Kurd tên kirin, siyaseta parçebûnê gelê Kurd lawaz dikin û hewldanên ku gelê Kurd li  Sûriyeyê bê rol bihêlin, tên kirin. Ji ber wê jî ev civîn û diyalog gelekî girîng in.  Ji bo ku gelê Kurd di sîstemeke demokratîk de cih bigirin, di destûreke demokratîk de mafên Kurdan werin misogerkirin û em her dengê gelê xwe guhdar bikin divê em piştgiriya hêzên ku parastina me dikin, bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Azadiya Abdullah Ocalan berpisyariya me hemûyan e
Nûçeya Pişt re FEDA: Em ê rê nedin komkujî û qirkirinên nû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dengê berxwedanê yê Ekîn Mêrdîn Doza

7'ê Adara 2018'an bû rojeke welê ku ji bîra gelan neçe. Wê rojê Ekîn Mêrdîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê: Eger Îsraîl car din êrîş bike, DYE jî nikare wî rizgar bike

Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Ebdulrehîm Mûsewî got, “Eger Îsraîl careke din êrîşî Îranê bike,…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Armanca êrîşên dagirkeriyê zindîkirina xeyalên Mîsaqê Milî ye’

Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku armanca êrişên dewleta Tirk ji bo zindîkirina xeyalên Mîsaqê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Desteyên Hilbijartinê yên li Hesekê û Kobanê diyar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên dîlgirtiyan li Qamişloyê çalakî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeyekî ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê serdana Kobanê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Tirbespiyê ji bo şehîd Hemûdî merasîma bîranînê hat

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?