Pêncşem, 5 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebatê û hevdîtinê yên birêz Ocalan bên bicih anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Rojên pêş wê komîsyona şopandinê ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdê YPS’ê Ozgur Bûlût li Edeneyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîlufer Koç: Divê Konseya Ewropayê mercên pêvajoya nû li ber çavan bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pîranşarê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk were avakirin
Rojava

Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk were avakirin

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Îlham Ehmed ku di konferansa damezirîner a Yekitiya Esnafan de axivî, got ku pêwîstî bi çareseriyên bingehîn hete û divê divê pergalekî nenavendî û demokratîk were avakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Konferansa damezirîner a Yekitiya Esnafan bi dirûşma “Bi rêxistinkirina bazara civakî em civakeke demokratîk û azad ava bikin” li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hat lidarxistin.

Di konferansê de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rêxistinên jinan, kesayetên olî, akademîsyen, nivîskar, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û metranê Cizîr û Firatê ê Suryanên Ortodoks Mar Morîs Emsîh beşdar bûn.

Di serî de hevseroka Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Henîfe Mihemed bixêrhatina mêvanan kir û got ev konferans di encama xebata 6 salan a karê rêxistinî ya bin êriş û bombebaranê de hat lidarxistin.

Piştre Îlham Ehmed lidarxistina konfernasê pîroz kir û got: “Qonaxa ku Sûriye û herêm bi giştî tê re derbas dibe hestiyar e. Di pêvajoya guhartina li Rojhilatê Navîn de Sûriye xwedî roleke sereke ye. Em hîn di destpêka qonaxa ji nû ve sazkirinê de ne. Her çi qas hewldanên guhartina hişmendiya sîsteman hebin, ew qasî sîstemên desthilatdarê ji bo parastina pergala navendî li ber xwe didin.”

Îlham Ehmed got di navbera pergalên desthilatdar ên Rojhilata Navîn û pergalên ku destwerdana kar û barên welatan dikin û hêzên civakî yên demokratîk de, nakokî hene.”

Îlham Ehmed diyar kir ku hîn jî gel bi hêvî ye cudahiya di navbera hikumeta veguhêz û sîstema berê de bibîne û guhartinên cidî di siyasetên wê de hebin û got: “Tevahî gelê Sûriyeyê bendewar e. Ji bo vê qonaxa veguhêz 4 sal li pêşiya me ne. Em bipirsin ka hêviya me wekî gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan çi ye? Hêviya me Sûriyeya nenavendî, demokratîk û pirreng e. Lê hewldanên cidî ji bo hiştina vê sîstemê wekî xwe, tên kirin. Di desthilatê de tenê kesayet hatin guhartin, lê siyaset heman in.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku îsrareke mezin ji bo pirrengîbûn û nenavendîbûna Sûriyeyê tê pêşkêşkirin û got: “Di navbera Rêveberiya Xweser û berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de diyalog hene. Hin caran didomin hin caran qut dibin. Ji bo vê jî welatên navbeynkar hene wekî Amerîka û Fransayê. Ew civînan amade dikin û bi rêve dibin, em jî wekî sûriyeyî dicivin.”

Îlham Ehmed da zanîn ku aliyên navneteweyî li ser maseyê tune ne û ew tenê wekî Sûriyeyî bi hev re dicivin û got: “Berê we bihîstibû ku di mijara tevlêkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo Wezareta Berevaniyê de lihevkirin heye lê hîn li ser nîqaş tên kirin. Di rojên bê de di diyalogên nû de dê mijara tevlêkirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ji bo Wezareta Hundirîn were nîqaşkirin.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku entegrasyona QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya nenavendiyê de ne û li ser vê lihevkirin heye û got: “Helandin û înkarkirina destkeftiyan tune ye.”

Îlham Ehmed wiha domand: “Di aliyê rêveberî û destûrî de danezana destûrî pir girîng e, ne tenê ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê ji bo tevahî gelê Sûriyeyê. Li ser danezana destûrî têbînî li ba beşên cuda yên civakê hene. Di mijarên nenavendî, mafên jinan û pirsgirêkên gel û neteweyan îsrareke mezin a guhartinê heye.”

Îlham Ehmed diyar kir ku eger heye li ser danezama destûrî û sîstema rêveberî ya parêzgehan danûstandin hebin û got: “Divê mekanîzma jiyana hevbeş were danîn. Divê rêveberî hevbeş be ne tenê ya beşekê civakê be. Divê têkiliyên me bi dewletên derdorê re hebin. Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê heye û ev pêvajo ji bo ewlehiya Sûriyeyê jî girîng e ji ber ku pirsgirêkên gelan welatan bi hev ve girêdidin. Çareserkirina van pirsgirêkan di serî de pirsgirêka Kurdî jî pir girîng e.”

Konferans bi hilbijartina hevserokên yekitiyê bi dawî bû.

 

 

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qamişloyê nexweşxaneyeke din jî hate vekirin
Nûçeya Pişt re Tedawiya rojnamevan Aykol derbasî qonaxa nû bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji HPG-NRÇ’ê daxuyaniya têkildarî salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê

HPG-NRÇ'ê bi wesîleya salvegera 21'emîn a Pêngava 1'ê Hezîranê daxuyaniyek da û got, "Em dixwazin…

Ji aliyê Stêrk TV

Yîgîtalp: Êdî di nava civakê de rastiya înkarkirina nasnameyê nemaye

Siyasetmedara Kurd Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku pêvajo bi kevneşopiyeke mezin a berxwedanê gihîştiye vê…

Ji aliyê Stêrk TV

Roja Çapemeniya Azad hat pîrozkirin: Em xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniyê derdikevin

Bi pêşengiya MKG û DFG bi wesîleya 6’ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad bername hate lidarxistin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Qamişloyê merasîma bîranînê ya ji bo Ciwan Ereb

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma Şanoyê ya Amedê serdana gaziyên Kobanê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star êrîşa li ser xwendekarên li Hesekê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ji bo perwerdeya bi Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?