Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 2 hezar û 33 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tuncer Bakirhan: Denbêjan destûr nedan ku bîra gelê Kurd tune bikin
Rojane

Tuncer Bakirhan: Denbêjan destûr nedan ku bîra gelê Kurd tune bikin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku li Stenbolê bi dengbêjan re civiya wiha got, “Dengbêj, ji bo gelê Kurd hunermend, civaknas û dîroknas in. Xwestin bîra gelê Kurd tune bikin lê dengbêjan destûr nedan.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurt a Stenbolê li eywaneke dawetan a li navçeyê çalakiya “Dengbêj li ser aştiyê diaxivin” li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û dengbêj Evîn Sindî, Kazo, Mihemedê Serhedî, Mihemedê Beyro, Sebrî Agirî û Xenî û gelek kes tevlî bûn. 

‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI AŞTIYÊ DERKEVE’

Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Çalakî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyoneke ku dengbêjan vedibêje hate pêşandan. Piştre jî Hevseroka ANYA-KAYDER’ê Medîha Înce axivî û got: “Îro li ser aştiyê tê axaftin. Divê her kes xwedî li aştiyê derkeve.” 

‘EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN’

Wekîla DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu jî got: “Divê em ji gel re bibêjin ku pêdiviya vê xakê bi aştiyê heye. Em ê bi hev re bi ser kevin.” 

BÎRA GELÊ KURD

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku gelê Kurd bi rêya dengbêjan dîroka xwe zaniye û wiha domand: “Dengbêj, ji bo gelê Kurd hunermend, civaknas û dîroknas in. Dema komar hatibû avakirin, ziman, çand û dîroka me hate qedexekirin. Lê dengbêjan bi veşarî di malan de stran digotin. Xwestin bîra gelê Kurd tune bikin lê dengbêjan destûra vê nedan. Em ê mîrateya dengbêj Şakiro, Reso, Zahiro, Hiseyno, Karapetê Xaço, Fatma Îsa, Meryem Xan, Sûsika Simo û Eyşeşanê her zindî bihêlin. Di mijara xwedîderketina li dengbêjan de li ser milê me bar heye. Divê em xwedî lê derkevin. Divê em stranên dengbêjan bi hemû zarokên xwe bidin guhdarîkirin.” 

STRANÊN JI BO AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ

Piştre jî metna li ser navê dengbêjan hatiye amadekirin ji hêla dengbêj Mihemedê Serhedî ve hate xwendin. Serhedî, got ku dengbêjî bîra gel e û got: “Êş, xem û birînên gelê xwe heta roja me anîn. Carnan di bin kevirekî de çîroka xezalekê, carnan ji bo Derwêşê Evdî û Edûleyê berê xwe dide Şengalê. Carnan li Cizîra Botan behsa tiştên Bekoyê Ewan kiriye vedibêje, carnan jî ji bo vegotina çîroka Siyabend û Xecê berê xwe dide Serhedê. Îro jî stran ji bo demokrasî, aştî, wekhevî û xwişk-biratiyê bibêjin.” 

Piştî axaftinan, li stranên dengbêjan hate guhdarîkirin û govend hate gerandin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tulay Hatîmogûllari: Divê tavile bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
Nûçeya Pişt re Françoise Vergès: Divê teqez piştgiriya aşitiyê bê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dersimê ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevrêyên wî 40 şitil hatin danîn

Bi boneya salvegera komkujiya Dersimê ya ku 4’ê Gulana 1937’an hate destpêkirin, bernameya bîranînê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Hikûmeta Şamê: Kêliyeke pir girîng e

Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Şamê Esed Şeibanî diyar kir ku biryara fesihkirina PKK’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

TAJÊ’yê ji Serokkomar û Serokwezîrê Iraqê re nameyek şand

TAJÊ’yê ji Serokkomar û Serokwezîrê Iraqê re nameyek şand û xwest ku Iraq leşkerên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanên Dirbêsiyê: Kurdî xeta me ya sor e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?