Çarşem, 29 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sedema binçavkirina rojnamevan: Te çima nûçe çêkir?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tirkiye û Iraqê gelek peyman îmze kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê xweş Çelîk ê ku xwînrijiya mêjiyê wî birin girtîgeha tîpa R

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yenî Partî rêveberiya koma meclisê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes karibe biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê li Enqereyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo fermana Şengalê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilatê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê Iraqî: PKK’ê, xelkê Êzidî û hemû saziyên me ji bo yekbûna Iraqê şer kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûka serî bû remza têkoşîn û berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên rejîma Îranê li Sine ji heman malbatê 3 kes qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Ji bo bang pêk were divê tiştên ku bên kirin, were kirin
Rojane

DEM Partî: Ji bo bang pêk were divê tiştên ku bên kirin, were kirin

Berdevka DEM Partiyê: Divê dewlet û desthilat jî ji bo pêkanîna şert û mercan çi pêwîst be divê bikin. Lezbûn girîng e, divê ji demê re nehêlin. Ji bo ev Banga Aştî û Civaka Demokratîk were jiyîn divê tiştên ku bên kirin, were kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê têkildarî rojevên di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de û “Nexşerê”ya tê nîqaşkirin de daxuyanî da. 

Ayşegul Dogan diyar kir ku piştî bana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevahiya lijneyên partiyê civiyane û civîn hêj didomin. Ayşegul Dogan, anî ziman ku dê civînên wan bidomin. Ayşegul Dogan anî ziman ku banga Rğber li hemû cîhanê deng vedaye û ew piştgiriyê didin bangê. Ayşegul Dogan, wiha domand: “Dixwazim vê yekê li ser navê MYK’a me bi we re parve bikim. Weke partî, ji bo banga Rêber Apo “Aştî û Civaka Demokratîk” bikeve meriyetê, em ji bo her tiştên pêwîst amade ne û em ê di vê mijarê de ji înîsiyatîfê xwe nedin paş. Ji bo ev bang bikeve meriyetê û pêvajoya ji niha şûnde bileztir bikeve meriyetê, em amade ne ku înîsiyatîfê li xwe bigirin.  Ne tenê li Tirkiyeyê, ji gelek deverên cîhanê têkildarî banga birêz Ocalan daxuyanî hatin dayin. Heke Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan li hemû cîhanê deng vedabe, ev yek nîşan dide ku pirsgirêka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ne tenê bi Tirkiyeyeyê bisînor e. 

Banga em qala wê dikin, vekirina rêya siyaseta demokratîk û berfirehkirina wê ye. Ev bang çima hemû cîhanê eleqeder dike? Ji ber ku şerê li herêma me, li Rojhilata Navîn û cîhanê bi aştiyê biencam nebûne lewma. Lewma bangekî girîng û biqîmet e. Di bangê de ji bo aştiyê bang hatiye kirin. Divê ji bo aştiyê bilezûbez gav bên avêtin ku rîskên heyî ji holê rabin. 

EV BANG JI BO HER KESÎ YE 

Lewma ev bang ji bo her kesî ye. Ne tenê kesên li vî welatî dijîn, her wiha kesên li derveyî welat lê bi hêviya demokratîkbûn û aştiyê bedel dayin jî ye. Muxatabê vê bangê ji bo her kesên aştîxwaz û demokratîkhez e. Bêguman îktîdar û dewlet e. Birêz Ocalan pir bi zelalî vegotiye. Divê ev firsend ji dest neyê dayin. Ji bo vê firsenda girîng, peyamên pitevaniyê yên girîng hatin dayin. 

EV FIRSENDEKE GIRÎNG E

Êdî tam dema cîbicîkirina pêdiviyên van gotina ye. Yek ji tiştên dihat mereqkirin jî helwesta Qendîlê bû. Têkildarî vê mijarê gelek nûçeyên spekulatîf hatin weşandin. Lê PKK’ê daxuyaniyeke dîrokî da. PKK’ê agirbest ragihand. Weke DEM Partiyê em ji vê daxuyaniyê gelek keyfxweş bûn. Vê daxuyaniyê, hêz da firsenda heyî. Tirkiyeya ku em dixwazin bibînin ew e ku şer bi temamî ji holê rabe û aştiyeke mayinde bikeve meriyetê. Lewma ev firsendeke girîng e. Divê ev daxuyanî jî weke gaveke girîng were dîtin. Divê dewlet û îktîdar ji bo avabûna şert û mercên pêwîst tiştên hewce bike. Weke DEM Partiyê em bang dikin. Girîng e ku bi demê re neyê vehêlandin. Lewma ya ku divê were kirin ev e, divê her tişt ji bo ev Banga Aştî û Civaka Demokratîk bikeve meriyetê were kirin. 

