Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku çekdaran bi çeka RBGˊê êrişî bendekê li bajarokê Ebû Hemam ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê kir, lê şervanên QSDˊê êrîşê têk bir.
Di daxuyaniya navendê de wiha hate gotin: “Hêzên me, QSDˊê, vê êvarê êrişeke terorane ya tirsonak ku çekdaran li dijî bendeke hêzên me ya li bajarokê Ebû Hemam ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêk anî, têk bir.
Çekdaran bi RBG êrîş kir, lê şervanên me tavilê bi hêz bersiv da û di encama êrîşa çeteyan de tu şervanên me birîndar nebûn. Lê ji ber bersivdana xurt a şervanan çekdar revîn û hêzên me bi ser wan de girt, herêm paqij kir, ewlehî û aramî li herêmê vegerand.
Hêzên me diyar dikin ku em li hember gefên li dijî ewlehî û aştiya sivîlan di bersivdanê de dudilî nabin. Em ê belavbûna xwe û operasyonên xwe yên ewlehiyê li herêmê bidomin. Ev erka me ya parastina xelkê herêmê ye û mîna van êrişên terorane yên tirsonak bandorê li kedên me yên pêkanîna aştiya navxweyî û pêşxistina ewlehiya herêmê nakin.”

