Sêşem, 31 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Ciwanên Dijî Şerê Emperyalîst: Têkoşîna me ji Kızıldereyê ve berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê cezayên li ser Îranê dirêj kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Mexmûrê 983 roj in didome: Rojbûna Rêber Apo pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ’ê damezrandina xwe û rojbûna Rêber Apo li tevahiya jinan pîroz kir
Jin

YPJ’ê damezrandina xwe û rojbûna Rêber Apo li tevahiya jinan pîroz kir

YPJ’ê di 13’emîn salvegera xwe de got, “Em ê bi hev re di nava hevgirtina enternasyonal de gavên xurtir bavêjin. Bi vê baweriyê salvegera damezrandina YPJ’ê û rojbûna Rêber Apo li tevahî jinan û gelan pîroz dikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 13’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPJ’ê, diyar kir ku ew îro salvegera 13’emîn a damezrandina YPJ’ê bi coş û serbilindiyeke mezin pîroz dikin û got “Di vê roja watedar ku rastî rojbûna Rêber Apo, sembola têkoşîna wekhevî û edaletê tê, em careke din hêza berxwedan û hevgirtina enternasyonal silav dikin.”

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi vî rengî ye:

“Di vê roja watedar de em tevahî şehîdên YPJ’ê ên qehreman bi hurmet û minetdariyeke mezin bibîr tînin û soza bilindkirina têkoşînê nû dikin. Şehîdên me yên dilwêrek ji bo welat û gelê xwe bi awayek fedayî li berxwedan û bûn sembola têkoşîna serxwebûn û azadiyê. Nirxa herî mezin a ku weke mîrasekî diyarî me kirin, li ser van xakan mafê jiyana azad e. Şehîdên me hêz û rûmeta me ne. Bîranîna wan herdem di dilê me de zindî dijî.

Bi wesîleya vê roja watedar em tevahî şervanên dilwêrek ên YPJ û enternasyonal ku ji sala 2013’yan heya niha li hemberî hêzên çete û dagirker li berxwe didin û şerê azadiyê didin meşandin bi serbilindiyeke mezin silav dikin.

Her wiha em bi hêrseke mezin bermahiyên DAÎŞ’ê ku di 27 Mijdara 2024’an de di pêşengiya HTŞ’ê de bi îdiaya ku ew li dijî rejîma Baas in derbe pêk anîn û bi vê hincetê herkesê li pêşiya xwe qetil kirin û bi taybet li dijî gelê me yê Elewî sûcê mirovahiyê pêk anîn, şermezar dikin.

Têkoşîna me ya bê rawestan ji bo jinên Sûriyê û tevahî jinên cîhanê bû rênîşanek. YPJ’ê azadiya tevahî gelan parast û heya roja me ya îro ji bo tevahî jinan, gelan û mirovahiyê dibe çavkaniya hêz û îlhamê.

YPJ’ê di sala 2013’yan de weke perçeyek ji têkoşîna azadiya jinê li Rojavayê Kurdistanê hate damezrandin û di nava demeke kin de bi berxwedana xwe ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li tevahî dinyayê deng veda. Ev berxwedana bê hempa ya li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê ne tenê şerekî leşkerî bû, di heman demê şerê azadî, nasname û rûmeta jinê bû. YPJ’ê ne tenê li Rojava, li tevahî cîhanê bû sembola têkoşîna berxwedan û azadiya jinan. Ev berxwedan ne tenê ji bo jin û gelên Rojava, ji bo tevahî jin û gelên cîhanê hêvî û daxwaza azadî û wekheviya civakî xurtir kir.

Hizrên Rêber Apo ên di derbarê azadî, wekhevî, demokrasî û zayendiya civakî de, kevirên bingehîn ên têkoşîna YPJ’ê ava kir. Rêber Apo bawer kir ku azadiya jinê wê rê li ber azadiya civakê veke, ev perspektîf ne tenê li Rojava, li tevahî cîhanê bû bingeha bilindkirina têkoşînê.

Di vê roja watedar a 4’ê Nîsanê de em ne tenê berxwedana YPJ’ê ya li hemberî DAÎŞ’ê pîroz dikin, di heman demê de em feraseta azadî û wekheviyê ya ku Rêber Apo bi jinê daye qezenc kirin pîroz dikin. Ramanên Rêber Apo, rehendeke enternasyonalîst bi YPJ’ê da qezenc kirin û ji her çar aliyên cîhanê jinan berê xwe dan warê şoreşê. Di nava refên YPJ’ê de jinên ji çand û nasnameyên cuda hatin gel hev û di heman çeperê de mil bi mil li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û bingeha hevgirtineke kûrewî avakirin. Ev hevgirtina enternasyonal ji bo azadiya tevahî jinan û gelan pir girînge.

YPJ’ê ne tenê li dijî DAÎŞ’ê, li dijî avahiya desthiladar a cîhanî şer kir. Ev têkoşîna ku ji bo tevahî jin û gelan hate dayîn weke mîrasê hizir û ramanên Rêber Apo ye. Îro em di salvegera damezrandina YPJ’ê de ji hêza berxwedanê û ji felsefeya azadiyê ya Rêber Apo îlham digrin û bi vê hêzê em di rêya azadî, wekhevî û edaletê de bi gavên hê xurtir pêş de diçin. Em bi vê bîr û baweriyê careke din vê roja watedar pîroz dikin.

Azadiya jinan, azadiya gelan e. Têkoşîna YPJ’ê ne tenê têkoşîna gelekî ye, têkoşîna tevahî mirovahiyê ye. Em ê bi hev re di nava hevgirtina enternasyonal de gavên xurtir bavêjin, bi vê baweriyê em careke din salvegera damezrandina YPJ’ê û rojbûna Rêber APO li tevahî jinan û gelan pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê perspektîfa ronesansê ya Rêber Apo jiyanî bikin
Nûçeya Pişt re Li Gronlandê hilbijartinên xwecihî: Partiya çepgir bi ser ket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojava TV ji bo koçberan kampanyaya ˋMil bi Mil, Mal bi Mal” da destpêkirin

Rojava TV ji bo welatiyên Kurd û dostên wê bikaribin alîkariya koçberên Rojavayê Kurdistanê bikin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amûdê gel li dijî êrîşan bû yek û tevlî seferberiyê bû

Hêzên siyasî, meclîsên herêmî û eşîrên li Amûdê ragihandin ku ew tevlî seferberiya giştî dibin.

Ji aliyê Stêrk TV

DYE’yê bang li NATO’yê kir: Divê em hêza leşkerî ya Rûsyayê li paş bihêlin

Balyozê DYE’yê yê NATO’yê Matthew Whitaker diyar kir ku Rûsya amadekariya şerekî nû dike û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şam peymanê bi cih nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

YE’yê cezayên li ser Îranê dirêj kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?