Di civînê de hem nûnerên AKP’ê hem jî yên CHP’ê pêşniyarên berfireh pêşkêş kirin. Serokwekîlê Koma CHP’ê Murat Emîr diyar kir ku wan raporek 17 rûpelî amade kiriye û got, divê komîsyon derbarê pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê de “nexşerêyeke dîrokî” ava bike.
Di kurterapora ku ji aliye Murat Emîr ve hatiye pêşkêşkirin de ev sernav derketin pêş:
• Astengiyên li pêşberî sepandina biryarên DMME’yê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) û DAD’ê (Dadgeha Destûra Bingehîn) werin rakirin.
• TMK (Zagona Têkoşîna li Dijî Terorê) bi prensîba tekezkirina hiqûqî ji nû ve were rêkûpêkkirin.
• Benda navtêdana gel ji bo kîn û dijminatiyê ji nû ve were nirxandin.
• Astengiyên zagonî yên li pêşiya azadiya çapemenî û derbirînê werin rakirin.
• Azadiya rêxistinbûnê were bihêztir kirin.
• Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hawîrdoreke siyaseta demokratîk were avakirin.
• Sepandinên keyfî yên li girtîgehan werin çareserkirin.
• Dawî li sepandina qeyûm li rêveberiyên herêmî were anîn.
Murat Emîr tekez kir ku divê komîsyon bi armanca “Tirkiyeyeke ku Kurd û Tirk, Elewî û Sunnî, jin û mêr xwedî mafên wekhev bin” bixebite.
Parlamenterê AKP’ê Mustafa Şen jî diyar kir ku wan raporeke 50 rûpelî, ya ku di çarçoveya “belgeya helwesta siyasî” de ye, amade kirine. Şen derbarê rêziknameyên hiqûqî yên pêvajoya bêçekbûnê, kêmkirina cezayan û ji nû ve entegrasyona civakê de pêşniyar pêşkêş kirin.
Xala ku di daxuyaniyên Şen de derkete pêş, helwesta li ser sepandina qeyûman bû. Şen got, “Heger qeyûm li şaredariyekê hatibe tayînkirin, em nêrîna xwe parve dikin ku êdî divê ew sepan bi dawî bibe.”
Di rapora AKP’ê de pêşniyarên ji bo bêtir demokratîkirina zagona hilbijartinê, zagona partiyên siyasî û rêziknameya li ser rêveberiyên herêmî cih girt. Xebatên komîsyonê bi nêrînên nûnerên partiyên din didomin.

