Di daxuyaniya Midûriyeta Parastina Sivîl a Dihokê de hate ragihandin ku li navçeya Kuvaşê agir bi atolyeyekê ket.
Li gorî daxuyaniyê, ji ber şewatê 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan, ajokarê tankerê jî bi şewata ji sedî 75 ê bedena xwe birîndar bû.
Rayedaran diyar kirin ku şewat hatiye kontrolkirin.
Li gorî agahiyan, ji ber şewatê karker Mesûd Husên (23) û Qîdar Dîndar (19) jiyana xwe ji dest dan.