Sêşem, 30 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rapora OHD’ê: Îdiayên êşkenceyê yên li girtîgehan zêde dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dozger û parêzeran tehliyeya Ayşe Gokkan xwest, dadgehê red kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Zimanê Kurdî ji bo mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ banga tevlîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KONGRA-GEL peyama sersalê: Em azadî û civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Sala nû bila bibe sala aştiyê ne ya şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê peyama sersalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Roboskî: Em edaletê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê hêviyê bêyî derengxistinê divê bi cih bê anîn, pêşî li aştiyê bê vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ezîze Muradiyan 8 roj in di greva birçîbûnê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Ji bo têkbirina komployê dakevin qadan!
Kurdistan

KCK: Ji bo têkbirina komployê dakevin qadan!

Konseya Serokatiyê ya KCK'ê ji bo komploya li dijî Rêber Apo di sala 27’emîn de bi temamî têk bibin bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku dakevin qadan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 18 dq.
Parvekirin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama têkoşîna ku ji wê rojê ve tê berdewamkirin de derfeta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û di sedsala 21’an de jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd çêbûye û wiha hate gotin: “Weke encam; êdî hem ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hem jî di sedsala 21’an de ji bo Kurd li cîhanê ji xwe re qadeke jiyanê ya demokratîk û azad vebikin, derfet heye. Lê belê ya ku dem û zemînê vê diyar bike, sekna Kurdan bi plan, rêxistinkirî û îrade ye. Ji bo ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, di sala 27’an de bi temamî têk biçe, em bang li gelê xwe yên hemû parçeyên Kurdistanê û qadên derveyî welêt dijîn dikin ku têkoşîna şoreşgerî û welatparêziyê mezin bikin. Di serî de jin û ciwanên Kurd xwedî berpirsyarî ne ku pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Li ser vî bingehî em bang li hemû jin û ciwanên Kurd dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger dibe, rêxistinbûna heyî mezin bikin, çalakiyan zêde bikin û îradeya xwe hîn xurttir bikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di nava 26 salên ku li ser komploya navneteweyî re derbas bûne de, dostên gelê Kurd jî zêde bûne û wiha hate gotin: “Di sala 27’an a komploya navneteweyî de, Rêber Apo hewl dide ku xwişk-biratiya gelan û yekîtiya demokratîk pêş bixe. Di vê çarçoveyê de em bang li her kesê dikin ku hîn zêdetir xwedî li Rêber Apo derbikevin, piştgiriyê bidin çareseriya demokratîk û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn zêdetir bikevin nava hewldanê.”

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Em bi hemû kîn û hêrsa xwe komploya navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999’an de di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd pêk hatî û hêzên serdest ên kapîtalîst ku şirîkên vê komployê ne careke din şermezar dikin.

Em şehîdên bi dirûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, bêbandorkirina wê û negihîştina armancên xwe yên qirêj û tarî li dora Rêber Apo xeleka agir ava kirin, bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Em bejna xwe careke din bi rêzdarî li ber şehîdên xwe yên leheng ditewînin. Şehîdên ronahiya rêya me ne.

Em Rêber Apo bi hezkirin û hesret silav dikin ku ev 26 sal in li dijî komploya navneteweyî û pergala êşkenceya Îmraliyê li ber xwe dide.

Pêngava azadiyê ya cîhanî bi pêşengiya dostên me 10’ê Cotmeha 2023’an bi navê “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” hat destpêkirin û pêşxistin. Em her kesê ku beşdarî vê pêngavê bûyî, piştgirî dayî, ji bo vê xebat kirî, ked dayî û tevlî çalakiyan bûyî bi coşa xwe ya şoreşgerî silav dikin. Em ji bo hemû dostên xwe û gelê xwe ku tevî hemû zehmetiyan pêşengiya pêşxistina pêngavê dikin di berxwedana wan de serkeftinê dixwazin.

