Sêşem, 23 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîrtaş daxwaza Kiliçdaroglû ya ji bo hevdîtinê red kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Bi gotinan pêvajo nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya vekirî ya KNK’ê ji dewletên NATO’yê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Neteweyên Yekbûyî: Xisara şerê li Lubnanê 1,38 milyar dolar derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çapemeniya azad Bayram Balci jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya civîna bilind a NATO’yê gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Li Kobanê îsal ji ber ziwabûnê hilberîna fistiqan kêm bû
Civak & Ekolojî

Li Kobanê îsal ji ber ziwabûnê hilberîna fistiqan kêm bû

Li Kobanê û gundên wê dest bi berhevkirina fistiqan hatiye kirin, cotkar dibêjin ku wekî îsal ti carî berhemên wan ewqas kêm nebûne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fistiq cureyeke fêkiyan e û li gelek herêmên Kurdistanê debareya jiyanê ye. Çandinî û gihîştina wî gelekî zehmet e. Li gel vê wekî gelek fêkiyan ne demsalî ye û gihîştina wî bi salan diajo. Cotkar û karkerên ku debara xwe bi hilberîna fistiqan dikin jî van zor û zehmetiyan dikişinin.

Li Kobanê û gundên wê cotkar dest bi berhevkirina zeviyên xwe dikin. Her cotkarek dar û berên xwe kom dike. Niha jî gelê Kobanê û gundê wê dest bi çinîna fistiqan kirine.

 

Li bajarê Kobanê yek ji çandiniyên sereke yên daran fistiq e. Fistiq li gelek gundên Kobanê bi hektarên mezin tên çandin. Hin ji van daran nû hatine çandin, hin jî temenê wan ji 50 salan zêdetir e û ji pêşiyên wan ji wan re mane. Cotkar ev demeke di nava baxçeyên xwe de dest bi komkirina van berheman dikin. Dayik, zarok û mêr bi hev re berhemên xwe berhev dikin; hin ji wan ji gund û xizmên xwe re dibin, hin jî difroşin da ku debara jiyana xwe bikin.

Li Kobanê ne tenê fistiq, lê her wiha darên wekî hêjîr, zeytûn, tirî, guz, peyam û hwd. jî tên çandin. Îsal ji ber ziwabûnê, cotkar ji berhemên xwe gilî dikin. Ji ber kêmbarîna baranê, zeviyên genim bêberhem bûn. Dar jî bêberhem man û berhem bi miqdareke gelekî kêm têne. Cotkarekî dibêje, sala borî darek bi tena serê xwe 75 heta 100 kîlo fistiq dida, lê îsal baxçeyekî ku nêzî 1000 dar tê de ne, tenê 125 kîlo fistiq berhev kiriye.

Li Rojavayê Kurdistanê her demsalê berhemên cuda yên çandiniyê tên berhevkirin. Darên fistiqan bi giştî herî zêde berhemdar in. Şert û mercên avhewayê yên Kobanê jî ji bo çandina fistiqan guncaw in. Lê belê îsal, ji ber kêmbarîna baranê, berhema fistiqan ji her demsalê kêmtir û lewaztir e. Guherîna avhewayê, kêmbarîna baranê û bayê kûr yê hişk bûne sedem ku îsal berhema fistiqan gelekî kêm û lawaz be.

Têkildarî berhevkirina fistiqan, dayika bi navê Meryem ku xwediyê baxçeyekê ye ku tê de ji hezar darî zêdetir hene, dibêje ku îsal berhem gelekî kêm e û wiha got: “Îsal em ber bi baxçeyên xwe ve çûn û me xwest ku berhemên xwe yên fistiqan berhev bikin, lê di her darekê de tenê çend lib fistiq hebûn. Tevî ku me gelek dermanên ku daran bi hêz dikin bikar anîn û avê jî zêde da, lê dîsa jî berhemên fistiqan gelekî lewaz û kêm bûn.”

Dayika Meryem anî ziman ku nebûna berf û baranê bû sedema kêmberhemdariyê û wiha got: “Rola avhewayê di berhevkirina berheman de gelekî mezin e. Dema ku baran û berf nebare, bandoreke neyînî li erdê dike û ev bandor dibe sedem ku berhem çênebin an jî bi miqdareke gelekî kêm çêbibin. Sala borî di baxçeyê me de nîvê daran berhem dabûn û nîvê din negirtibûn. Îsal jî ji 1000 darî tenê 20 kîlo fistiq hatin. Ne tenê fistiq, lê tevahî berhemên din jî kêm in. Zeytûn jî di dema çîçekên xwe de, ji ber bayekî kur yê bi hêz, hemû çîçekên daran weşiyan û ew berhem jî çûn.”

Dayika Meryem di dawiyê de got: “Gundê me Bûban e, em li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ne. Darên me jî li ber sînor in. Dema ku em dixwazin biçin nava dar û berên xwe, dewleta Tirk a dagirker bi guleyan êrîşî me dike. Carna cotkar ji ber metirsiya jiyana xwe dev ji zeviyên xwe berdidin û ber bi malên xwe ve vedigerin. Di dema berhevkirina kemûnan de jî dewleta Tirk êrîşî paliyan kir û palî ji mecbûrî dev ji erdên xwe berdan. Ji ti salan ve wekî îsal berhem ewqas lewaz û kêm nehatiye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Emîne Çaynak: Gel ji bo baweriyê gavên qanûnî dixwaze
Nûçeya Pişt re Kabîneya Îsraîlê plana operasyona ji bo dagirkirina Xezeyê erê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Piştgiriya cîhana Ereb ji bo serketina pêvajoyê gelekî girîng e

Tûncer Bakirhan diyar kir ku ji bo aramiya Rojhilata Navîn pêvajo dîrokî ye û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Yek ji çeteyên DAÎŞ’ê ku êrîşî bendeke kontrolê kirin, hate kuştin

Yek ji çeteyan şaneya DAÎŞ’ê ya ku êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiribû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê. Divê Kurd hemû dest bidin hev

Ji Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê bi sedan kes bi konvoyeke ji wesayitan bi rê ketin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xelkê Kobanê ji bo azadiya Rêber Apo meşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Fransayê hişyariya germa zêde: 60 bajar di bin hişyariya xetereyê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li bajarê Kobanê çinîna dexil û danan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Jin bi hilberînê qezenç dikin: Şaredariya Rêya Armûşê bostana bajêr a sêyemîn vedike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?