Gelo Meclis dikare di vê rewşê de çi bike? Meclis dikare gelek tiştan bike. Hem hevserokên me yên giştî hem jî wekîl û hwd. gelek caran tiştên ku Meclis dikare bike vegotin. Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtina li Îmraliyê, cara ewil li Meclisê hevdîtin kir. Gelek kesan Meclis weke navnîşan nîşan dan. Zemîneke girîng e. Divê em çi bikin? Ji bo hiqûq, maf, azadî, demokrasî û pergala edaletê ji bo her kesî bin. Anku divê rêgezên hiqûqa demokratîk bikevin meriyetê. Meclis zemîna cîbicîkirina vê ye. 

PARLAMENTO DIKARE GELEK TIŞTAN BIKE

Birîneke xedar heye û divê were dermankirin. Lewma divê bi lez û bez û bi çarçoveyên şênber ên qanûnî bersiv were dayin ku fikarên heyî ji holê rabin. Tişta ku dê rîskan ji holê rake jî ev e. Divê ev îradeye were nîşandan û di vê mijarê de di qanûn bên sererastkirin. 

Bi sala ye em dibêjin ku navnîşana çareserî û aştiyê birêz Ocalan e û muxatabê esasî ew e. Me got ku deriyên Girava Îmraliyê vekin û îxtîmala tiştên dikarin biguherin em bi hev re bibînin. Hêj ev derî baş nehatine vekirin û fikrên birêz Ocalan negihiştine gel lê dîsa jî rewşa Tirkiyeyê diguhere. Em bi hev re li ser îxtîmala aştî û çareseriya demokratîk dikin. Em qala îxtîmala bi temamî xelasbûna şer dikin. Mafê aştî û demokrasiyê yê me tevan e. Lewma divê her kes li dijî vê bangê xwe berpirsyar bibîne. 

Nîqaşên têkildarî pêvajoyê ku hin kes dibêjin li pişt deriyan bazarî hene, armanc ew e ku rejîma heyî mayinde bikin, dixwazin me bixapînin û hwd. Nîqaşên bi vî rengî tenê dikare bibin kortiya bi dilxwazî. Van rêbazan heta niha bi gel nedan qezenckirin û bi Tirkiyeyê da windakirin. Lewma em dibêjin ku werin em bi hev re qezenc bikin. 

WÊ LI 101 NAVENDAN BI GEL RE BICIVIN 

Berdevka Meclisa Jinan jî îro diyar kir ku weke jin dê bi awayekî xurt xwedî li vê bangê derkevin. Newroz tê û em bi vê coş û hêviyê xwe ji bo Newrozê amade dikin. Weke DEM Partiyê em ê di rojên pêş de dîsa dakevin qadan. Dê bi rojeva Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi gel re bicivin. Dê li 101 navendan bi gel re bicivin. Em ê aştiyê vebêjin. Em ketin serdemeke wisa ku dê bi hev re ava bikin. Em ji xwe û ji tecrûbeya xwe bawerin. Nexşerêya me her tim hebû. Jixwe bernameya me li ser vê hatiye avakirin. “

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê FEDA û DAKB xwedî li banga dîrokî derketin
Nûçeya Pişt re GOÇ-DER: Divê Kurdên bi zorê ji cih û warê xwe bûne, karibin li warê xwe vegerin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk li pira Qereqozaxê jinek qetil kir, zarokek birîndar kir

Di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ya li ser pira Qereqozaxê jineke 60…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tirbespiyê dilsoziya bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo hat dubarekirin

Şêniyên Tirbespiyê hevgirtina xwe ji banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, nû kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Partiyan bertek nîşanî qeyûman dan: Ev darbeyek eşkere ye

DBP, DEM Partî, Partiya Devrîmcî, EMEP, ESP, SMF, SODAP, SYKP, TÎP, TOP, Partiya Çep a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sedema binçavkirina rojnamevan: Te çima nûçe çêkir?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tirkiye û Iraqê gelek peyman îmze kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê xweş Çelîk ê ku xwînrijiya mêjiyê wî birin girtîgeha tîpa R

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yenî Partî rêveberiya koma meclisê diyar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?