Meha sibatê û bi taybet 15’ê Sibatê ji hêla dîroka têkoşîna Kurdan ve rojeke reş e. Roja îro ya sala 1925’an, Serhildana Şêx Seîd bi awayekî xirab hat provekirin û di Şexsê Şêx Seîd û hevalên wî de li ser gelê Kurd komkujiyek pêk hat. Di sala 1999’an de jî Rêber Apo bi awayekî korsanvarî û bi hevkariya qirêj û komploya hêzên serdest ên navneteweyî radestî dewleta qirker a Tirk kirin. Bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêber Apo li dar xistin, xwestin hem qirkirina Kurdan a di şexsê Şêx Seîd û rêhevalên wî de dayîn destpêkirin dubare bikin û bi dawî bikin. Yanî ji 15’ê Sibata 1925’an heta 15’ê SIbata 1999’an bîreke civakî û dîrokî ya neyînî heye. Rêber Apo ji ber vê yekê 15’ê SIbatê wekî “Roja qirkirina Kurdan” pênase kir. Loma hem ji hêla dîroka sîyasî û civakî ya Kurdan ve hem jî ji hêla diyalektîka Kurd û Tirkan ve rê li ber pêvajoyeke dijwar vekiriye. Di vê rojê de hem qederacivakî, siyas, û netewî ya Kurdan hat diyarkirin hem jî Têkiliyên Kurd û Tirkan ketin korerêyekê de. Di rewşa heyî de divê em êdî vê roja reş, vê roja qirkirinê bikin roja azadî û xilasiyê. Hewl û lêgerîna çareseriyê ya Rêber Apo jî ku tevî şert mercên tecrîdê hewl dide ji nû ve pêş bixe, li ser vê bingehê ye.

Di tevahiya sedsala bîstan de komkujî wekî qedera gelê Kurd hat diyarkirin û heta îro jî ev qeder li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin. Ligel vê qedera qirkirinê ya li ser Kurdan hatiye ferzkirin, li ser têkiliyên xwîşk û biratiya Kurd û Tirkan ên hezar salî, bi polîtîkayeke mezin siyaseta dijminatiyê hat sepandin. Têkiliya xwîşk û biratiyê ya ku ji şerê Melezgirê yê sala 1071’an bigirin heta şerê Çanakkaleyê yê di sala 1915’an û heta Şerê Rizgariyê yê di navbera salên 1919 û 1922’an de bi pêşengiya Mustafa Kemal hat kirin, di nav yekîtiyeke mezin de pêş ket. Lê belê bi Makezagona 1924’an re polîtîkayeke mezin a dijminatiyê hate ferzkirin. Tûkiliya hezar salî ya xwîk û biratiya di navbera Kurd û Tirkan de jehrî kirin. Rêber Apo, ji sala 1973’an heya niha, bi nêzîkatiyeke jidil hem têkoşîna xilaskirina gelê Kurd ya ji vê qedera qirqirinê da hem jî hewl dide li ser bingeha biratiya gelan têkiliyên xwîşk û biratiyê yên Kurd û Tirkan wekî hezar sal berê ji nû ve ava bike. Her tim hewl da vê derfetê j nê ve biafirîne.

Komoloya navnetewî ya 15’ê Sibatê jî, li dijî têkoşîna Rêber Apo ya ku dixwest gelê Kurd ji qedera qirqirinê û têkiliyên Kurd û Tirkan ji siyaseta dijminahiyê xilas bike, hat lidarxistin. Ev wek komployeke li dijî keda şoreşgerî û dîrokî ya ku li ser bingeha biratiya gelan têkiliyên Kurd û Tirkan dike rojeva hat lidarxistin. Armanca esas ya vê komploya navneteweyî ya ku di nav çarçoveya berjewendiyên hêzên serdest ên kapîtalîst ên bi pêşengiya DYA’yê de pêk hat, ew bû ku berê Kurdan dîsa bide qedera qirqirinê û têkiliyên Kurd û Tirkan jî vegerîne salên şer û pevçûnê. Çinku nefesa ku Rêber Apo digire jî li ser qedera gelê Kurd xwedî bandor e. Ji ber vê yekê rewşa Rêber Apo û mialmeleya li dijî wî, ji her alî ve tesîrê li heqîqeta gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê dike. Bi awayekî dijwar têkiliyên Kurd û Tirkan diyar dike. Yên ku vê yekê herî baş dizanin jî hêzên kapîtalîst û serdest in ku ev komploya navneteweyî li dar xistine. Ji xwe bi vê zanebûnê ev komplo pêk anîn. Ji ber vê yekê di 15’ê Sibata 1999’an de bi binpêkirina tevahiya hiqûqa navneteweyî, bi awayekî korsanvarî wekî ku Rêber Apo direvînin, radestî dewleta Tirk kirin. Armanca wan ew bû ku Kurd û Tirk n-bikevin nav şerekî man û nemanê yê bêdawî. Dema ku her du gelan bê navber bi hevdu re şer dikir, wan jî dê planên xwe yên hegemonîk ên sed salî pêk bianîna.

