Parêzer Yûsûf Çakas got: ‘’Qalkirina mafê hêviyê ya ji aliyê me û Devlet Bahçelî û pêkanîna mafê hêviyê tên wateya dabînkirina şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan û avakirina aşitiya li herêmê. Mijara pêkanîna mafê hêviyê tê wateya çareseriya hemû meseleyê. Divê em ev qasî bi cidî û bi girîngî li nêzî vê mijarê bibin.’’
Dadgeha Mafên Mirovana a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de cezayê girtîgehê yê ‘’muebeta girankirî’’ yê li Rêber Apo hatiye birin ku rê li ber tehliyebûnê digire, li dijî madeya 3’yemîn a êşkenceyê qedexe dike ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dît û biryara binpêkirinê da. DMME’yê hukim da ku divê ‘’mafê hêviyê’’ yê Rêber Apo were dabînkin lê belê tevî 11 sal derbas bûn jî tu sererastkirinên yasayî nehatin kirin. Li ser vê yekê parêzerên Rêber Apo û hin rêxistinên maf û hiqûqî têkildarî Tirkiyeyê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan ku berpirsiyar e çavdêriya biryarên DMME’yê bike. Komîteyê herî dawiyê di civînên xwe yên 17-19’ê Îlonê de ji bo kirina sererastkirinên yasayî heya Îlona 2025’an wext da Tirkiyeyê û cara ewil hişyarî da ku wê biryara navbeynê bide. Girêdayî pêvajoya heyî ‘’mafê hêviyê’’ yê Rêber Apo dubare kete rojevê. Lê belê heya niha têkildarî ‘’mafê hêviyê’’ hê tu pêngavên şênber nehatine avêtin.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) ya Şaxa Amedê Parêzer Yûsûf Çakas têkildarî mijara navborî ji ANF’ê re axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Li sernaserê cîhanê du cezakirin hene. Yek pêkanînên li hemberî sûcên hatine kirin ya din jî nêzîkatiyên dewlet û desthilatdariyan yên li ser kesên girtiyên polîtîk e. Dîroka cîhanê bûye şahidê darvekirina zana, siyasetmedar, şoreşger û çalakgerên ku weke desthilatdariyan nafikirin. Pêvajoya nîqaşkirina ‘’mafê hêviyê’’ a rastî têkildarî rakirina darvekirinan û piştre jî derbasbûna pergala girtîgehê ya muebeta girankirî û bi temamî rakirina mafê berdana bi şert e. Divê di vê çarçoveyê de were dîtin. Em dibînin ku li Tirkiyeyê heya serdemekê cezayên darvekirinê hatine sepandin û piştre jî li gel birîna cezayê darvekirinê di serdemeke diyar de nehatine sepandin. Piştre jî pêvajoya radestkirina Birêz Abdullah Ocalan ya ji bo Tirkiyeyê, di pêvajoya darizandin û piştî wê de birîna cezayê darvekirinê û piştre rakirina cezayê darvekirinê ya di serdema Yasayên Guncaniyê yên Yekîtiya Ewropayê de û veguherandina wê ya ji bo muebeta girankirî û bi temamî jiholêrakirina mafê berdana bi şert. Mafê hêviyê dibêje ku divê mafê hemû kesan hebe ku rojekê ji girtîgehê derkeve.’’
NASKIRINA MAFÊ HÊVIYÊ WÊ GELEK PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE
Çakas di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê têkildarî girtiyên polîtîk rejîmeke înfazê ya taybet tê sepandin û got: ‘’Li Tirkiyeyê girêdayî pergala heyî netehliyekirina girtiyên polîtîk yên derheqê wan de cezayê gîrtîgeha girankirî hatî birîn, girêdayî yasaya heyî ji ber pênaseya ‘terorê’ ye. Em qala rejîmeke înfazê ya taybet ya di çarçoveya sûcên ku em jêre dibêjin sûcên rêxistinî de dikin. Ev rejîma înfazê ya taybet bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev demeke dirêj e em têkildarî vê yekê nîqaşan dikin. Em gelekî nîqaş dikin ku divê hemû kesan mafê hêviyê hebe. Me demeke dirêj nîqaşa çi kir? Me nîqaşa ku mafê hêviyê, tecrîd û belavbûna tecrîdê ya ji Girtîgeha Îmraliyê ji bo hemû girtîgehan kir.
Em dibînin ku serokê muxalefeta neteweperest Devlet Bahçelî bi xwe mijara mafê hêviyê anî rojeva meclisê. Her wiha tevî ku ew qas ji gotina me ya ‘Birêz Abdullah Ocalan’ aciz jî bû bi xwe gotina ‘’Serokê Damezrîner Abdullah Ocalan’’ bilêv kir. Divê were dîtin ku atmosferek guheriye. Di vê atêosferê de di vê li ser mafê hêviyê nîqaş werin kirin. Divê têkildarî pêngavên ku divê Tirkiye biavêje nîqaş werin kirin. Di meha Îlonê de Komîteya Wezîran salek wext dabû. Ne baş e ku Komîteya Wezîran tim demê dirêj dike. Li gel banga 27’ê Sibatê pêvajo guherî. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne û qala çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Mafê hêviyê û ev mafê ku di şexsê Birêz Ocalan de pêş ketiye, nayê wê wateyê ku wê bes Birêz Ocalan jê sûd werbigire. Naskirina mafê hêviyê di rastiyê de naskirina mafê hêviyê ya di şexsê Birêz Ocalan de tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi temamî, demokratîkbûyîn, pêşketina di warê mafên mirovan de û girêdayî van yekan weke Birêz Ocalan jî anî ziman wê ji rewşên weke aborî û yên din re jî bibe çareserî.’’
DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BE
Parêzer Yûsûf Çakas anî ziman ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabînkirin û got: ‘’Qalkirina mafê hêviyê ya ji aliyê me û Devlet Bahçelî û pêkanîna mafê hêviyê tên wateya dabînkirina şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan û avakirina aşitiya li herêmê. Mijara pêkanîna mafê hêviyê tê wateya çareseriya hemû meseleyê. Divê em ev qasî bi cidî û bi girîngî li nêzî vê mijarê bibin. Bi rastî jî em di serdemeke bi kelecan û girîng de ne. Dibe ku aşitî pêk were û mafê hêviyê rêya ber bi aşitiyê ve ye. Çimkî ji sala 1993’yan ve ye pêvajoyeke Birêz Ocalan ya aşitî û civaka demokratîk hebû. Pêvajoya heyî tê wateya vê yekê. Mafê hêviyê ji bo civaka demokratîk gelekî girîng e. Têkildarî vê mijarê di nava civakê de bendewariyeke mezin heye. Li vir xwişk-biratiyek û civakeke demokratîk tên avakirin. Ev yek jî girêdayî dabînkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e.’’