Serdanên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) yên di çarçoveya nîqaş û yekîtiya netewî ya ji bo partî û aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê didomin. Şandeya KNK’ê di vê çarçoveyê de li Silêmanî sardana ofîsa Tevgera Helwest kir.
Di civînê de Tevgera Helwest piştrast kir ku helweta wan niştîmanperwerî ye û got: “Piştgiriya hemû Kurd û parçeyên Kurdistanê dike. Bi taybet piştgiriya Rojava dike. Hêviya me ewe ku Kongreya Netewî bê lidarxistin û di vê qonaxa hestyar de Kurd yekbigirin.”
Şandeya KNK’ê jî spasiya xwe pêşkêşî kir û hêviya xebatên berfirehtir kir.