Dema ku Rêber Apo, ji Balafirgeha Nairobiyê ya Kenyayê wekî ku direvînin siwarî balafirê kirin, zanî ku rastî komployeke mezin hatiye û hewl da vê komploya hêzên kapitalîst û hegemon ên navneteweyî vala derxîne. Axaftina wî ya di balafirgehê de ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî behs dike, di vê balafirê de kir. Ew bi berpirsiyariya xilaskirina gelê xwe ji vê qedera dijwar û xilaskirina têkiliyên Kurd û Tirkan a jehrdariya sed salî tevgeriya. Piştî komployê, hemû li bendê bûn ku gel bikevin nav şereke xwîndar û man û nemanê, Rêber Apo stratejiya veguherîna demokratîk pêş xist û her kes xiat nav şaşwaziyeke mezin. Li ser bingeha biratiya gelan startejiyeke nû ya Komara Demokratîk pêş xist. Li ser bingeha xwişk û biratiya gelan paradîgmayeke nû pêş xist. Rêber Apo bi vê sekna xwe ya dîrokî, helwesteke dîrokî nîşan da ku ne dewleta Tirk ne jî hêzên komploger ên navneteweyî li bendê nebûn, hesaba wê nekiribûm û qet texmîn nedikirin. Rêber Apo, paradîgmaya ku xwe dispêre biratiya gelan ya li ser bingeha stratejiya Komara Demokratîk, roj bi roj pêş xist û têgeha Netewa demokratîk jê afirand. Çareseriya bingehîn a ku Rêber Apo hemji bo  pirsgêrêka Kurd a sed salî  hem jî bo jiyana hevpar a li ser bingeha biratiya gelan peyda kirî, netewa demokratîk e. Yanî bi navê xwe yê din, Komara Demokratîk e, çareseriya dewlet û demokrasiyê ya bi hev re ye.

Sîstema kapîtalîst a sedsala 20’an Kurd weke gelekî bi rûmet ê xwedî ziman, çand û nasname qebûl nekir. Weke hebûneke nasnameyekî timî înkar û red kir. Dewletên hegemon ên kapîtalîst ên heman sedsalê, erdnîgariya Kurdistanê li ser esasê berjewendiyên xwe yên emperyal talan kirin û bi çavbirçîtiyeke mezin çavkaniyên wê yên dewlemendiya sererd û binerd di nava xwe de parve kirin. Bi gelê ku li ser dijî re, parçe kirin. Ji bo serweriya netew dewleta Tirk çêbibe, parçeyê herî mezin ê Kurdistanê danê. Ku dewleta Tirk li dijî SSCB’ê (Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sovyetê) bi rolê bekçî hate erkdarkirin.

Dewleta Tirk a mêtinger xwe weke xwediyê para herî mezin dît, li ser esasê van peymanan ev nêzî sed sal in stratejiya Kurd dimeşîne ku ev siyaseteke qirkirinê ya bi sîstematîk e. Ev siyaseta înkar û îmhayê ye. Di qonaxa niha de, ev siyaseta îmha û qirkirinê êdî têk çûye. Her hikûmeta ku ji bo rêveberina dewleta Tirk tê ser desthilatdariyê, hema bêje ketine nava pêşbirkê ku biryara qirkirinê ya li hemberî Kurdan, hîn bi tundtir bimeşînin.

Di pêşbirka mêtingerî û qirkirinê de, gelek hikûmet derketine pêş lê belê ti ji wan serketî nebûne, her carê li hemberî serhildan û berxwedana Kurdan têk çûne. Eger hikûmeta AKP’ê nêzîkatiya xwe ya li hemberî Kurdan li ser bingehê demokrasiyê neguherîne, wê heman aqûbet were serê wê jî. Ji ber ku di pêşbirka dijminahiya li hemberî Kurdan de, hikûmeta herî tund, bû hikûmeta AKP’ê. Bû hikûmeta ku herî zêde dijminahiya li hemberî Kurdan di nava Tirkiyeyê de û li derveyî Tirkiyeyê mezin kir. Hikûmeta AKP’ê ji bo siyaseta qirkirinê pêk bîne, sînor nas nake. Dijminahiya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî Kurdan, tenê di nava sînorên Tirkiyeyê de nema. Êrîşên dagirkerî û qirkirinê, her roja derbas bûyî belavî her cihê ku Kurd lê dijîn bû. Doza Rêber Apo, doza sedsalê ye û çareseriya wê jî çareseriya sedsalê ye. Çareseriya dozeke wiha dîrokî ku mohra xwe li dîrokê xistiye, helbet bêyî têkoşîna şoreşgerî pêkan nîne. Lê belê divê zemînên siyasî û hiqûqî yên têkoşîna şoreşgerî jî, pir bi xurt bêne nirxandin. Di qonaxa niha de, li gorî hiqûqa navneteweyî divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert û mercên pêwîst bên afirandin. Cezayê li Rêbertiya me hatî birîn, li gorî hiqûqa navneteweyî êdî hukmê xwe qedandiye. Herî dawî di civîna komîteya wezîran a Konseya Ewropayê ya di sala 2024’an de jî, rastî hatiye îtîrafkirin. Lê belê ji bo ku di pratîkê de hinek din jî Kurdan mijûl bikin, “polîtîkaya ji demê re hiştin” hatiye pêkanîn. Hikûmeta AKP’ê niha hewl dide ji vê polîkaya Konseya Ewropayê (KE) sûd wergire.

