Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya 27’ê Sibatê li Meclîsê “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî” ava bû. Komîsyonê li nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl, Dayikên Aştiyê, malbatên leşkeran, partiyên siyasî û saziyan guhdarî kir. Herî dawî jî komîsyonê li nûnerên rêxistinên ciwanan û saziyên jinan guhdarî kir Ji 5 saziyên jinan ên hatin vexwendin tenê “Înîsiyatîfa Jinê ya Pêwîstiya min bi Aştiyê heye” weke muxalîf lê hate guhdarîkirin. Bang li saziyên jinan ên li Kurdistanê nehate kirin ku ev yek bû cihê nerazîbûnê.
Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Sûzan Îşbîlen anî ziman ku jinên şer dîtine diviyabû li komîsyonê bihatina guhdarîkirin û got, “Weke jinên Kurd ku barê herî giran ê vî şerî hilgirtin, em tevlî pêvajoyê nehatin kirin. Ev yek samîmiyeta li pêvajoyê dike mijara lêpirsînê.”
‘PÊVAJO DIVÊ HER KESÎ VEHEWÎNE’
Sûzan Îşbîlen ragihand ku li Tirkiyeyê di pirsgirêka Kurd de yekemcar li derveyî polîtîkayên ewlekarîperestiyê lêgerîneke li çareseriya demokratîk ketiye rojevê û bi bîr xist ku hewldanên demên bihurî bê encam man. Sûzan Îşbîlen got, “Desthilatdaran bi salan hewl dan pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên ewlekariyê çareser bikin, lê belê ev polîtîkaya ku zêdeyî 50 salan dewam kir ti encam bi xwe re neanî. Êdî beşeke mezin a civakê bawer dike ku ev mesele tenê bi diyalogê dikare bê çareserkirin. Bi vê baweriyê pêvajoyeke çareseriyê hate destpêkirin, lê belê ev pêvajo divê her kesî vehewîne.”
Sûzan Îşbîlen diyar kir ku şer bandoreke giran li jin û zarokan kir û got, “Weke jinên Kurd ên herî baş zanin bê şer çi ye, em in. Dayikan zarokên xwe ji dest dan, malbat bi salan li ber deriyên girtîgehan hatin rawestandin. Dayikan li girtîgehan zarokên xwe ji dest dan. Di demekê de ku ev êş qewimî guhdarînekirina li van şahidan kêmasiyeke mezin e.”
‘DIVÊ JIN Û SAZIYÊN KU ŞER DÎTINE BÊNE GUHDARÎKIRIN’
Sûzan Îşbîlen anî ziman ku dervehiştina saziyên jinan kiriye ku samîmiyeta desthilatdariyê bibe mijara nîqaşê û bi vî rengî dewam kir, “Bêguman girîng e ku li Înîsiyatîfa Pêwîstiya min bi Aştiyê heye, hatiye guhdarîkirin. Lê belê ev înîsiyatîf gelekî nû ye. Halbûkî em ew sazî ne ku xwedî hişê şer in, bi salan e di nava vê têkoşînê de ne. Guhdarînekirina li van saziyan tê wateya tinehesibandina ezmûnên jinan di pêvajoya aştiyê de ye. Tevlînekirina jinan a li pêvajoyê aliyê zayendiya civakî kêm dihêle. Tundiya li jinan tê kirin ne tenê ji ber şer e, lê belê şer vê tundiyê hîn giran dike. Bi bidawîkirina şer re diviyabû li ser paşeroja jin û zarokan axaftin bihata kirin. Diviyabû firsenda me hebûya ku em qala bandora aştiyê li ser jinan û wê psîkolojiyê bikin bê zarok çawa di nav de mezin bûn.”
‘HIŞÊ JINAN WÊ VÊ PÊVAJOYÊ RONÎ BIKE’
Sûzan Îşbîlen polîtîkayên desthilatdariyê yên têkildarî jinan rexne kir û anî ziman ku tiştekî tesadufî nîne ku jin li derveyî pêvajoyê têne hiştin. Sûzan Îşbîlen ragihand ku ji bo ev pêvajo ber bi nuqteyeke rasteqîn ve biçe beriya her tiştî divê li jinan bê guhdarîkirin û got, “Bi salan e kiryarên kuştina jinan bi bêcezahiştinê têne xelatkirin. Ev yek parçeyek ji polîtîkayên bêdengkirina jinan, ragirtina jinan li nava malê ye. Niha jî di pêvajoya aştiyê de beyan û şahidiya jinê ji nedîtî ve tê. Halbûkî eger em ji bo vî welatî paşerojeke hîn baş dixwazin, neçar in ku li mexdûr û şahidan guhdarî bikin. Ji bo di pêvajoya aştiyê de vguherîneke civakî ya rasteqîn pêk were mafê gotinê yê jinan şert e. Aştiya rasteqîn bi guhdarîkirina li mexdûrên şer dibe. Hişê jinê çavkaniya herî xurt e ku dikare vê pêvajoyê ronî bike. Pêvajoya ku ev deng lê neyê bihîstin wê kêm bimîne.”