Pisporê siyaseta navneteweyî Dr. Toros Korkmaz ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku pratîkên pêvajoyên çareseriyê yên beriya niha yên li Tirkiyeyê bi fikarên siyaseta rojane ji dest hate berdan. Dr. Korkmaz got, “Têkçûna pêvajoya 2013-2015’an, şerê giran ê piştî vê yekê rû da, pêla şoven, neteweperestî û mîlîtarîst a bi polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdan destpê kir, li nava civaka Tirkiyeyê baweriya bi aştiyê têk bir. Di heman demê de bû sedem ku beşeke berfireh a civakê ku xwe weke Tirk pênase dikin, ji Kurdan gelekî dûr ketin.”
ZIMANÊ AŞTIYÊ DI DETAYÊN HERÎ ZIRAV DE DIVÊ ŞÊNBER BIBE
Korkmaz ragihand ku garantiyên hiqûqî divê tavilê bêne avakirin, beşên herî berfireh ên civakê tevlî pêvajoya aştiyê bêne kirin û got, “Rizgariya beşên civakê yên berfireh ji bandora hegemonîk a mîlîtarîzm, neteweperestiya şoven ji bo pêvajoya aştiyê bi pêş ve biçe û mayinde bibe gelekî girîng e. Guherîna îdeolojîk destpêkê bi guherîna li ziman destpê dike. Li şûna gotinên rêveberên payebilind ên dewletê ku pêvajoyê dike yek tîp, neteweperestiya Tirk dide pêş û tenê di asta ewlekarî û terorê de dinirxîne, divê zimanekî welê bê bikaranîn ku nasnameya Tirkiyeyê dide pêş, bi rengekî samîmî hesabê sûcên li dijî mirovahiyê yên li hemberî Kurdan dide. Girîng e ku welatîbûna di destûra bingehîn de bi nasnameya etnîk a Tirk hatiye pênasekirin ji her cûre nasnameya etnîkî bê paqijkirin. Zimanê saziyên perwerde, çand û olî ku amûrên sereke yên îdeolojîk ên dewletê ye û zimanê medya navendî divê jinûve bêne afirandin. Zimanê aştiyê divê di hemû detayên zirav de şênber bibe.”
JI BO PERSPEKTÎFA AŞTIYÊ REWŞENBÎRÊN RASTEQÎN
Dr. Korkmaz bi bîr xist ku li pirtûkên dersê yên ku li Tirkiyeyê bi milyonan xwendekar dixwînin yekane gotina ‘Kurd’ bi pênaseya ‘Cemiyeta Tealî ya Kurd a Xayin’, bi sûcdariya ‘Şêx Seîd xayinek e ku xiyanet li dewletê kiriye’ derbas dibe û got, “Heta ku ev rewş neyê guhertin em nikarin aştiyê ava bikin. Feraseta ku hêza Tirkiyeyê bi pêşketina li teknolojiya şer dipîve neyê guhertin û mejiyekî ku dewlemendiya çandî, hunerî û zanistî serwer nebe, hingî fikrê ku aştî pîrozmendiyeke li nava civakê belav nabe. Li şûna qaşo rewşenbîrên şoven ku li medya navîn timî têne dîtin û neteweperestiya Tirk didin pêş, divê rewşenbîrên rasteqîn bikevin şûna wan ku xweedî nêrîna humanîst a gerdûnî ne, gelan weke dewlemendiyê dibînin. Heta ku ev nebe perspektîfa aştiyê li nava civakê bi cih nabe.”