Herî dawî di navbera Rêber Apo û şandeya DEM Partiyê de hevdîtinek çêbû. Dîsa hikûmet bang li Rêbertiya me dike ku çekan berde û rêxistinê belav bike. Lê belê di şert û mercên xebat û jiyanê de ji bo Rêber Apo guhertinekî biçûk jî nayê kirin. Ji bo ku bersiva van bangên li Rêbertî û Tevgera me tên kirin were dayîn, destpêkê divê şert û mercên xebata azad, ragihandina azad û jiyana azad ji bo Rêber Apo bên afirandin.

Ev hevdîtin û bangên hatine kirin hem di raya giştî ya Tirkiye û hem jî ya Kurdistanê de bendewariyên cur be cur çêkirine. Lê belê li aliyê din jî hikûmeta AKP’ê bi rojane êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûr û gelê me yê li Rojava dike. Li ser bingehê îmhakirinê ev êrîşên qirkirinê bi hemû tundiya xwe didomin. Her roj sivîl, jin û zarokan qetil dike. Hunermendên Kurd, rojnamevan û siyasetmedaran hedef digire. Dîsa êrîşên qirkirina siyasî yên li Bakur û Tirkiyeyê jî, bi hemû leza xwe didomin. Derbeya qeyûm a li şaredariyên gel, didome. Evane hemû bêsamîmiyeta AKP’ê radixe ber çavan. Her kesê ku di nava bendewariyê de ye, divê destpêkê bang li hikûmeta AKP’ê bike ku bi samîmî tevbigere û ji bo pêşketineke wiha jî çêbibe, pratîkeke xurt raber bike.

Weke encam; êdî hem ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hem jî di sedsala 21’an de ji bo Kurd li cîhanê ji xwe re qadeke jiyanê ya demokratîk û azad vebikin, derfet heye. Lê belê ya ku dem û zemînê vê diyar bike, sekna Kurdan bi plan, rêxistinkirî û îrade ye. Ji bo ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, di sala 27’an de bi temamî têk biçe, em bang li gelê xwe yên hemû parçeyên Kurdistanê û qadên derveyî welêt dijîn dikin ku têkoşîna şoreşgerî û welatparêziyê mezin bikin. Di serî de jin û ciwanên Kurd xwedî berpirsyarî ne ku pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Li ser vî bingehî em bang li hemû jin û ciwanên Kurd dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger dibe, rêxistinbûna heyî mezin bikin, çalakiyan zêde bikin û îradeya xwe hîn xurttir bikin.

Di 26 salên ku li ser komploya navneteweyî re derbas bûne de, dostên gelê Kurd jî zêde bûne. Hem ji gelên Rojhilata Navîn hem jî ji gelên Ewropa, Latîn Emerîka, Asya, Efrîqa û cihên din ên cîhanê me têkîliyên pir binirx û biwate yên dostatî û xwişk-biratiyê bi gelan re pêş xistine û ev têkîlî her roj hîn zêdetir pêş dikevin. Ji ber ku têkîliya xwişk-biratî û aştiya yekgirtî ya demokratîk ku Rêber Apo dixwaze di nava gelan, bawerî û çandan de pêş bixe, ji bo mirovahiya pêşverû ya cîhanê dest bi afirandina nirxên demokratîk û azadîxwaz dike. Di sala 27’an a komploya navneteweyî de, Rêber Apo hewl dide ku xwişk-biratiya gelan û yekîtiya demokratîk pêş bixe. Di vê çarçoveyê de em bang li her kesê dikin ku hîn zêdetir xwedî li Rêber Apo derbikevin, piştgiriyê bidin çareseriya demokratîk û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn zêdetir bikevin nava hewldanê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji OHD’ê 2 parêzer hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Komploya 15’ê Sibatê li Kobanê hate şermezarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrişa li dijî gundekî Dêrazorê de 2 gundî birîndar bûn

Di êrişên Dîfa El-Wetenî û komên din ên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Em dixwazin nîqaşan veguherin çareseriyê

Serokê Giştî yê DEVA’yê di civîna hevpar de got, "Em li pişt niyeta çareseriyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coş û kelecana cejnê

Bi nêzîkbûna cejnê re liv û tevgera li sûkê zêde dibe, zarok kêfxweş dibin, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji KNK’ê peyama sersalê

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Nêrînek ji ser Girê Sîser

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Malbatên Roboskî: Em edaletê dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?